George Smith (kîmyager)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.


George Smith (kîmyager)
George Smith (2018)
Jidayikbûn
George Pearson Smith Li ser Wîkîdaneyê biguhêre

10 adar 1941 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Norwalk Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîDewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Perwerde
Xebat
  • phage display Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Xelat
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

George Pearson Smith (jdb. 10ê adara 1941ê) jînnasekê amerîkayî û wergirê Xelata Nobelî ya kîmyayê ye. Ew dersdêrê zanistên jînzanistî li Zanîngeha Missouriyê (Columbia, Missouri, DYA) ye.

Pîşe[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

bekaliryûsa xwe ya jînnasîyê li Zanîngeha Haverfordê wergirt û ji bo heyama salekê bû dersdêrê dibistaneka amadeyî û teknîkkarê ezmûngehê û paştir diktoraya bakterînasîyê û êminînasîyê li Zanîngeha Harvardê wergirt. Ew li Zanîngeha Wîskonsînê xwandikarekê qonaxa piştî diktorayê bû (digel Oliver Smithies yê wergirê paştir yê Xelata Nobelî), berî ko li sala 1975ê bibe yek ji dersdêrên Zanîngeha Missorîyê li Mîssorî ya Kolumbiyayê. Wî sala xwandinê ya 1983-1984ê li Zanîngeha Dûkê digel Robert Websterî derbaz kir û pirranîya wan karan kirin ko bûn sedema wê ko Webster xelata Nobelî werbigire. Ew zêdetir ji bo nîşadana bakterîxweran hatîye nîyasîn. Ew teknîkek e ko têda şifreya bomayîk ya proteyîneka dîyarkirî bi awayekê destkirî dikin nav genên kevlojankê proteyînî yê bakterîxwerekê, û bi wî awayî ew proteyîn dê bi ser kevlojankê bakterîxwerê da dîyar bibe. Smîthî cara pêşîn li sala 1985ê ev teknîk wesifand, dema wî hindek peptîd li ser bakterîxwereka dûvikdar nîşa dan. Wî ew kar bi rêya nûsandina peptîdên meremkirî bi gena 3ê ya bakterîxwera dûvikdar ve kir. Wî xelata Nobelî ya 2018ê ji bo kîmyayê ji bo vî karî stand. Di xelatê da Greg Winter û Frances Arnold jî digel wî hevpar bûn.

Smith yek ji piştevanên berdewam yên bizava Boykot, Bêparkirin û Dorgirtinê ye ko alîgirîyeka felestîniyan e di Şerrenîxa Israyîlî-Felestînî da.