Zanist

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Zanist bi awayekî giştgir tevahiya wê zanîna îroyî yan ya demekê dî yê mirovî vedigire ko bi şêwazên weha bidest hatiye ko dikarin bihên selmandin û îspatkirin.

Bi awayekê nemazeyî û bertesik, zanist ew dozen anko sîstema bidestanîna zanînê ye ko li ser bingehê ezmûnbaweriyê û empîrîzmê, ceribandinan û ezmûnan, û xweristbaweriyeka (naturalîzm) şêwaznasane bidest hatibe. Zanîn ku em bahse wê bikin, divê ku em ta destpêka mirovatiyê herin. Bi taybetî, zanîna me, em ji demên şariştaniyê û pêde, bi pergalî tênin ser ziman. Di demên ku weke dema aqil jî, ev tên hesibandin. Lê di dema ku bahse zanîn û têgihiştina di hundirê wê de tê kirin jî, pirr zêde, dîroke wê dihê dirêj kirin. Ev dîrok, di mejiyê mirov de, di dema ku mirov bidest aqil kirinê kir û êdî hizirkirina wî pêşket, dihêne ser ziman. Aqil ji dema sumeriyan destpêka wê pirr mazin pêşketiya, Di wê demê de, ku weke demeka şariştanî jî ya, aqilê bi pergal heya û di temen û rengê mitolojiyê de tê ser ziman. Lê di dema sumeriyan de, nivîsên bizmarî hena ku hatina nivîsandin. Bi wan nivîsên bizmarî, jiyane, bawerî, hizir û têgihiştinên xwe bi têgihiştinî nivîsandina. Dema sumeriyan, weke dema pêşî ku têde tîp hatina kifşkirin û bi wan nivîsandin pêşketiya. Dema sumeriyan, weke destpêka wê nivîsandina mirovatiya jî tê dîtin. Care pêşî, wan nivîsandiya. Wan bidest nivîsandînê kiriya. Piştî wan re, êdî demên weke demên şariştanî, wê zûtir pêş bikevin. Ji ber ku sumeriyan bi kifşkirina tîpan û bidestkirin, êdî ew nivîsandinên wan bûna temenê pêşketinên piştre.

Li ber Diclê û Firatê şaristaniyên gutî, Hurî û mitaniyan pêşketin[1]. Wan jî, gelek demên pêşketinê buhurandin. Aqilê wan mazin pêşketibû. Di nivîsandin. Gutî, hurrî û mîtaniyan, di demên xwe yên pêşketî de bidest bikarhanîna çerm jî kiribûn. Ev wê heta dema Medîya jî wusa were.

Ji dema gutî, hurrî û mîtaniyan ta dema Mediya Pêşketina zanînî[biguherîne]

Di dema gutî, hurrî û mîtaniyan de, ya ku em kifş dikin ku wan pêşketinake mazin di nava xwe de jîn kirina. Piştre jî, wan aqil bi vaca wê û ankû bi mantiqê wê bidest karhanîna. Minaq, Mîtra, wê weke destpêkak giring bê di vî warî de, pergale olî jî êzdatî ya. Piştî Mîtra re, wê Zerdeşt were û Zerdeşt wê li ser wê pêşketina Mitra re wê pêşketina xwe bi hizrên xwe yên ku nivîsandina bi navê Avesta wê bêne ser ziman de, wê bide domandin. Zerdeşt, hizrên wî, di dema wî de wê bandûra wan li hewirdora wan jî bibe. Bi teybetî li ber behra Reş li Hallesê wê ev pêşketin pirr mazin xwe bide dîyar kirin[2].

Dema Mediya û dema Avesta[biguherîne]

Ev dem, wê weke demeka giring ku dibê temenê pêşketinên hizrî û wejeyî û helbestgerî jî. Avesta, li gorî ku bi devkî tê gotin ku li ser 14 hezar çermî tê nivisandin. Hin vegotin jî dibêjin ku li ser 18 hezar û hin vegotin jî bahse 22 hezar çermî dikin. Ev nivîsarên wusa dirêj wê bale mirovan bikişênin û bike ku mirovên ku bi aqil ve mijul in werin û wan bibînin û bixwênin û jê sûd vergirin.[3].

Med û Medya, wê demeka aqil bê. Bandora wê, wê li ser hem dema wê û pêşûketinên dema wê û hem jî pêşketinên piştre ên ku dibin wê bibe. Xate ku bi Mediya tê û bi hizrên zerdeşt re pêş dikeve, wê heta dema manî, wê ser 800 salî re pêşketina xwe bijî[4]. Piştre di dema manî de jî, wê manî jî bi heman rengî ne bin 300 salî re wê pêşketina xwe li ser wê xate bijî[5].

Ber Behra Reş û çaxa Atîna[biguherîne]

Di vê demê de, wê dema şariştaniyê ya bi aqil û bi aqilê bi rengê "felsefe" bibe. Di vê demê de, weke destpêka felsefê bi fîlozofên weke Thales re tê kirin. Piştî wî re Anaksîmanes û Anaksîmandres tên û hizrên wan jî bandûrekî û temenê diafirênê. Thales, bi salan, weke Heredot, wê li welatê Medya bimêne û hizrên xwe di serê xwe de li wir mazin bike. Di dema ku Şerê Medya û Lîdya li ber Rûbara Sor bû jî, Thales di wê demê de li wir li rexê Medya bû.

Piştî Thales û van herdû fîlozofên piştî wî re, wê fîlozofên weke Sokrat, Platon, Arîstoteles û hwd wê werin. Sokrat, weke fîlozofekî mazin tê dîtin û gelek hizrên wî bi rêya nivîsên ku Platon hildan penûsê mana roja me. Platon, Sokrat weke mamosteyê wî jî tê zanîn. Piştî Platon re, wê li wê dibistan wî, ku mazin dibe wê Aristoteles wê were û wê hizrên wê xwe bêne ser ziman. Bi felsefe, rewîst, derûnî û hwd, wê di gelek waran de serî biwastêne û wê hizrên xwe bêne ser ziman.

Ev hersê fîlozof, wê demekê bi aqail bi xwe re bidina destpêkirin. Wê dema felsefê bidina destpêkirin. Wê şariştaniya aqil bidina destpêkirn. Piştî wan re, demeka dirêj, wê dîrok ser aqilê wan re pêş bikeve. Bandûra wan, wê bi gelek awayan li ser têgihiştinên ku diafir in, wê werina ser ziman.

Serdema Navîn[biguherîne]

Information icon.svg Gotara bingehîn: Serdema Navîn

Serdema navîn, piştî zayinê, di sadsale 5'an û hwd pêde dest pê dike. Heta sadsale 12'an weke deme wê ya pêşî tê zanîn. Dema wê ya sêyenin jî, ji sadsale 12'an ta sadsale 14'an û ankû 15'an, ku dema ronasansê destpê dike. Di vê demê de, weke demeka xwandin û fêrbûnê bê. Di temenê wê fêrbûnê de, wê pirtûk, nivîsar û hwd, ên ku berî zayinê û pêde hatina nivîsandin û hizrên ku afirîna, wê werina xwandin û fahm kirin, Li ser wan re jî, wê êdî derketina ronasansê were û bibe.

Di vê demê de jî, wê zaneyên weke Spinoza, û hwd wê derkevin. Kopernîk, wê li ser astonomi û dunyanên dervî me serî wastêne. Li rojhilat jî zaneyên weke Elî Herîrî, Ibn Sîna, Ibn Ruşd, wê derkevin û wê bandûra wan bi felsefe wan re mazin bibe. Her wusa îmamê Xezalî ku bi aqilê xwe li gorî hin alimna ku faris bû û ku li gorî hin alimna jî tê gotin ku kurd bûya û ji ber vê yekê jê re îmamê Xazalî hatîya gotin, kartêkirina wan mazin a.

Li rojava, wê zaneyên weke Kopernik, Galileo, Bruno û hwd wê derkevin. Hizrên ku ew dihênin ser ziman, di warê felsefê, astronomî, fizik û hwd de, wê demeka nû ku bi navê "dema aqil" wê bide vekirin. Piştî ku dema aqil ku ankû dema ronasansê destpêkir, wê êdî ji felesefê bi ber zaniyarîya felsefê ve dem herê ûbi herike.

Dema ronesansê[biguherîne]

Galileo, yek ji destpêkerê zanista modern e[6]

Dema ronesansê, ji xwe bi navê wê kifşa. Wateya navê wê, ji nû ve bûyîn e. Di vê demê de, ji aliyê aqil ve pêşketina mezin dibe. Di jiyanî de, huner, çand, wêje û hwd jî pêş dikeve. Roman, tên nivîsandin. Cervantes, wê romana Don Kîşot dinivîsîne. Weke wî gelek mirovên din diderkevin. Huner û wêje pêşdikevin. Piştre di qada avadaniyê de demeke piştî dema ronasansê tê, ku zanist jê re dibêjin dema barok ku weke kûrbûna dema ronasansê jî tê dîtin û şîrove kirin. Di vê demê de peyker, huner û avadanî û hwd pirr zêde pêş dikevin. Nîgar û çêkirina wan, bi destê yên weke Leonardo Da Vinci, Michelangelo û hwd wê pêş dikeve. Nîgarên ku ew çêdikin, wê piştre weke nirxa hunerî ya giranbuha werina dîtin.

Piştî dema ronsansê, zanistên weke Descartes, Bacon û hwd diderkevin. Bandora wan bi teybetî di felsefê de xwe dide der. Ew felsefeyê bi jiyanê re pêş dixin. Lê felsefeya wan dibe temenê zanîsta mezin û ankû felsefeya zanîstî jî. Di vê demê de fîlozofên weke Jean Calvin, George Berkeley û hwd diderkevin û nêrînên nû di aqil de didina çêkirin. Ev filozof, xwediyê rêbaza bi navê îdealîzm bûn. Ji bilî vê rêbazê, materyalîzm (ango pêzewarî) bi pêş dikeve. Piştre jî, wê hin bi hin kutubên din jî pêş bikevin. Mînak, emprîzm û hwd ku zanistên weke John Locke, David Hume û hwd pêşengiya wê dikin pêş dikevin. Piştre jî, li ber wan gelek zanistên din jî diderkevin.

Zanîn û pêşketina wê[biguherîne]

Zanîn, weke beşeka giring ku divê ku mirov bi dema ronansansê de bêne ser ziman. Ev zanîna ku di vê demê re bi ronansansê re tê ser ziman, rengê wê li ser felsefe û lêkolînkirin l ser felsefê ku ser fêran û cerban re ya. Yanî, bi awayekî gin û gotinaka din, felsefeya zanistî, pêş dikeve.

Wêja, çand û weşangerî[biguherîne]

Di dema ronasansê de, bi pêşketinên wê yên piştî wê re weke pêşketinaka giring wê weşangerî û ankû "matbaa" pêş bikeve. Êdî wê pirtûk, werina weşandin, bi pirr minaqên wê re. Ronasans, ji vê re jî, bûya xwediyê destpêkekê. Çand, pêş dikeve. Ji xwe, gotina "netew"tiyê wê piştre li ser vê rewşa çandî û hwd re, wê rengê xwe bi pergalî û pêşketinîya xwe raxê li berçav. Ev dem, weke demeka destpêka pêşketina netewtîyê û pêşketina wê jî hatiya şîrove kirin.

Aqil, li ser temenê fêr û cerbê pêş dikeve. Mirov, ji bo ku kifş bike ji cihekî diçina cihekê din. Hertimî, mirov dixwezê ku tiştên nû bibîne. Bi wê re jî, milletên nû jî dibînin. Hevnasî û pênasî dibêt. Bi vê re, lis er aqil re, demeka serdestî û serwerîyê wê hin bi hin li gorî wê pêşketinê û asta wê pêş bikeve.

Awadanî û mîmarî û dema barokê[biguherîne]

Dema barokê, weke demaka ku tê gotin, herî zêde dema awadanî û mînarîyê ya. Di vê demê de, ser wê re huner pêş dikeve. Bi wê rengê, Barok, weke demeka hunerî jî tê nasîn û bi nav kirin. Li ser wê re, êdî wê hizrên nû û beşên nû ên hunerî û awadanî pêş bikeve.

Ev dema barokê, herî zêde weke dema wê sadsale 17'min û hwd tê hasibandin. Piştî wê re jî, dema aqil wê bi pirr awayên xwe pêşketina xwe bide çê kirin û pêş bikeve. Dema Barok, weke ku ji vê re jî, dibê temenekî şenber ku bi awadanî û minaritiyê hatiya çê kirin a. Aqilê demê ku fêr û cerbê ji xwe re esas digirê, vac û ankû ku bi navê wê yê din mantiqê bêhtirî li pêş û esas digirê. Ev jî, dike ku bêhtirî bi nerînê re fêr û cerb derkeve li pêş bi qiymettir bibe.

Dema zanistê[biguherîne]

Dema zanistê, weke dema ku piştî dema ronasanê û barok ku destpêkiriya û dîroka wê ji sadsale sadsale 18'an û hwd tê dest pê kirin a. Di vê demê de, wê felsefe û ankp felseyefeya zanist êdî bi metodên xwe derkeve li holê. Minaq, felsefeya dîyelektikê yek ji wan felsefeya. Her wusa, êdî di vê demê de wê bi tememî zanist pêş keve. Zanista ku li ser esas û temenê cerîbandinê êdî pêş dikeve. Dema zanistê, weke dema aqilê ku ji di ancama ceribandinê de hatî bidest xistina jî.

Piştre zanistên weke Kant, Hegel, Marks û hwd wê derkevin û wê hizrên xwe bênina ser ziman û wê bihizrên xwe re demekê bidina destpê kirin. Zanyarên weke Albert Einstain, Sigmond Freud, û hwd, wê demekê bidina destpê kirin. Einstein bi fizikê wê hizrên xwe bêne ser ziman Teorîya Dîtbarî û ankû 'rolatîvît' ya wî ya[7]. Fureud jî psikanalizê pêş dikeve[8]. Piştre Marks Blank, wê Kuantumê, teorîya wê bi ya fizikê çê bike.

Ev dem, weke dema sadsale 19'an jî tê binavkirin. Sadsalên 18'an û ya 19'an weke sadsalên zanist û pêşketina wê na. Piştre jî, wê ev pêşketina van sadsalan wê heta sadsale 20'an jî bidomê. Di êdî di sadsalan de, wê felsefe bi rengê felsefeya zanist û ku bi tememî li ser esasê ceribandinê bi rê ve diçê û pêş dikeve wê bi pêşve biçe. Ceribandin, êdî weke rêbazeka giring ku di de kifşkirina. Di ancama wê de, fizîk, teknolojî, biyolojî û hwd, weke beşên ku bi zanistî pêş dikevin in. Di ancama wê zanin û zanist û felsefe û û dîroka wê de ev pêşketin dibêt[9].

Rêbazên zanistî[biguherîne]

Rêbazên felsefekî, rêbazên fêr û cerbê bûn. Bi teybetî, weke rêbaza vacê û ankû mantiqê, wê di temenê dîtin û bi çavdîtinê re wê pêş bikeve. Li ser wê re jî, di temenê fahm kirina wê de, naskirin û bi wê re fêrbûn, wele rênbazê wê ya bû.

Ev rêbaza cerbê û fêrê, wê piştre jî, pêş bikeve. Li ser wê re zaynarî wê pêş bikeve. Zanyarî, di temenê ceribandinê de û bi wê re weke ku di roja me de tê gotin "deneyê" re pêş bikeve. Bi wê re, bi zaynarîyê re di temenê ceribandin û deneyê re, care pêşî, gotina "kûbay" ketina jîyanê de. Kûbay, weke jînda û ankû mirov jî bê ku di nav de, tişta ku li ser wê bi ceribandinî rêzbaz tê pêşxistin a.

Teknolojî[biguherîne]

Information icon.svg Gotara bingehîn: Teknolojî

Teknoloji, divê ku mirov weke ancamake giring ku di ancama wê pêşketina serdem û dema zanistê de ya. Teknoloji, bi wê êdî serdestiya wê li jiyanê bûya. Înternet pêşketiya. Bi wê re gelek cûreyên din ên teknolojiyê pêşketina.

Serdema pêşîya pêşketina teknolojiyê di sadsale 20'an de destpê dike. Lê serdema wê ya duyem ji sale 1950 û hwd, dest pê dikiriya û di vê demê de rengên teknolojuyê û awayên wê pêşketina. Înternet yek ji wan a. Telefonên berîkan yek ji wan in. Şandina peykan li azmana bi ragihandin û TV'yan û hwd jî bûya.

Lê teknoliji, bûya temeneki giring bû pêşketina bilojiyê jî. Hemû amûr û tiştên ku bi wan lêkolîn tê kirin bi kifşkirinên teknolojiyê û teknikî re pêş dikeve. Minaq, amûşrên lêkolînî ên bo biolojikî û hwd jî ji wê na.

Biyolojî[biguherîne]

Information icon.svg Gotara bingehîn: Biyolojî

Biyolojî, di dewama wê de pêş dikeve. Lê biyolojî, ji wê pirr sûd digirê. Î ro, weke ku çawa gelek cûreyên teknolojiyê weke înternet û hwd pêşketina, her wusa, di qada biolojiyê de jî, pêşketinên weke genetikî ku weke şoreşê tên hasibandin di vê warê de bûna.

Îro, li ser pêşketinên biolojiyê re, di qada beşkirin û ankû şifakirinê de û dermankirinê de jî, gavên mazin hatina avêtin. Bi wê re jî, ji nexweşîyên weke pênceşêrê û hwd re jî, li ser çareyên wan ku wê çawa derman were kirin û başkirin bibe, li ser lêkolîn tên kirin. Bi wê re jî, li ser dermanan jî, lêkolîn tên kirin. Pêşketinên weke genetik û hwd jî, ji van re derfeteka mazin diafirêne ku werina pêşxistin. Genetîk, di salên 1960'î hwd de, ji aliyê Creg û Biston ve hatina pêşxistin. temenê wê hat avêtin. Piştî wan re jî, li ser lêkolînên wan re lêkolîn hatina kirin û pêşketinên hê maztir bûn. Lê ew weke destpêkê bûn.

Civaknasî[biguherîne]

Civaknasî, dîroka wê bi dîroka şariştaniyê re dest pê dike. Di dema sumeriyan de, pêşketineka wê hin bi hin tê ser ziman. Bi teybetî, di dema gutî û hurrî û mîtaniyan de, divê ku em bahsê ve bikin. Heredot, di pirtûkaya xwe Dîrokê de, bahse civaknasiyê dike. Bi teybetî, di dema ku bahse Medya û keyê wê Diyaqos dike, dibêje ku "Wî gotiya ku ezê xwe bidima civakasiyê û pêşxistina wê."[çavkanî pêwîst e] Bi vê rengê pêşketina wê heya. Bi teorîkî, pêşketina wê, bi felsefê re êdî ji van deman û de, wê zêdetir bidest pêşketina xwe bike.

Di demanên piştî zayinê de, bi teybetî, emê bibînin ku hê zêdetir, ev pêşketin heya û pêşketîya. Zanistên weke Ibn Rust. Ibnî sîna wê li ser civaknasiyê bisekin in. Bi teybetî Bawê Henifê Dînwerî, divê ku m bi teybetî bahse wî bikin. Lê berî wî jî di dema Xwe Mazdek, wê li ser têkiliya di nava mirov û civatê de bisekinê. Wê di temenê têgihiştinî çînî de wê li ser bisekinê. Di dema Mazdek de, wê mazdek bibêje ku "xaniyên key tişî zêr in lê xalkê di bin destê desthilatdarîya wî bixizanî dijîn." Bi gotinên bi vî rengî wê balê bikişêne li ser civaknasiyê û pêşketin û jîyane civatê. Piştre jî, Zaneyên weke Îbnî Haldûn, wê di pirtûka xwe ya bi navê "mûqaddîma" de jî, em çerçoveyeka xort ya civaknasî dibînin.

Di sadsale 20'an de, wê zaneyên civaknasîyê wê derkevin. Bi teybetî, wê bi teorîkî li ser mijarê bisekin in. Civaknasin weke Gordin Cild, Max Weber û hwd çend ji wan civaknasan in. Wê dîroka wê civaknasiyê binivîsênin û wê temenê wê bi darêjkên wê yên civakî û civakî pêş bidixin.

Zanista ramyariyê[biguherîne]

Zanista ramyariyê (siyesetê), ku em bahse dîroka wê bikin, divê ku em dîroka wê herina heta dema sûmerîyan. Bi teybetî, emê bi hizirî û teorîkî pêşketina hizra wê, di demên berê zayinê de di sadsalê 5'min pêde, di temenekî hemdemîya dema me de em dibînin. Homeros, di pirtûkên xwe yên bi navê Îyada û Odeseus û hwd de, dimenekî têne ser ziman. Her wusa, Aristoteles, siyeseta demê dîmenekî wê di nivîsandinên xwe de daye der ziman. Platon, di pirtûka xwe ya mazin ku ji axiftinên sokrat pêktên, wê dîmenekî pirr mazin ê desthilatdarîyê di temenê nêzîkatî û têgihiştina wê de bide ser ziman. Di pirtûka Arîstofanes ya bi navê "şerên peleponezê" de, ku bahse şerên di navbera Athena û Îsparta de dike de, ku ev şer bi salan didom in, bahse rêveberî û gavavêtinên wan dike.

Ji aliyê felsefe ve hanîna wê ya li ser ziman, wê bi vê yekê, di demên piştre zêdetir bibe. Îbnî haldûn bixwe jî, di pirtûka xwe ya bi navê mûqaddîma de di çerçoveya wê de hin gotinna xwe jî dihêne ser ziman. Her wusa Ahmedê xanî, jî bahse wê dike û di temenê ku mazinbûna zaneyên mazin ê civatî ku pêşengîya civatê bikin de têne ser ziman. Gotina "ku heba siltanekê meyê heba li ser serê me, .." di berhema wî ya Mem û Zîn'ê de di buhurê û ji dil dihêne ser ziman.

BI teybetî, di dema sadsale 20'an û pê de, wê bi zanistê beşên zaniyarîya sîyesetê werina vekiirn û sîyesete were xwandin. Wê di derbarê felsefe siyesetê û ankû ramyarîyê de wê wê were pêşxistin. desthiatdarîya siyesî 20'an, bi zaninekê bi rê ve herê.

Siyeset, li ser esas û nirxên civatî ên pêşketî na tê kirin. Bi wê re tê meşandin. Siyeset, bi teybetî, civate ku di nava wê de tê kirin, divê ku zimanê wê hilde cidiyetê û gotin û têgihiştina xwe bi wê bêne ser ziman, da qana ew sîyeset bibe ya wê û bi navê wê. Di temenê parastina ziman û dîrokê de û buhurandina li demên pêş de sîyeset bi pergalî û bidestê rêveberîyê karekî giring dike û roleka giring dileyizê. Zimanê siyesetê, bi qasî gotinên bi navê têgihiştinê di wê de tên ser ziman û giringiya wan, her wusa, giirngiya bikarhanîna zimanê civatê jî weke wê heya û ji wê zêdetira jî[10][11].

Tendurîstî[biguherîne]

Tendurîstî, di destpêka jîyana mirov de pêşektina wê dibê. Di dema ku devereka me, birindar dibe, em hewl didin ku wê baş bikin. Dema ku ji deverkê xwûn di herikê, em pêşî dikin ku wê xwûnê bidin sekinandin. Di serdema dema sumeriyan de wê mirovên ku êdî başkirinê bikin, wê pêş bikevin. Bi teybetî, wê vê yekê êdî weke karekî bidina berxwe. Lê dem ku tê sadsale 6'an û hwd, êdî wê bi zanistî pêşketina wê bibe. Tendurîst, yê ku rêgezên nêzîkatiyê bi navê "Sûnda Hîpokrat" bû, fîlozofê dema antîkî ê Hîpokrates bû. Wî, ev pêşxist. Piştre jî, ev weke temenekî giring, di hemû beşê tendûrîstîyê de ên ku heta roja me afirîna de bicih bûya.

Bi felsefîkî ji, wê zanyar li ser bisekin in. Herî zêde ku ne bin 22 berheman re nivîsandiya Bawê henîfê Dînwerî, wê bi teybetî çend berhemên wî tenê li ser dermankirin û şifakirinê bin. Weke wî, Ibn Rust û îmanê Xazalî jî çend gotin li ser wê gotina. Bi teybetî, ji dû aliyan ve li ser hatiya sekin. Aliyê pêşî başkirina laş û ankû fizîkî ya. Aliyê din jî başkirina gîyanî û ankû derûnî ya. Heta roja me jî, ku divê ku em genetikê jî weke pêşketineka di temenê tendûrîstî û pêşketina dermankirin û başkirina wê de bênina ser ziman, pêşketinên mazin bûna. Di roja me de, li ser pirr nexweşîyên weke pênceşêrê ku dihat gotin dermanê wan tûna ya êdî hin bi hin dermanê wan tê çê kirin. Yanî, êdî bi wê re jîyane mirov bi awayekî hê baştir bi tendûrîs bi rê ve diçê. Çend ku tndûrîst pêş dikeve, her wusa, êdî mirov jî ji nexweşîyên xwe re çareyan dibîne û bêhtirî bi başî êdî dijî.

Derûnî[biguherîne]

Derûnî, û ankû bi navê ku tê naskiirn psikolojî, weke aliyekî giring ê mirov ku bu tendûrîstîya mirov ve tê ser ziman a. Di sadsale 20an de, mirovên weke Sigmond Freud, navê wan bi psikanaliz û danîna temenê wê re navê wan derket. Lê dîroka wê berî wî jî hebûya. Bi teybetî, gelek zaneyên weke Baweê henîfê dînwerî, Îbnî Sîna, Ibn Rust û hwd jî li ser wê sekinîna û jî aliyê gîyanî û ankû derûnî ve ew kirina ku bênina ser ziman.

Nexweşîyên ku weke xweşiyên derûnî na, nexweşîyên depresyonê û hwd hena. Bi teybetî, di sadsale 20'an û pêde, derûnî, weke beşek giring a tendurîst di jiyane mirov de bicih bû. Mirovên ku derûnîya hinekî xirab bû, berê di nava kurdan de ji wan re "dîn" dihat gotin. Ji ber vê yekê û gotinên bi vî rengî, piştre jî, gelek mirovan, ji bo ku ev gotin ji wan re newê gotin, piştre ku pirsgirêkên wan hebûna jî, ne hiştin ku were li berçav. Bi wê yekê, her pirsgirêkênx we di nava xwe de dijîyan. Lê di sadsalêe dawiyê de hin bi hin di vê warê de jî pêşketineka giring di temenê başkirin û ankû li ser derûnîyê sekinîn pêşket. Mirovên weke Sigmund Freud, Erich Fromm û hwd, çend ji wan derûnvanên dema me na ku gelek berhem jî nivîsandina û li şûn xwe hiştina. Hê jî, di gelek warên derûnîyê de nîqaş tên meşandin ku werre hê pêşxistin. Civeteka ku hemdem û pêşketî, wê hertimî pirsgirêkên derûnî pirr zêde di nav de rûbidin. Ji ber vê yekê, weke pêwîstîya pirr giring êdî lê tê nerîn.

Di temenê ceribandinên derûnî de, bi mirovan re gelek sawalên weke meymûn, sa û ankû kuçik û hwd jî dihên bikarhanîn, Bi teybetî, ji her aliyê ve dihê xwestin ku were fahm kirin. Derûnî nexweşîya jîyane mirovên jîyane dema hemdem a. Ji ber ku di dema hemdem de pirsgirêkên hizirkirinê gelek in. Ji ber vê yekê weke Depresyon, stress û hwd, çend ji wan nexweşîyên ku dikarin bibina temenê nexweşîyên fizîk jî diafirin. Hatîya kifşkirin ku stress dikarê bibe temenê wê ku xwûn herê ser mejî[12].

Stêrzanî û fizîk[biguherîne]

Stêrzanî, weke beşeka giring ku di dema sumeriyan de jî pêşketîya. Di demên berê de û ankû di dema sûmerîyan de, li stêran dinerîn û roj û dema xwe kifş dikirin. Ev kevneşopî, heta roja me jî, di nava kurdan de pirr mazin hebûna xwe dide domandin. Di dema Sûmerîyan de, dihat bawer kirin ku "dunya weke tepsîyekê rast a." Dihat gotinku stêr û dunya û ankp gêrverk hemû, bi azmanan ve dalaqandîna. Ev bawerî jî, hê jî, di nava kurdên botanê de mazin dijîya. Dihat zanîn. Stêr, weke amûrna û ankû tiştan ku baxtê mirov jî dihat kifşkirin bi wan, BI vî rengî dihat bawer kirin. Ji ber vê yekê, "fal" pêşketina. Yanî, bi wan pêşaroja xwe dîtin û hwd. Di dema Medîya de, Rêmildan hebûna. Rêmildar, mirovên ku li azmanan û stêran dinerîn û dizanîn ku wê sibaroja me çawa bê.

Piştre ev zanînên bi stêrzanîyê re, wê pêşbikevin û wê fizîkê û zagonên wê pêş bixin. Mirovên weke Kopernik, Galileî û û hwd, wê ji wê rewşê gav biavêjin û hinekî bi pêş de herin û fahm bikin. Bi wê re, wê hewl bidin ku ka rewşa azmana çawa ya. Piştre di domana wan de, mirovên weke Einstein, wê werin û bi teybetî, destûrên fizîkî bi awayekî pirr mazin bidina kifşkirin. Nivîsandina wan, wê weke şoreşekê were dîtin. Di rastiyê de jî wusa bû. Piştre, ev rewş, wê di sadsale me de, bibe temenê ku heta ku mirov bi kiştên fezeyê herê serheyvê û li dunyên din ê dervî me rêwîtîyê li wan bike. Bi vê yekê re, êdî cihane di dervî me, zanîna me, di derbarê wê de mazin bû û pêşket. Î ro fîzîk, weke beşeka giring a aliyê pêşketina mirovatiyê ya.

Werza[biguherîne]

Werza, û ankû bi navê wê yê dîn matamatîk, pêşketina wê, ku mirov lê dinerê, divê ku em herina ta dema sûmerîyan, bi teybetî, di temenê şekl û ankû awayan de, xîzkirin kirina. Li ser sêkoşa û ankû çarkoşayan de di rastkirina wê de di rastkiirinê de bûna xwediyê afrîner. Lê piştre, wê bi navkirina wan xîz û afirandinan wê bibe. Minaq, hijmartina hijmaran, gaomatri û hwd wê bibe. Bi teybetî, êdî piştre rengê gaomatrîyê pêşdikeve. Minaq, gaomatrîya Oklîd û ankû oklîda dahûrî û hwd pêş dikeve. Li Masopotamya, pêşketina matamatikê, weke aliyekî zanistî ê pirr giring ku pêş dikeve ya. Minaq, hasibandina bi stêran li di dema masopotamya de pêş dikeve. Piştre jî, di dema felsefe de di dema antikî de wê bi felsefe re pêş bikeve. Zaneyên weke Meleyê Cizîrî û hwd li ser 'Cebir' sekinî na. Ev bi gotinî jî pirr tê gotin û li ser tê sekin in.

Zaneyên weke Bawe henîfê Dînwerî, Îbnî Sîna, bnî Rûst Omer Hayyam û hwd, wê li ser bisekin dihizrên xwe de. Piştre jî, bi astronomiyê re pêş dikeve. Zaneyên ku bi kifşkirina asmanan re bi erk in wê pirr li ser matamatikê bisekin in. Descartes wê li ser wê bisekinê û 'kartezyanî' wê bi wî re were bi nav kirin. Galîlaî, Kopernik, Bruno û hwd, wê di hizrên xwe cih ji matamatiikê re vaqatênin. Aristo, bi dema xwe re li ser sekinîya. Galilaî wê hinekî dîn aristo û teorîya wî pêş ve bibe. Piştre wê di sadsale 20'an de zaneyên weke Einstein, wê matamatikê weke rêbazekê di gelek beşên zanistiyê de weke temen bicih bikin ku li ser wê re lêkolîn were kirin. Ji aliyê teorîkî ve li hijmaran, gaf û gaomatriyê nerin û bi wê re têgihiştin hatiya afirandin. Minaq, Kepler, weke filosofekî li ser tevhgerîyên gêrverkan sekinîya û bi wê re kiriya ku bi hijmartinê re pêş bixe. Nawton wê prensibên Matamatika hemdem bi nivîskî bêne ser ziman. Bi wê re, heta roja me, wê gelek zanyar û zanist li ser matamatikê bisekin û her roj, roj bi roj aliyên wê ên din ên nû kifş dikin.

Mesopotamya, li wê, matamatik pirr pêşketîya. Minaq, rêmildarên Medî, bi astoromiyê pirr mijul bûn. Bi wê re jî, karê hijmartinê û hwd pirr pêşxistin. Thales, bi salan di nava wan de li Mediya dimene. Tê gotin ku Thales bixwe jî matamatik ji wan pirr baş fêrbûya.

Sîmya û sîmyagerî[biguherîne]

Sîmya, weke beşeka zanistî ku heyîn û awayê ku lêdikolê ya. Berî jiyanê, ji bo bahse tişta bikin û wan bênina ser ziman hizrên bi rengê ku tê gotin ku weke av, agir, hewa ax hatîya ser ziman. Hatiya bawer kirin ku hertişt ji wê diafirê. Sumeriyan bawer dikir ku "mirov ji axê ya". Bi wê re, piştre jî, di demên felsefe pêşket, hêdî hizrên ku li ser wê temenê jî lê bikolin pêşket. Minaq, Demokrîtos, tê gotin ku pêşî hizra "atom"ê avêtiya li holê weke temenê wan jî. Ev, wê êdî bê temenê pêşketin û hizirkirinên din jî. Piştre, ev wê bê temenê hizirandin bi filosofan re. Piştre jî wê bê temenê lêkolînê jî. Di serdema navîn de, bi navî "sîmya" hatîya ser ziman.

Bi wê re felsefe, hertimî hatîya niqaş kirin. Minaq, hatîya niqaş kirin ku "jiyanê, ji kîjan nûqtayê destpê kiriya. Ev pirseka ku hatîya ser ziman. Hizra, ku hemû "jîyayê ji nûqtayekê destpêkiriya", wê piştre jî, were pêşxistin. Di temenê fahmkirinê de, wê piştre kîmya pêş bikeve. Minaq, êdî weke beşên wê ên din jî, ên ku wê pêş bikevin hena. Sîmya fizîkê, Sîmya Biolojiyê, Sîmya benetan û hwd, wê pirr navên din wê derkevin. Di temenê lêkolinê de, ku ka 'tişt, ji çi diafirê' hewl didê ku wê fahm bike. Bi vê yekê, weke pirse herî giring ya sîmya, ew a ku "tişt, ji çi diafirê ya." Bi vê yekê, hewldane fahm kirinê pêre pêşketîya. Sîmya, weke awayekî biolojikî ê felsefeya berîzayinê û hwd jî bûya. Minaq, Aristo, bi aqil û mantiqê ku meşandiya xwestîya ku fahm bike ku ka destpêka jîyane çawa bûya. Piştre wê ji çi pêşketîn bûya. Dawîya mirov çawa dibê û hwd, weke pirsan ku hertimî li bersivan hatiya lêgerin. Hizrên ku piştre temenê felsefeyên filosofan afirandin ên weke "guharandin" û ne guharandin" û hwd jî ji wê nûqtê destpêkiriya. Biqasî fahm kirina ku 'tişt, ji çi diafirê' wilqasî giringa ku simya bersiva wê bibîne ku çawa pêş dikeve û di dawiyê de wê çi bibe jî ya[çavkanî pêwîst e].

Dîrok[biguherîne]

Dîrok, weke beşeka giring divê ku mirov bibêje ku bi têgihiştinî heya. Di dema ku em gotina dîrokê hildina li dest, ji du aliayn ve wê wê hildan li dest, Aliyekê, ew a ku ji aliyê rûdawên dîrokî ve ya. Aliyê din ve jî, her wusa lis er metod û awayê nêzîkatîya bihizirî û felsefî ya li wan rûdawên di dîrokê de na. Ji vê aliyê ve, bi teybetî, di demên berê de, di dema ku dîrok hatiya hildan, di temenê weke dîrok weke bûyarna ku rûdaye hatîya ser ziman. Lê piştre, Zanyerên weke Platon, Aristo û heta ku tê dema Îbnî Rûst, Îbnî Sîna Îbnî Haldûn û hwd, hizrênx we li ser dîrokê û nêzîkatîya wê hanîna ser ziman. Îbnî haldûn, di pirtûka xwe ya bi nav "muqaddîma" de dibêje ku "dîrok bi hev ve girêdayî û li dûvhevdû tê divê ku were ser ziman." Bi vê rengê ew nêz dibê.


Piştre wê ev nêzîkatî, weke metod û nêzîkatîya giring wê pêş bikeve. weke metodaka zanistî wê pêş bikeve. Zanyarên ku piştre hizra xwe bi dîrokê re û di derbarê wê re hanîna ser ziman de jî, di vê temenê de hanîna ser ziman. Marks, bi heve girêdayî têne ser ziman û piştre wê di wê xate wî de ew awayê hanîna wî, wê temenê hemû zanyarên di wê de de ku tênina ser ziman. her wusa, beşên din ên zanistî û felsefîkî de jî, wusa tê ser ziman. Yê ku herî zêde ji vê aliyê ve temenê nêzkatîya dîrokê bi gotina "dîyalektîkê" de mazin bi teorîkî pêşxist l gorî dema hemdem ya sadsale 20'an, Hegel bû. Piştre jî, zanyar û zanistên ku felsefe hanîna ser ziman, bi wê nêzîkatiyê û di temenê de wê hanî ser ziman.[13].

Çapemenî[biguherîne]

Information icon.svg Gotara bingehîn: Çapemenî

Çapemeni, piştre di demê de pirr zêde pêşket. Çapemeni, hem temenê ragihandinê û hem jî temenê serdestî û serwerîya desthilatdarî a hem li hundurê welêt û hem jî car bi car dervî welêt a. Di temenê afirandina nirxên civatî bi bi civatê dane herêkirin û pejirendin a rewş û tiştan, çapameni pirr tê bikarhanîn. Weke amûrên çapameniyê televîzyon, rojname, kovar, radyo, înternet, pirtûk û hwd bûna û pêşketina.

Çapameni, bi ragihandinê re, çend ku dem tê ve diçê giring û bandûra wê zêdetir dibê. Ji ber vê yekê jî, weke beşake serdestîyê ku herkesek û ankû her civat di xweza xwe bigihêne pêşketina herî baş bi çapameniyê re.

Îro, hin bi hin awa ş şeklên nû ên ragihandinê li ser teknolojiyê û pêşketina peykan û şandina wan a li azmana re pêş dikevin. Teknoloji, pêvajoyên peresendinê bi civate re dane çê kirin û dide çê kirin. Li ser wê re, civatên teknik û ankû teknolojikî pêş dikevin. Nifşên ku êdî li wê herî zêde serdestiyê çê dikin bi xwe re pêş dikevin. Bi wê re jî, pêvajoyên xwe yên pêşketinê ên nû dijîn.

Metodên hemdem ên ku tên bikaranîn[biguherîne]

Îro, tendûrîstî û hemû beşên din ên zanistiyê, pirr mazin pêşketina. Di tendûrîstiyê de, kifşkirina genetikê, û bikarhanîna, Kifşkirin di derbarê teknolojiya Molekulan de, û hwd hena û bandûra wan pirr mazin a. Teknoloji, pirr mazin pêşketîya. Kompîtûr, teleskop, mikroskopên elektronîkî û hwd, pêşketina û bi wan ceribandin û lêkolîn û kifş tên kirin. Kompîtûrên ku qaydên ceribandinan digrin, êdî xwediyê arşîveke mazin ku êdî di her demê de ji wan sûd tê girtin in.

Di vê temenê de, îro, beşên din ên weke botanîkê, matematîkê û hwd jî, divê ku mirov bi teybetî bêne ser ziman ku ev beşna ku di temenê wê pêşketina zanistî ên dema me na. Matematîk û fizîk, bi hevdû re zewicendinaka mazin di roja me de kirîya. Bioljiyê û botanîkê û hwd, bi hev re lis er xwezayê lêkolînên mazin dikin. Bi genetikê, kifşên mazin tên kirin. Teknoloji û înternet, çend ji wan aliyên din ên ku dihên bikarhanîn in.

Çînîkirina beşên zanistê[biguherîne]

Bi teybetî, îro, weke beşên bioloji, teknoloji, fizîk, û hwd, beşên ku êdî bi serê xwe pêşd dikevin hena. Bi wê re jî, beşên Derûnîyê ên weke 'beşa derûnîya civaknas', 'beşa civaknasa derûnî' û hwd, hin bi hin pêşketinên xwe dikin. Beşa rewîstê û ankû ahlaqê pêşketîya û ji felefê û olê cuda xwediyê pêşketina xwe ya. Çînîkirina beşan û salixkirina wan, aliyekî din ê pêşketina zanistê ya ku di roja me de pirr pêşketîya.

Ol[biguherîne]

Ku em bahse olê bikindivê ku em biyetê, bahse dîrokeka pirr dem dirêj bikin. Ji dema Sûmerîyan û heta ku tê roja me, pêşketina wan bûya. Ola pêşî ya di temenê totem û animismê de ya. Piştre mîtoloji pêş dikeve- Wê piştî wê re jî olên yek xwûdayî pêş bikevin. Ola pêşî ya yek xwûdayî jî Êzîdîtîya. Ola duyemin ya yek-xwûdayî Cihûtî ya. Ola sêyem ya yek xwûdayî Filehî û ankû xiristiyanî ya. Û ola çarem ya yek-xwûdayî jî Îslemiyet a.

Felsefeya zanistê[biguherîne]

Felfeseya zanistê, divê ku mirov bibêje ku wê ji piştî ronsansê re temenê wê hin bi hin pêş bikeve. Lê ji sadsale 19'min û pêde, wê bi lezeke mazin êdî pêşbikeve. Mirovên weke Agust Cemte wê pirtûka "ceribandin û metodên zanistê" binivîsêne. Ev jî, wê bandûra wê mazin bibe.

Her wusa felsefeya pozîtîvîzmê û felsefeya dahûrîyê û ankû felsefeya analîtîkîtiyê, çend ji wan felsefeyên dema zanistê û ankû ên felsefeya zanistê na. Weke beşna ku em bi navkin, vac û ankû mantiq, tiştayîtî, Rexnegirîtî, aqilmendî û ankû realisim, Sedemgerî, û ankû fesefelya ku tenê li ser sedema ava ya. û hwd, çend ji wan beşên ku li berçav tên girtin in di felsefeya zanistê de. Her wusa her yek ji wan felsefeyan, xwediyê metodên xwe yên bikardihênê jî ya. Di bin vê beşê em dikarin çend ji van beşan bênina ser ziman:

Felsefa û çavlêgirtin û ankû 'punkt'[biguherîne]

Felsfeya ku bi teybetî li ser nûqteykê mijul dibê ya. BI teybetî, di wê nûqtê de kûr dibê û hewl dide ku bi wê r bide fahm kirin. Her nûqta, di felsefê de xwediyê wateyekê ya.

Çapameni û niqaşgerî[biguherîne]

Li ser çapameniyê re bi zanistî lêkolîn kirin û axiftin a. Minaq, di roja me de kovar "sciense" û hwd, yek ji wan komarên giring ê zanistiyê ya. Hertimî mijarên zanistî bi felsefê dihilde li dest û dihêne ser ziman.

Ol û zanistî[biguherîne]

Ol, di dema ku lê tê nerin, weke mijarekê ji aliyê zanistê tê hildan li dest û lêkolîn. Ji dêla ku olekê hilde li dest û olzaniya wê fahm bike, hemû olan bi dîrokê re li dûv hevdû li gorî rêza wan dihilde li dest. Bi wê re dixwezê ku ji destpêkê heta roja me, hewl bide ku fahm bike Bi vê re jî, gotina "ol û zanist" weke gotinaka teybet û giring derketiya li holê. Î ro, zaniyar û beşên zanistê ên ku bi teybetî dîroka olan lêdikoln hena. Metoda wan jî, ew a ku hemû olan bi nirx û dîroka wan û awayê pêşketina wan re fahm bikin.

Di sadsale 20'an de zanîn[biguherîne]

Sadsale me û ya berî me, tevkiriyaka pirr girigin li zanistê kiriya. Gelek beşên wê pêşxistina. Beşên zanistê bi perwerde jî pêşxistin. Îro, em dikarin bêjin ku zanebûneka me ya pirr giring heya ku em li berçav bigrin. Ev zanebûn, tenê hewceyî pê heya ku mirov li ser lêkolîn bike. Rojeva, piştî dema ronasansê re pêşketina wê mazin bû. Bi wê re jî, weke pêşengîyek ji bi zanistî kir. Îro jî, bi pêşketina wê zanistitiyê re ew didomê. Beşên zanistê û çînîkirina wan û pêşketina wan mazin bûya. Zanist, bi teybetî, temenê serdestîya mirov a li jyanî diafirêne. Bo bê yekê jî, ji ber ku rojava di zanistitiyê û pêşketina wê de pêşket û ket rewşa pêşengiyê de î ro ew weke hêze mazin ya serdest û serwer a li cihanê[14].

Di sadsale 20'an de, zanîn, ji her demê zêdetir pêşket. Zanin li ser temen û esasê lêkolîn, ceribandin û fêrê pêşket. Dîrokeka ku buhurî, weke ku bû temenê şoreşan di qada zanîn û têgihiştinê de. Teybetmendiya sadsale 20an a bi zaninê û pêşketina wê re ew a ku beşên zanînê pêşdikevin. Zanist êdî bi awayekî sazûmanî tê kirin. Êdî enstûtiyên zanistiyê ava dikin. Enstûtiyên ku hizir diafirênin ava dibin. Bi wê re, ev dibê temenekî mazin ku zanin pêşke bikeve. Her wusa, sazûman pêş dikeve bi sazîtî. ev jî, aliyekî nû ê ku divê ku mirov wê bi teybetî bêne ser ziman a. Sazîtî, ew a ku êdî ne weke berê li ser milê filosof û ankû zanyaran pêş ve diçê. Her wusa sazî bi sazûmana wê tên ava kirin û pêş dikevin. Di sadsale 20'an de, zanyarin weke Einstein, Freud û hwd, wê temenekî baş û mazin biafirênin. Fizîk, bioloji, teknoloji û hwd, wê şoreşekê bidina kirin bi heyîn û hebûna xwe re di nava jîyane civatê de. Leze pêşketinê û bûyîna wê zûtir dibê. Ev jî, dibê. Zanîn, êdî tê we astê ku herkes dikarê wê biafirêne.

Sadsale 20'an, pêşketinên wê ên weke şoreşa zanyariyê ku em dikarin bênina ser ziman, bi zawaca matamatik û fizîkê re ku zanyarin weke Einstein dane kirin re wê mirov êdî herîna ser heyvê. Wê li gêrvêrk û ankû dunyayên din ên dervî me, wê xwe bigihênina li wan û wê tirhikên jîyanê bigirihin. Li Emerika NASA, weke navenda lêkolînên vê, pêşket û hat nasîn. Her wusa, pêşketina dîn jî, bi biolojiyê re kifşkirina kodên genetîkê bû. Genetik, di dema ku ji sadsale 20an buhurîna li sadsale 21'ê, weke pêşketina hezar salê hat şîrove kirin. Ji ber ku buhurîna li sale 2000'an, weke "mîlanyum" bûn. Yanî buhurîna ji hezarsalekê buhurîna li hezarsale din bû. Kifşkirina milanyumê bûna genetik û çûyîna serheyvê bûn. Ev herdû pêşketin, bi serê xwe jî dîrok in û di zanistê de şoreş dan çê kirin. Gelek teorî, di vê sadsalê de pêşketin, weke ên temen. Hinek ji wan bi sereke ev bûn, ku hemû pêşketin ji binî didan kifşkirin:

Teorîya dîtbar û ankû teorîya rolatîvt[biguherîne]

Teorîya dîtbar, avakerê weke Albert Einstein bû. Ji du beşan pêk dihat. "Teorîya rolativt a teybet" û "teorîya rolativt ya gelemper" û ankû giştî bû. Ev teorî, di wê de, matamatik, gaomatrik û û hwd bi hevdû te bia wayekî sereke tên bikarhanîn. Formula teorîya Rolativt jî E=mc² a.

Kuantûm[biguherîne]

Kûantûm, avakerê wê, bi çend navan em dikarin bênina ser ziman. Max Planck, Albert Einstein, Niels Bohr, Werner Heisenberg, Erwin Schrödinger, Max Born, John von Neumann, Paul Dirac, Wolfgang Pauli û hwd mirov dikarê bêne ser ziman. Lê gelek navên din jî ku mirov bi rûmet bêne ser ziman û ku di pêşketina mirovatiyê re rol leyistina hena. Di avakirina vê teorîyê de, teorîya van mirovan li pêş bûya. Ev teorî danîna ser temenê wê û destûrên wê kifşkirina.

Di zanistê û pêşxistina wê de jin[biguherîne]

Jin, di dîrokê de jî, di pêşketina zanistê de bûya xwediyê roleka mazin. Herî zêde, di demên berê de, ji ber ku jin hîskirina wê xort bû, weke ya "falvan" hatîya û derketiya li pêş. Piştre jî, ev bûya. Di serdema navîn de, bi wê yekê, weke "pîrabûk" û hwd hatîna şîrovekirin û bi hezaran ji wan hatina qatil kirin. Ev jinên ku bi wusa hatina denezendin û kuştin hemû jî, jinên ku bi mejiyê xwe derdiketina li pêş bûn. Lê piştre jî jin rola xwe leyist. Bi teybetî, di sadsale 20an de, rola wê pirr mazin derdiketiya li pêş. Di hemû beşên zanistê de jin, weke mêr û biqasî wî û di hin beşna de ji mêr zêdetir jî derketiya li pêş bûya xwedi rol û û kar.

Bi şoreşa kurdistanê re pirsgirêka jinê pirr mazin hat ser zima. Şoreşên berê ku tenê di temenê bidest xistina mafê xwe yê weke zilêm ku were hasibandin de dihat ser ziman, di vê şoreşê de rol erka wê jî hin bi hin hat kifşkiirn, ew jiyanê de ji wan hat xwestin ku rol û weyna xwe bileyizin. Î ro, rewşenbîr, wêjavan, zanist û hwd, di hemû beşên ku tên zanîn û pêşketina de jin heya. Li cihanê jî jin, pêşketina wê bi hizirkirina wê û bi xwe afirandina wê pêşketîya. Bi teybetî, di her beşên zanistê de cihgirtin. Li her welatê, zanist, rewşenbîr, wêjevan û hwd, weke mêr û biqasî wî, jin jî heya û xwedî rol û afirînerîyeka wê heya. Jin û zanîn, bi hevdû re êdî pêşketîya.

Cureyên zanistê[biguherîne]

Zanistên civakî[biguherîne]

Zanistiyên xwezayî[biguherîne]

Çavkanî[biguherîne]

  1. Abdusamet Yigit; Qiyakser, Dîrok, adara 2013, Han, Berlîn, ISBN 978-3-942735-35-3
  2. Yek-xwûdayîtî û êzdatî, http://www.rojevakurdistan.com/index.php/kurdi/8597-yek-xwudayiti-u-ezdati
  3. Yek-xwûdayîtî û êzdatî, http://www.rojevakurdistan.com/index.php/kurdi/8597-yek-xwudayiti-u-ezdati
  4. Abdusamet Yigit; Qiyakser, Dîrok, adara 2013, Han, Berlîn, ISBN 978-3-942735-35-3
  5. Yek-xwûdayîtî û êzdatî, http://www.rojevakurdistan.com/index.php/kurdi/8597-yek-xwudayiti-u-ezdati
  6. "Galileo and the Birth of Modern Science, by Stephen Hawking, American Heritage's Invention & Technology, Spring 2009, Vol. 24, No. 1, p. 36
  7. Albert Einstein, Rolatevîtet teorî
  8. Sigmond Freud, Moses und die Monotheismus
  9. F. Hegel, Enzyklopädie der philosophischen Wissenschaften im Grundrisse
  10. Ibnî Haldûn, "Muqaddîma"
  11. Platûn; "welat"
  12. http://www.kurdistan-news.net/index.php?option=com_content&view=article&id=6231:li-ser-xewne-u-ditina-we&catid=83:a-samet-yigit-&Itemid=65
  13. http://www.kurdistan-news.net/index.php?option=com_content&view=article&id=6231:li-ser-xewne-u-ditina-we&catid=83:a-samet-yigit-&Itemid=65
  14. Immanuel Kant "Kritikk av den praktiske fornuft"

Cureyên zanistê