Georges Politzer

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Georges Politzer
biguhêreBelge

Georges Politzer (3 gulan 1903 - 23 gulan 1942) fîlosofekî frensî ye û bîrdozvan an teorîsyenekî marksîst e bi binyad ve mecar e, bi nêrîna hindek kesan wek "fîlozofê porsor" (philosophe roux) tê bibîranîn. Ew welatiyekî Oradeayê bû, ev bajar niha girêdayî Romanyayê ye (wê demê Nagyvárad Mecaristan bû).

Jiyana wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Politzer di dema serhildana macarî ya 1919an de herdem şervanek bû. Ew di 17 saliya xwe de li dûv binketina tehdekariya Komara Sovyet ya Mecar ya di bin rêberiya Béla Kun de çû sirgûnê. Paşî welat kete bin rêbazên tehdekar yên hikûmeta Awistriya-Mecaristan ya bi rêberiya amîral Miklós Horthy.

Ew piştî hevdîtina Sigmund Freud û Sándor Ferenczi de li Viyana di sala 1921ê de li Parîsê binecih bû. Ew tevlî Partiya Komûnist ya Fransî bû di navbera salên 1929 û 1931ê de li cihekî nediyar.

Di destpêka 1930î de, Partiya Komûnist Zanîngeha Karkeran ya Parîsê avakir ku ev zanîngeh heta desteserkirina elmanî li 1939an dewam kir. Di dema rêvebirina xwe ya zaningehê de, berpirsiyarê dersên materyalîzma diyalektîk bû û ev ders dida.

Xwendekarekî Marks û Lenîn bû, Politzer li ser derûnnasîyê dixebitî.

Lêzêdekirinên bo felsefeyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Piştî mirina wî, xebata wî Rêbazên Sereke yên Felsefeyê (Principes Élémentaires de Philosophie) ji layê xwendekarên wî ve hate çapkirin, her wisa ev pirtûk di sala 1980î de li Tirkiyê ji layê rejîma faşist ya leşkerî hate qedexekirin. Her wisa ev pirtûk hêj nehatiye wergerîn bo kurdî.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]