Viyana
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Viyana di Awistriyayê da
Vîenna (bi almanî: Wien) mezintirîn bajar, navê yek ji neh parêzgehan û paytexta Nemsayê ye. Bi 1.700.000 rûnişvana Vîenna mezintirîn bajarê welate û li derdora bajêr bi qasî du milyon kes dijîn, ev jî yek ji çar (25 %) welatiyên Austrî ye. Ji aliyê rûnişvana Vîenna dehemîn mezintirîn bajarê Yekîtiya Ewropayê ye. Li Vîenna çend nûnertiyên rêxistinên cihanî yên giring hene: yek ji wan Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî a Vîenna (UNOV) ye û bi vê yeke Vîenna yek ji çar bajarên xwedî Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ye.
Rêxistinên din yên giring yên navnetewî, kû li Viyana bicih in, Rêxistina Neftê OPEC, Rêxistina Ewlehî û Hevkariya Ewropayê OSZE û Saziya Atomê ya Navnetewî (IAEO) ne.