Gotûbêja MediaWiki:Randompage

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

ketûber? Hevalê MikaelF , carna dixwazim hebûna Zana Farqînî jî binirxînim. Gelo em hemû kurdî ya xwe li gorî wî bikarbînin? Ji kerema xwe, di devoka we de peyva Ketûber heye? —Gomada 23:35, 10 kewçêr 2011 (UTC)

Ketûber an ketober, rûbar an robar, û yan o, tu ji min bêtir dizanî hevalê hêja. Dîsa ketobar bû. Meraqa min jî heye bi devokên derveyî Mêrdînê çawan dibêjin. silav --MikaelF 22:23, 10 kewçêr 2011 (UTC)
Pirsgirêk ne bikaranîna ,ketûber an jî ketober e. Ez dinivîsên xwe de rûbar û robar herdukan dinivîsim. Çima? Standarta van peyvan ne diyar e. Rojekê kurdên me kîjanê bêhtir bikarbînin an jî dixwazin herdukan jî bikarbînin pirsgirêk nîne. Bila devok hebin. Jixwe ez dixwazim hevalên peyamê kesane dinivîsin carna devoka xwe bikarbênin. wîkî (heke tiştek çênebe) wê ji pêşerojê re bimîne û rojekê kurdên me dikarin mezyênin ka kurdên berê (ango em) çawa peyivîne. Ev çavkaniyeke. Gotar bila bi şêweyê standart lê her cure peyvên kurdî werin nivîsandin. Ez pirsgirêka xwe bêjim niha. Tiştekî nebaş e, dema ez an kesekî din peyveke kurdî binivîse û hevalek were tîpekê biguhere. Em vê peyve bikartînin. û birêz ti tê o dike û li cem jî dibêje çavkanî Zana Farqînî. Baş e, rêzê ji bo Zana Farqînî digrim. Lê ew jî mirov e, em nikarin bêjin hemû tiştên wî rast in. Herwiha ji te re bêjim, di ferhengên berê yên Zana de, peyva ketûber nîne. Ev tê çi wateyê? Zana Farqînî ev peyv bihîstiye û kiriye ferhengê de. Lê em xwediyê vê peyvêne , em bikartînin. Hêvîdarim te fam kir ez çi dixwazim nîşanî te bikim. Dîsa jî dibêjim, heval bila ketûber û ketober, rûbar û robar herwiha gelek peyvên din ên wisa bikarbînin. Ev ne tiştekî xerab e. Slav —Gomada 10:00, 11 kewçêr 2011 (UTC)