Gotûbêja bikarhêner:Mahmut Aydin

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

'''Ziman Nasname ye'''

Zimanê Me Nasnameya Me ye!

Her netewek bi çand a xwe, bi kevneşopî û bi zimanê xwe tê naskirin. Ziman jî kilîta hemû heyiyên neteweyî ye. Eger ziman nebe, çand jî nabe. Her kurdek divê di xizmeta zimanê xwe de be. Dibê em beriya hemû hebûnên xwe yên netewî zimanê xwe biparêzin. Di rewşa îroyîn de, bi taybetî jî li perçeyê bakur, ziman nasnameya me ya herî berçavkî ye.


Pirtûkên Min:[çavkaniyê biguhêre]

Kurdî Hîn Dibim 1[çavkaniyê biguhêre]

Pirtûka "Kurdî Hîn Dibim 1" wisa hatiye amade kirin, ku şagirt dikare bi alîkariya nîşanan serbixwe bixebite. Nîşanên ku hatine bikaranîn, ji destpêkê ve heya dawiyê, hevaltîya şagirtan dikin. Loma divê ev nîşanan ji aliyê xwendevanan ve baş bên nasîn. Amadehiya vê pirtûkê ne li gorî rêza tîpan ya alfabeyê hatiye amadekirin. Li ser her tîpê yeko yeko hatiye rawestandin û bi berfirehî tîp hatine hizirîn. Ji vê yekê jî gava şagirt bi vê şêweyê hînî dengan dibin, dikarin wan di her warekî de serbixwe bi kar bînin. Ji bo hînbûneke rast û resen pêwîst bû ku rêbaza(azîne) "dîtin-bihîstin-kirin" tim bihata bikaranîn. Loma jî ji bo her peyv, hevok û babetê bi jimarek têrker wêne hatin bikarananîn. Bi alîkariya vê metodê şagirt dibînin, dixwîin û dibihîsin. Gava yek ji van kêm bihata pêkhatin, wê fêrbûneke bê kêmasî û rast pêk nehata. Ji bilî xebatên bi çend tîpên destpêkê, li ser tîpên din bi şêweyên curbecur hatiye rawestandin. Bi vê yekê jî pêşiya yeknesakiyê hatiye girtin. Bi vê metodê motîvasyona şagirtan hatiye xwirtkirin. Bi vê rêbazê şagirt dikarin demek dirêj hişê xwe bidin ser xebatê û bi kêfxweşî dersa xwe kuta bikin. Ji rûpela 102. pê ve şagirt dikarin dest bi xwendina pexşanan dikin. Ew ji hevok û pexşanên kurt ber bi yên dirêj ve pêş dikevin. Ew êdî xaçepirsan dadigirin, metelok û helbestan dixwînin. Piştî hînbûna nivîsandin û xwendina kurdî, azmûnên cîhana zarokatiyê rengîn û dewlemend dikin, cihê xwe digirin û dikevin dewreyê. Babetên reng, mêwe û sebze, nasîna bedenê, rojên hefteyê, meh û taybetiyên mehan, navê mehan, jimar û cureyên ajalan jî ji bo gencîneya peyvan ya şagirtan di vê xebatê de hatine bicihkirin. Ji bona ku şagirt bi xwe bawerbin û karîna xwe ya hînbûnê bibînin, di gelek babetan de xaçepirs hatine amadekirin. Ji azmûnan jî xuya ye ku, şagirt bi dagirtina xaçepirsan kêfxweş dibin û motîvasyon û hezkirina wan ya ji waneyê zêdetir dibe. Min hewl da ku, hemû babetên mufredata pola yekem di vê xebata hînbûna zimanê kurdî de cih bigirin.


Kurdî Hîn Dibim 2[çavkaniyê biguhêre]

Pirtûka "Kurdî Hîn Dibim 2" bi şêweyek wisa hatiye amadekirin ku şagirt bi xebata vê pirtûkê dibin xwediyê bawerbûnê û agahiyên ji beşên jiyanê. Ew di demeke nû de xwendinê hîn dibin û gencineya xwe ya pêyvan dewlemend dikin. Ji bo hînbûneke rast û resen pêwîst bû ku wek pirtûka me ya "Kurdî Hîn Dibim 1", di "Kurdî Hîn Dibim 2" de jî rêbaza(azîne) "dîtin-bihîstin-kirin" hatiye bikaranîn. Loma jî ji bo her babetê wêne hatin bikarananîn. Bi alîkariya vê metodê şagirt dibînin, dixwîin û dibihîsin. Li ser tîpên taybet, yên ku di yimanên din de bi şêweyên din tên bikaranîn, bi metodên curbecur hatiye rawestandin. Bi vê metodê motîvasyona şagirtan hatiye xwirtkirin. Bi vê rêbazê şagirt dikarin demek dirêj hişê xwe bidin ser xebatê û bi kêfxweşî dersa xwe biqedînin. Ji rûpela 102. pê ve şagirt dikarin dest bi xwendina pexşanan dikin. Şagirt di vê pirtûkê de jî ji hevok û pexşanên kurt ber bi yên dirêj ve dimeşin û pêşve dikevin. Ligel hînbûna nivîsandin û xwendina kurdî, azmûnên ku cîhana zarokatiyê rengîn û dewlemend dikin, di "Kurdî Hîn Dibim 2" de jî li gori radeya pola duyem cihê xwe digirin û dikevin dewreyê . Babetên hevaltî û bi hev re derbaskirinê, hezkirina ji xwezayê û gelek babetên din di vê pirtûkê de, bi taybetî cihên xwe girtine. Min hewl da ku, hemû babetên mufredata pola duyem di vê xebata hînbûna zimanê kurdî de cih bigirin.