Gotûbêja bikarhêner:Mijabad

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Parêzvanê Perestgeh û Goran: Sfenks


Sfenks, ji aferîdeyên mîtolojîk re, tê gotin. Carina serîberan û bêbask be jî, bi gelenperî serê wan serê jina ne, bedena wan jî bedena şêran e. Peykerên van aferîdeyan wekî parastvanê perestgeh û goran dihate pejirandin. Koka peyva sfenksê ji peyva “Sphingein”ê tê. Wateyên wê jî girêdan, jidandin û xeniqandin in. Di mîtolojiya yewnanan de wekî aferîdeyeke bengî lê kujer, xirabker tê pejirandin. Bawerî ew e ku ji mirovan re, siûda nebaş tîne. Cara yekem Hesîodos di pirtûka xwe ya binavê “Theogonîa” de behs kiriye, ji sfenksan. Di efsaneyeke din de tê gotin ku sfenks keça qralê Thebaî ye.

Efsaneya sfenksê ya herî navdar a sfenksê ya ku bi Oedîpûs re ye. Li gorî vê efsaneyê ji aliyê Hera an jî Ares ve ji bo ji gelê Thebaiyê tolê hilîne hatiye şandin. Ev aferîde di keteya bajêr de bicih biye û ji kesên di wê re dibihurin re, pirsan kiriye. Oedîpûs jî dema di wê re derbas biye, rastî pirsên sfenksê hatiye. Lê ji ber ku Oedîpûs bersiva van pirsan daye sfenks xwe ji ser zinarê avêtiye xwarê. Li gorî hin çavkaniyan jî sfenks, piştî ku Oedîpûs pirsan bersivandiye, ji aliyê Oedîpûs ve hatiye kuştin. Lê Homeros qala vê mîtosê nake. Hesîodos jî pir hindik qala sfenksê kiriye.

Ev aferîdeya bi navê sfenksê him bi awayeke dekoratîf him jî bi sembolîzekirina peywirên wî li misirê, sûriyê, anatoliyayê, meopotamyayê û di şaristaniyên wekî pers, mîken, gîrît û yewnanan de jî hatiye bikar anîn. Li bajarê misirê gîzeyê de, di dema Kefren de (Bm. 2258-2532) sfenksa herî kevn hatiye çê kirin. Li vê derê serî, seriyê mêra ye, bêbask û bedenşêr e. Dirêjahiya wê 74 mîtro û bilindahiya wê jî 20 mîtro ye. Serê sfenksê serê fîrawûn Kefrenî bedena şêr jî hêza Kefrenî sembolîze dike. Di binê lingê sfenksê de perestgeheke ji mermer heye. Peywira sfenksê li vê derê parastina gelî, perestgeh û goran e. Her wiha wekî hêmaneke xemlandinê hatiye bikar anîn. Di nav pencên wî de stelekî heye. Ev stel qala çîrokê dike. Li gorî vê çîroka ku li stelê nivîsandî ye, Thûtmosîsê 4. li ser peykera ku heta serî di binê qûmê de ye radizê. Thûtmosîs di xewa xwe de dibîne ku sfenks pê re diaxife. Sfenks jê re dibêje ku tu min ji binê vê qûmê derênî ez ê te bikim qralê misirê. Di dema sulaleya 18. de ji hêla Thûtmosîs ji qûmê hatiye paqij kirin. Cara dawiyê di sala 1998an de restorasyon dîtiye.

Li misirê çêkirina portreyên fîrawûnan yên ku mîna sfenksan weki kevneşopiyeke her dem hebiye. Ji ber ku mirovên wê demê xwestine ku fîrawûn, qasî şêr bihêz nîşan bidin sfenks derketine holê. Li gorî metnên latînî, sfenks di cîhana binerdê de li hêla bakûr in. Parastvanê perûk a bi sêr ku ya Qraliyeta Nemesê ye. Di dema împaratoriyên navîn de parastvanê serayê ne. Sfenks, li deverên cûrbecûr û bi teşeyên cûrbecûr wekî parastvan hatine bikar anîn. Di nav lingên van peykeran de carina peykerê xwedayan carina jî peykerên fîrawûnan hatine bicih kirin.

Sfenks di mîtolojiya misirê de cihekî girîng digire û qerdeyanên deriyên cîhana binerdê ne. Di serî de tenê parastvan biye. Lê dûre veguheriye. Li dijî dijminên fîrawûnan êrişan jî pêk tîne. Sfenks di kitabeyekî de xwe wisa vegotiye: “Ez şapela gorê diparêzim. Odeya ku aydê gorê ye diparêzim. Ez, kesên ku bixwazin bi zorê bikevin hundir, bi dûr dixînim. Dijminan û çekên wan davêjim. Xaînên ku li şapelê ne diqewirînim. Dijminê ku xwe veşartine, ez tune dikim.” Li ser erebeya Thûtmosîsê 4. de bi sfenks bi awayeke serîqertel û bibask hatine teswîr kirin. Li vê derê tê dîtin ku sfenks dijminê xwedayê Horûsê di bin lingên xwe de diperçiqîne. Misirî li ser nivişt, mucewher, stel û wêneyên dîwaran de sfenksan teswîr kirine.

Bi bandora misirê li sûriyê jî sfenks hatiye nasîn. Lê wateya wê hê ne zelal e. Cudahiya herî mezin ya sfenksên sûrî û fenîkeyê ji yên misirê hebûna baskên sfenksê ne. Di beriya mîladê di sedsala 15. de sfenksa nêr jî derketiye holê. Ev jî tiştekî girîng e. Li ser mohran û berhemên lajwerdî de di şiklê şêr an jî grîfonekî hatiye teswîr kirin. di van berheman de pencekî şêr rakirî ye. Di sedsala 13. de li ser lahîda Qral Ahîramê de hatiye teswîr kirin. Di vê lahîdê de li kêleka textê qral hatiye bicih kirin. Her wekî li benda rihê qral be, da ku rihê qral bigre bihuştê dixuye. Sfenksên ku li ser mohrên sûriyê hatine neqişandin li hev mêze dikin û di navbera wan de motîfên nebatan hene. Ji aliyê por û cilan de dişibin sfenksên misirê. Sfenks li sûrî di beşên mobîlyayan de jî hatine bikar anîn.

Sfenks ji sûriyê jî derbasî hunera mezopotamyayê bûne. Ev veguhastin di dema Xanedena Pêşeng û di dema Babîla Nû de pêk hatiye. Di mohran de û berhemên ji diranê fîlan hatiye çêkirin de hatiye bikar anîn. Sumerî di perestgeha Îştar de aferîdeyên wekî sfenksan in bikar anîne. Sfenks di dema Asûrnasîrpalê 2. ê (Bm. 883-889) Asûra Nû de li ser deriyê seraya Nîmrûdê hatine neqişandin. Ev sfenks pordirêj, bi rî û bibask hatiye neqişandin. Navê vê peykerê Lamassû ye. Li nîmrûdê di seraya Asûrahaîddîn de wekî binika stûnan hatiye bikar anîn.

Di hunera persan de her wekî grîfonê sfenks jî di rolyefan de di mohrên gilover de û di berhemên biçûk de hatiye bikar anîn. Di sfenksên ku di seraya Persopolîsê de hatine bikar anîn de bandora asûriyan heye. Li Seraya Sûsayê jî xwedayê herî mezin ya Zerduştiyê Ahûramazdayê bibask li ser panoyeke tuxleyî hatiye bikar anîn. Ev aferîde bişewqe, birih û qemer hatine teswîr kirin. Serê wan jî ber bi paş ve ye. Di hunera Lîdyayiyan ya ku satrabê persan in de jî ev motîfên sfenksan hatine bikar anîn. Ev sfenks dişibin yên persiyan li ser lingên xwe yên paşîn rûniştî ne û lingeke wan ê pêşiyê rakirî ye.

Li gîrîtê, li ser mohr û freskên mînyatur de sfenks hatine bi kar anîn. Tê îdîa kirin ku ev sfenks jî wekî grîfona ji sûriyê hatine lê ev sfenks xwedi taybetiyên orîjînal in. Bi gelenperî ji pêşiyê de hatine nîşan dan û wekî pilpilokê perên wan vekirî ne. Teşe ya porê cuda ye û li serê wê tac heye. Bi piranî di wêneyên olî de hatiye bikar anîn. Di dema mîkenan de jî cara yekem di sedsala 16. de hatiye bikar anîn. Li ser qutiyeke ku ji diranê fîlê hatiye çêkirin de, di motîfên ku hemberî hev in hene. Ev motîf dişibin şêrê ku li ser Deriyê Şêr(Deriyê Bişêr) hatiye bi kar anîn. Mînaka li Attîkayê jî vezelandî ye û baskên wê vekirî ne. Porê wê bi ser singa wê ve, tê xwarê û şewqa wê heye. Li ser wazoya Mîkenan ya ku li Enkomiyê hatiye dîtin de du sfenks ên ku li hemberî hev sekinandî ne xwedî baskên tûj in. Di navbera van her dû sfenksan de motîfa nebatî heye. Ji alî serî, sing û baksan ve dişibe stîla mîkenê. Sfenksa mîkenê bi armanca xemlandinê hatiye bikar anîn û baskên wan vekirî ne. Riyê wê her çiqas riyê jinan be jî singa wê ne ya jinê ye.

Piştî gîrît û mîkenê qasî 400 sal sfenks li yewnanîstanê nehatiye bi kar anîn. Lê li asyayê bikar anîna sfenksan berdewam kiriye. Beriya mîladê di sedsala 8’an de bi bandora rojhilat ya ku li ser hunera yewnanan kiriye, sfenks dîsa derketine holê. Di serdema Arkaîk de di lahîdên axîn, guldank (wazo), mucewher, pere û eşyayên xemlandinê de hatiye bikar anîn. Her wiha di frîz û metopên perestgehan de, li gor û kevirê goran de weki rolyef û peyker hatiye bi kar anîn. Sfenks li vê derê jî bi rûniştina xwe ya klasîk wekî parastvanekî hatiye bikar anîn.

Grîfon û sfenks di heman demê de ketine nava hunera yewnanan. Wekî sfenksên sûriyê mê ne û bibask in. Wekî peykerên Daîdalos xwedî perûkên dirêj in. Baskên wan nedûz in û li serê wan şewqe heye. Bedena wan jî zirav û kubar e. Ji ber ku bedena wan dişibe ya jinê kubar û nazenîn xwiya dikin. Ne wekî cinawiran in.

Teswîrên sfenksan yên ku li sûrîyê hatine bikar anîn yewnanî jî bikar anîne. Di frîzên pesrestgeha Assos Athenayê sfenks li hemberî hev in û dirêjkirî hatine teswîr kirin. Lingê her dû sfenksan jî rakirî ne. Lingên rakirî bi serika stûneke îyonîk ve hatiye spartin. Gewdeyên van sfenksan nagihîje erdê. Di nav pêvajoyê de, her ku çiye sfenksa dirêjkirî veguheriye. Di serdema klasîk de sfenks li ser lingên xwe yên pêşin bilindbûyî, li ser lingên xwe yên paşîn jî rûniştî hatiye teswîr kirin. Di lahîdên klazomenaî de jî sfenks wekî hêmaneke dekoratîf hatiye bikar anîn. Motîfên nebatî yên li derdora van sfenksan hatiye neqişandin wekî hêmaneke dekoratîf hatiye bikar anîn. Sfenksên ku li ser lahîdên Klazomenaî hatine bikar anîn bi hostetiyeke pir mezin hatine çêkirin.

Di serdema klasîk de, li ser kevirên akîk ên gustîlkan de hatine neqişandin. Di van berheman de sfenks bi awayeke cuda hatine teswîr kirin. Di van sfenks ji du gewde û seriyeke pêk tê. Serî ji pêşiyê û gewde jî ji profîlê hatiye îfade kirin. Porên wê bi ser çavên gilover de tê xwarê û pozê wê jî kin û pahn e. Li vê derê jî baskên sfenksê hene. Pencên pêşin ên sfenksê li hev dikevin û dûvên wan jî rabûyî ne. Li ser gustilkeke din di nav her du sfenksan ciwaneke tazî ê ku çokdayî ye hatiye teswîr kirin. Lingeke sfenksê û destên ciwan bi hev ve hatiye xêz kirin. Ji alî zenaetê ve hostetiyeke mezin xuya dike.

Di serdema klasîk de li Ksanthosê li ser devgirteka(kapax) lahîdekê jî sfenks hatine teswîr kirin. Li her dû aliyên derî du sfenksên bibask bi awayeke hevbîn (sîmetrîk) hatine bi cih kirin. Zemîna berhemê di rengê şînê vekirî de ye. Pûrtên baskên wê jî reş, sor û şîn in. Li Muzeya Arkeolojiyê ya Stenbolê li ser lahîdeke Lîkyayiyan (Bm. Sedsala 5.) teswîrên sfenksan hene. Sfenksên vê berhemê pişta xwe dane hev û li ser lingên paşîn xwe bilind kirine. Ev sfenks jî bi awayeke hevbîn(sîmetrîk) hatine çê kirin. Serê van sfenksan di şiklê serê jinan hatine çêkirin. Porên wê kin û bipêl hatine teswîr kirin û li ser rûyên wê kovaneke dixuye. Çiçikên jinê li gorî stîla klasîk de tije û nermik hatine teswîr kirin. Pencên şêrî û lingên paşîn bi awayeke zelal hatiye nîşan dan. Ev berhem mêbûna sfenksan bi awayeke gelekî hunerî nîşan dide.

Li ser stûneke îyonîk Efsaneya Oedîpûs û sfenksê hatiye vegotin. Di vê berhemê de Oedîpûs li biniya sfenksê hatiye nîşan dan. Li seraniya Oedîpûs jî li ser zinareki sfenks xuya dike. Ev sfenksan ya bajarê Thebaî ye. Sfenksa ku li serê wê tac heye bi awayeke baldarî li Oedîpûs mêze dike. Oedîpûs jî bixof li sfenksê dinêre. Ev wêne jî bi hostetî hatiye çêkirin.

Sfenksa ku ji hêla misiriyan wekî xweda an jî nîvxwedayeke, ji hêla Asûrî û Hîtîtiyan wekî nîvxweda û parastvan dihatin pejirandin di hunera yewnaniyan de jî hatiye bikar anîn. Di serdemên arkaîk û klasîk de li ser lahîd û kevirên goran de hatiye bikar anîn. Her wiha di hunera peykersaziyê de jî hatiye bikar anîn. Sfenks ne wekî grîfonan in. Grîfon aferîdeyên şerûd in. Lê sfenks ne wisa ne. Sfenks li berevajiyê grîfonan bêdeng, biaheng û xwedî raz in. Lê di dema klasîk di Efsaneya Oedîpûs de dest bi kuştina mirovan kiriye ango wisa hatiye teswîr kirin ji hêla mirovan ve. Bingeha têkoşîna sfenks û mirovan bingeha xwe ji mezopotamyayê girtiye. Ji ber ku li gorî efsaneyan heta dema Akhemenîdan mirov aferîde bi hev re şer kirine


Çavkanî:

-Ana Britannica, C.19, Ana yayıncılık A.Ş, İstanbul, 1990, s:294 -Canby, J.V., “The Walters Gallery Cappadocian Tablet and the Sphinx in Anatolia in the Second Millinium B.C.” Jornal of Near Esatearn Studies, October, v.34, 1975, s:240 -Darga, Muhippe, “Hitit Sanatı”, Anadolu Sanatları Yayınları, İstanbul, 1992, s:119, s:295 -Erkanal, A., “Anadolu’da Bulunan Suriye Kökenli mühürler ve Mühür Baskıları”, T.T.K, Ankara, 1993, s:130 -Jairazbhy, G.K., “Oriental Influences In Western Art”, Asia Publishing House, Bombay, 1965, s:249, 250 -Lise, G., “Mısır Sanatını Tanıyalım”, çev: E.Soley, Inkılap Kitabevi, İstanbul, 1986, s:18 -Pritehard, J.B., “The Ancient Near East in Pictures”, Princeton University Pres, Princeton, 1954, s:327 -Sevin, Veli, “Yeni Asur Sanatı- 1″, Mimarlık, T.T.K, Ankara, s:97

Çavkanî: http://lebriz.com/pages/lsd.aspx?lang=TR&sectionID=1&articleID=371


WERGÊR: Qedrî NÊÇÎRVAN

NİVÎSKAR: Nalan YILMAZ