Grînlenda

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Kalaallit Nunaat
Grînlenda
Alayê Grînlendayê Nîşanê Grînlendayê
(Ala) (Nîşan)
Sirûda netewî: Nunarput utoqqarsuanngoravit
Zimanên fermî Grînlendî û danîmarkî


Paytext Nuuk (bi danîmarkî: Godthåb)
64°10′Bk 41°44′Ra / 64.167°Bk 41.733°Ra / 64.167; -41.733
Bajarê mezin Nuuk
Sîstema siyasî Herêma otonom a Danimarkayê
 - Serokdewlet
 - Serokwezîr
Frederik X
Múte Bourup Egede
Rûerd
 - Giştî
 - Av (%)

2.166.086 km2
83.1
Gelhe
 - Giştî (2010)
 - Berbelavî

56.452 kes
0,026 kes/km2
Serxwebûn 1ê gulanê 1979 û 29ê hezîranê 2009 ji Danimarka.
Dirav Krone Danîmarkayî
Dem UTC-1
Nîşana înternetê .gl
Koda telefonê +299

Grînlenda an jî Gronlenda (bi zimanê grînlendî Kalaallit Nunaat, ango "Welatê Grînlandiyan", zimanî danîGrønland, ango "Welatê Kesk") girava herî mezina cîhanê ye. Ew navçeyeka Danîmarkayê otonomê teva parzemînê Amerîkaya Bakur e. 1979a de otonomiya xwe dest xwe xist û di 1985an vir de jî na endama Yekîtiya Ewropayê ye. Grînlendayê di hûndur de bi temamî xweser e, di polîtîkayê derve jî bi Danîmarkayê ve girêda ye.

Erdnigarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Grînlenda ji peyikekê de

Grînlenda welatekî mezin e. Hin derên wê de dirêjahiyê wê digîhê 2.650 km, firehiyê wê jî digêhê 1000 km e. Nixteya herî bakurê Grînlendayê bi dûrahiyeke 710 km xala reşahiyê herî nêzika Cemsera bakur e.

Li bakura welat Okyanûsa Arktîk, li rojhelat Deryaya Grînlendayê, li rojava Baffin Bay û tengava Davis, li bakur rojava Giravên Keybanû Elizabeth hene.

Bo ku Grînlenda nêzika Cemsera bakura li ser cemed li ser rûyê wê gelek cih digire. Li beravên wê jî gelek eysbergên, ango çiyayên cemed, ên mezin hene. Ji hemû reşahiyê Grînlendayê tenê 341.700 km² necemed e.

Li Grînlendayê rêbaya cemsera bakur tê ditîn. Beravên wêyên rojava, bi Herka Kendavê digermijin. Lê dîsa jî di zivistanê de li hin derên wê germahî heta -70 °C dadikeve bin sifirê.

Bajarên jiyan lê heye, ji bo rêba tenê li wir o jiyanê misaît e, li beravên rojhilat rêz dibin.

Gel[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

20 kesên ji sedî li Grînlendayê dijîn li welatekî din hatine dinê ye. Ji bo dewamî koç berve Ewropayê heye nifûsê xweyê guhêrbar e. 88 % kesên ku lê dijîn protestan in. Îroj li Grînlendayê 57.000 kes dijîn, ji wan 13.000 li paytextê Godthåbê dijîn. Gelê xwe bipiranî înuît (eskîmo) ne.

Galerî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]