Gro Harlem Brundtland

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Gro Harlem Brundtland, hat dunyê 20. avrilê 1939 li bajerê bakprê Norwêcê Barum(xwendina wê; Bærum) ê. Sîyesetmederê kevn ê partîya karkar a Norwêcê ya. Her wiha serokwezirê berê yê Jin yê Norwêcê ya. Sê domenan serokwezirtî kir. Care pêşî si sale 1981´ê de bû serok wezir. Piştre di deme duyemin ji sale 1986 heta 1989, deme wê ya sêyemin ya serokwezirtiyê jî ji sale 1990´î heta 1996´an a. Gro Harlem Brundtland, weke serokwezirê jin ya pêşî ku li norwêcê serokwezirtî kirîya ya. Di deme xwe de, wê pirr giringî û piştgirîya xwe jî da tevgerîyên jinan.

Di sale Zanîngaha Oslo xwandina xwe kir. Di salê 1963´an de, Li Emarika li Zanîngaha Harwerdê mastira xwe kir. Xwandina xwe di dermenîyê de da destpêkirin. Di sale 1965´an de, ku wê xwandina xwe bidawî kir, bû dîrektirê tendurîstiyê di partîya xwe de. Piştre, di sale 1974´an de bû parlaman û cara pêşî çû parlamanê û bû Wezîrê Hewîrdorê. Wê, wezirtîya xwe heta sale 1979´an domand. Di sale 1981´ê de, weke jineka ji xwe bibawer, serokatîya partîya xwe hilda li dest û bû serokê wê. Piştre wê, partîya xwe bira hilbijartinan û biserket. Piştre, wê hikimeta norwêcê ava kir. Ew, jina pêşî bû ku wê karê hikimetekê, li Norwecê hildabû ser milê û biserketî bi rê ve bir. di wê deme serokatîya xwe de, gelek xelatên hêja jî girtin. xelatên weke "Peace Link Woman of Peace" ku di nav de, gelek xelat hildan. di sale 1995´an de, "xelate aşîtîyê" bi navê "Women for peace",li Roma girt. PIştre, wê gelek xelatên din ên bi vî rengî, bi ser ve zêde kirin û hilda. Navê wê, di 2006´an de, ji bo serokatîya "Neteweyên Yekbûyî" derkete li pêş.