Gula hesretê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Gula hesretê
Crocus sativus
Crocus sativus
Dabeşandina zanistî
Cîhan: Plantae
(ne eşkere ye) Monocots
Kom: Asparagales
Famîle: Iridaceae
Binefamîle: Crocoideae
Cins: Crocus
Cure: C. sativus
Navê zanistî yê latînî
Crocus sativus
L.

Gula hesretê, hanek, sefran, zeferan (Crocus sativus) nebatek binikpîvaz ê ji famîleya sosinan e. Bejna wê 10-30 cm tîrane bilind dibe. Belgên wê dirêj û kesk in. Kulîlkên wê berî belgan li ser gupikên çikan vedike û şeşper in. Rengê kûlîlkan binevşî, leylanî anjî peyazî (penbe) ne.

Di nava kulîlkan de tozdankên dolgirtinê (bergirtinê ) hene û rengê wan zerê zêrane ye. Di rex wan doldankên zer de 2- 3 lib sinbillên wek mûyên dirêj ên rengên wan sor derdikevin. Ew sinbill bi destan tên berhevkirin û jibo derman, tamxweşkirin û rengdanê tên xebitandin.

Ji 100- 120 hezar kulîlkan bi zor kîloyek sinbill tên berevkirin û ew kîlo jî bi 1000 dolaran tê firotin. Alman, Tirk û gelek welatên din ji gula hesretê re dibêjin "safran". Herweha bi Kurdî jî navekî wê sefran an zehferan e.


War û dîrok[biguherîne]

Welatê gula hesretê Mezopotamya, Îran û Hîndistan e. Ji wan deveran derbasî welatên din bûye û niha li welatên wek Spanya, Fransa welatên Balqanan û hinek welatên Deryaya Spî jî çandiniya wê tê kirin. Dîroka wê bi esehî ne kivş e. Tiştê tê zanîn, Papyros Ebers dibêje: “ Berî zayînê bi 1600 salan ji aliyê Misrîyan de jibo derman û tamxweşkirinê dihat xebitandin û ew jî ji Sumeriyan hîn bûne”. Heke wusa be, Sumerî jî beşek ji Gûtî û Hûrrîyan in ku ew jî bapîrên me Kurdan in.

Dema bapîrên me kurdan li hember asûriyan bi ser dikevin û Împeratoriya Med ava dikin, keyê (qiralê) wan Ferîdûn jibo pîrozkirina serkeftinê fermanê dide û dibêje: “Agir dadin, zeferan û emberê pê dakin“. Ev jî bi me dide zanîn ku gula hesretê (sefran) ji aliyê bapîrên me dihat xebitandin.

Lê sed heyf û mixabin piraniya Kurdan (bakur) nizanin ka rengê zeferanê çawa ye. Kurdên rojhilat û yên başûr di nav xwarinê de, bi taybet di nav birincê de dixebitînin.

Berhevkirin[biguherîne]

Ji ber ku kulîlkên wê payîzê vedibin, di heman demê de ew sinbilsor tên berhevkirin, di sîberê de tên hişkkirin û di nav firaxên cam de bi devgirtî tên hilanîn.

Naverok[biguherîne]

Têdahî: Madeyên rengdanê, prokocrocîn, crocîn, corotîn, lykopîn, zeaxonthîn, rûnên firek û nefirek, madeyên tamdar, pîkrocrocîn, safranol, naphthalîn, pînen, fosfor, potasyûm, vîtamîn B1, B2 û hwd.


Bikêrhatin[biguherîne]

zehferan di nav girarê de

Kêrhatî: 1- Hêrsbûnê diarimîne (rehet dike). 2-Ketina kincan tekûz (serrast) dike. 3- Kiştî (zînde) yê dide bedenê. 4- Iştahê vedike. 5- Aşikê bi hêz dike. 6-Ji hîsterî û ketina xwîna hinavan (hundir) re bi kêrhatî ye. 7- Ji serêş, pirpitîn (recifîn) û nexweşiya çavan re pir baş e. 8- Çerm xweşik dike. 9- Givirandinê (hezmê) hêsan dike. 10- Destavê diqulîne û xwîna kep (bêvil, difin, poz) radiestîne. 11- Jibo xweragirîn û ajoka zayendî baş e.12- Pêşiya hişkbûnên jiyan û rehan digire.

Li klînîkên Unîversîteyan lêkolîn li ser nehatine kirin. Lewma di rêza gîyayên derman de, ji pîleya (dereca) diduwan tê hesibandin.

Belavoka Komîsyona Ewropa ya Monografî Nr 76 an, ku di 23.07. 1987 an de belav bûye, beyan dike ku sefran hêrsbûnê aram dike, pêşiya hişkbûn û qerimandina (kramp) rehan û jiyan digire û li henber astimê tê bikaranîn.

Gula hesretê (safran) di hundirê xwe de jahrekê dihewîne. Ew jî bandorê li ser sîstema rehan û jiyên navendî dike û xisarê dide gurçikan. Lewre hewceye zêde neyê xwarin. Ca jixwe jinên dugiyan (hemle) divê qet nexwin.

Bikaranîn[biguherîne]

  • Çaya gula hesretê
  • Tentûr
  • Xwarin

Çaya gula hesretê: Nîv kevçiyê sefranê bikin nav qedehek çayê û ava kelandî berdin ser. Bila 5 deqan di dema xwe de bimîne. Paşê hêdî hêdî nîv qedehê jê vexwin. Lê hewceye rojê ji qedehek çayê zêdetir neyê vexwarin.

Tentûra Gula hesretê ji bo Homeopatî : Jibo her 10 gr sefranê 100 ml alkola % 70 derece bikin şûşekî, li cihek sîber 4- 6 hefteyan bisekinînin. Paşê biparzinin û rakin. Li gor hewcedariyê rojê 3-4 caran 10- 15 dilopan 4-6 hefteyan li pey hev vexwin.

Xwarin: Sefran jibo reng û tamxweşkirinê, xasma jibo birincê tê xebitandin.

Çavkanî[biguherîne]

  • Bavê Jîndar, Lotikxane, 7/2009