Hîpokrat ji Kós
Ji Wîkîpediya
| Hîpokratê ji Kosê yewnanî: Ἱπποκράτης |
|
|---|---|
Gravureke Peter Paul Rubens, 1638. National Library of Medicine, Bethesda (DYA). |
|
| Dema çêbûyînê | li dor 460 BZ Kos, Yewnanistan |
| Dema mirinê | li dor 370 BZ Kos, Yewnanistan |
| Pîşe | Bijîşk |
Hîpokratê ji Kosê (ya bi grekî Ἱπποκράτης Hippocrates) wekî avaker û bavê bijîşkiya zanîstiyê tê zanîn. Di dema Grek a Antîk de jiyaye (b.z. 460 - b.z. 380). Li dijî şarlataniyê derketiye û bingehê bijîşkiya nûjen a îro avêtiye. Pirtûka wî ya Corpus Hippocraticum (Gotarên Hîpokrat) yek ji berhemên navdar ê mirovahiyê ye. Prînsîbên doktoriyê wî avakiriye û doktor bi wan prînsibên wî sond dixwin. Sonda Hîpokrat sonda bijîşkan e.

