Ibn Sîna

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Îbn-î Sîna
Avicenna-miniatur.jpg
Îbn Sîna li nav mînyatoreke farisî
Navê rastî Ebû Elî el-Hisên ibn Ebdullah ibn Sîna

ابو علی الحسین ابن عبدالله ابن سینا‎

Bernavk Îbnî Sîna
Roja jidayikbûnê 980
Xorasan
Roja mirinê 21 hezîranê 1037
 Îran / Hamedan
Eslê xwe Faris
Destûrname Felsefe û Zanîsta Îslamê û Arîstoteles
Pîşe felsefe, matematîk, astronomî, fîzîk, kîmya, bijîşkî û mûzîk

Ibn Sîna an jî Ebû Elî el-Hisên ibn Ebdullah ibn Sîna (bi latînî: Avicenna, bi farisî û erebî: ابو علی الحسین ابن عبدالله ابن سینا‎ Abū Alī al-Husayn ibn Abdullāh ibn Sīnā) fîlozofekî navdar di beşên, felsefe, matematîk, astronomî, fîzîk, kîmya, bijîşkî û muzîkê de xebatên girîng kiriye. Wî hewl daye ku felsefeya Arîstoteles di çarçoveya misilmantiyê de şîrove bike.[1]

Îbnî Sîna di tirmiha 980an de li Afşena gundekî Herîsa, li herêma Xorasanê hatiyê dinê û li 21 hezîranê sala 1037an de li Hamedanê çûye ber dilovaniya xwedê. Bavê wî ji bajarê Belxê bû ye û di dema Keyetiya Nûh Mansûr çûye Bûharayê.

Ibn Sîna, pêşî ji bavê xwe û şûnde jî ji zanistên navdar Natîlî û Îsmaîl dersên mentiq, matematîk û astrolojiyê girtine. Wî di 7 saliya xwe de, pirtûka misilman an Quranê ji ber kiriye. Ew demekê di beşa bijîjkiyêde li ser sedemên belavbûna naxweşiyan xwebitî û li ser tedawiya wan sekinî.

Li Ewropayê bi navê Avicenna (Avîsena) tê naskirin.

Berhem[biguherîne]

  • El-Qanun fi't-Tıp,
  • Kîtabu'l-Necat
  • Risale fi-İlmi'l-Exlaq
  • İşarat we'l-Tembihat,
  • Kitabu'ş-Şîfa

Pirtûkên Ibn Sîna yên dinê jî li ser metafizîk, matematîk û astronomiyê ne. [2]

Girêdanên derve[biguherîne]

Şablon:Link GA

  1. http://www.britannica.com/EBchecked/topic/45755/Avicenna
  2. http://thenewmedicine.org/timeline/persian_medicine