Harûn Reşîd

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Harûn Reşîd bi erebîهارون الرشيد, (bû 763 li Rey; mir 809 li Tus) yek ji xelîfe û kargerên Ebasiyan bû û navbera 786an de heta 809 xelifetî kirî bû. Harun zarokiya xwe li bajarê Belh derbaz kir û di zarokiya xwe de bandora mezin ji Barmakiyan dît.

Xelîfe Harûn komîteyên Charlemagne dipejirîn e

Harûn Reşîd zarokê El Mehdî û gorî rîwayatan jî birayê Behl ûl Danan bû. Di dema wî de Ebasiyan di aborî çendayî û peşarî dema xweya herî rind dîtî bû. Di wan deman de bi siya wan wezîrên ji malbata Barmakiyan xelifetîye peşarî gelek dihat karger kirin. Harûn Reşîd hîn ku 13 salî bû, bû xelîfe. Pê bû xelîfe re wî di 796an de Rekka kira paytext û kargera xwe bira wê der e.

Di dema xelîfe Harûn de nêzî bi tunî Anatoliya, Qubris hat dagir kirin. Lê li Efrîqa, Maxrêb jî hin dewletên serbixwe hatin ava kirin. Di sefereke de artêşên misilmanan heta Üsküdarê hembera Konstantinopolis hatî bûn. Lê ji bo împaratorbanûya Bîzans her sal dayîn dana Ebasiyan pejirand, artêşa misilmanan şunda vegeriye Bexda.

Di dema xwe de wî bi Çîn, Charlemagne re têkîlî kir.

Harûn Reşîd di 809an de demê ku hembera Xaricîyan de di sefereke de bû jîyana xwe ji dest da. Wî di 802an virde xelifetî navbera lawên xwe El-Emîn û El-Ma'mun de parva kirî bû.

Di dema xelîfe de klasîka Hezar û yek şev hat nivisandin bû.