Hejîr
| Hêjîr | ||||||||||||||||
|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|
Qufeyak hêjîrê zerkî
|
||||||||||||||||
| Dabeşandina zanistî | ||||||||||||||||
|
||||||||||||||||
| Cureyên hêjîran | ||||||||||||||||
|
Nêzîkî 800 cure hene |
Hejîr navê dar û fêkiyê wê darê ye. Darê hêjîrê yê kewke ye, zû dişkê. Ku meriv pelç û fêkiyên wê jêdike aveka mîna şîr jê tê. Ev şîrê ku li dereka mirov dikeve dixurîne. Ku meriv du-sê dilopan ji vî şîrî bera nav şîrê ajalan yê nû dutî bide ew şîr diqemite mîna penêr dibe. Bi vî penêrî re dibêjin "teleme" an "jajî". Ji bo jajî çêkirinê şivan hin herî ji mihiyan heldike û dihere şîrê hêjîran pê da diguvişe. Şîrê hêjîran bi giştî ji hêjîrên nebûyî "kerk" tê. Wê lomê bi vî karî re dibêjin "kerk girtin". Şivan dihere kerkê digire, yanê şîrê darê hejîrê li heriyê dixe. Ku carek şîr lê ket ku hişk bibe jî heyvan digire.
Hêjîr du qesetan fêkî digre. Bi qesetî pêşin ra dibêjin "petle". Petle hêjîrên biçûk ên rengê kesk in. Tên xwarin û ji wan rîçal jî çêdibe. Ev qesetî siftê diweşe û dar qesetekî nu digre. Siftê ew qeseta gir dibe. Rengê xwe yî kesk e. Ev hêjîrê nebû ye û bi wan ra dibêjin "kerk" û nayên xwarin. Ku kerk gir dibin şîrîn dibin pê ra dibêjin hêjîr û ew tên xwarin.
[biguherîne] Cureyên hêjîran
Li Kurdistanê gelek cureyê hîjîran hene:
- Hejîra avkî
- Hejîra bejî
- Hejîra boçkî
- Hejîra helawkî
- Hejîra kûçikan
- Hejîra mihorkî
- Hejîra pankî
- Hejîra payîzkî
- Hejîra reşkî
- Hejîra zerkî
- Bênatî li Mêrdînê çêdibe
- Bêrkevanî li Mêrdînê çêdibe
- Hejîrzerk li Mêrdînê çêdibe
- Rijik li Mêrdînê çêdibe
- Sohrik li Mêrdînê çêdibe
- Şînok li Mêrdînê çêdibe