Henry Ford

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Henry Ford, 1919

Henry Ford (z. 30'ê tîrmehê 1863, li Wayne County, Michigan, DYA'yê − m. 7'ê avrêlê 1947), yek ji hilberînerên otomobîlan, damezrênerê Ford Motor Company e.

Bi avakirina quadricycle di sala 1896'an de bi tevî karsazên navdarên ku bala wan li ser hilberîna otomobîl e ve di sala 1899'an de fîrmaya Detroit Automobile Company dadimezirîne. Mixabin ev fîrma bisernakeve. Di sala 1903'î de Henry Ford bi tevî 11 karsazan bi 28.000 dolar kapîtalê fîrmaya Ford Motor Company dadimezirînin. Ford îcar di xeyalên xwe de biserdikeve. Bi hilberîna yekemîn modela otomobîlê ya bi navê Modell T 1913 efsaneya Ford jî destpêdike. Ji sala 1908'an heya 1927'an Ford ji heman modelê 15 milyon trimbêlê difiroşe.

Serkeftin û yekemtiya Fordê 45 salî didome û gorî hin civaknasan Ford jiyana sosyal a mirovan guhertiye û ji vê yekê re jî Fordîzm tê gotin. Ford tê fabrîkên xwe de li dijî xebatên sendikayan derdikeve û hin reforman pêk tîne. Hin îdîa hene ku Ford alîkarî daye Adolf Hitler û sazûmaniya nîjadperest a naziyan.

Çavkanî[biguherîne]

Girêdanên derve[biguherîne]