Hesenê Alê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Hesenê Alê (navê wî yê fermî Hasan Akbal e) nivîskar û lêkolînerekî kurd e.

Hesenê Alê kurdê Anatolyaya Navîn e. Di sala 1952'an de li gundekî Omeran ê Qonyeyê hatiye dunyayê. Ji sala 1980'yî û vir ve ye, ku li Stockholma Swêdê dijî. Şeş zaroyên wî hene.

Hesenê Alê bi xebatek antolojiya xwe ya berfireh a li ser muzîka kurdî, li ser hunermend û hunermendiya kurdan têt naskirinê. Berhema wî ya li ser mijara navbirî, ji ser hezar rûpelî ye.

Berhem[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Stranên Gelêrî, 1998.
  • Sêviyên Rohelatê, roman, 2009.
  • Dengbêj û stranên me, destan û folklora me[1] (du beş)
    • Stranên gelêrî 2009 du beş.
    • Beşa yekem A-K 600 rûpel-769 Stran
    • Beşa duyem L-Z 529 rûpel-700 Stran
    • 81 Otobiyografiya Dengbêja û 20 destan/Epîk
  • Svenska Turkiska stöd Handbok. Isveçe Türkçe yardımcı el kitabı
  • Svenska Kurdiska stöd handbok Kitêba dest Swêdî Kurdî ya desta

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]