Hip-hop (binçande)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Hip-hop binçandeyeke ciwanan e ku eslê wê ji getoyên afro-amerîkî yên ji salên 1970'yî tê û ji wê demê pê ve pêşketiye ku binçandeyeke cîhanî ya ciwanên bajarî ye.

Ji ber vê yekê Hip-hop xwe weke binçandeyeke kuçeyan bi nav dike û wek binçandeya li ser kuçe û kolanan tê jiyandin.

Binçandeya Hip-hopê ji çar beşên sereke pêk tê: Rap (stran gotin), DJing (muzîk), B-Boying (reqsa Breakdance) û Graffiti-Writing (boyaxkirina grafîtiyan). Bi derbasbûyîna demê û pêşketinên civakî, teknîkî, aborî û hunerî getoyên New Yorkê jî guherî, û Hip-hop her ku çû pêşket û bi tîcaretkirina wê li cîhanê belaw bû. Bi vî rengî Beatboxing (rîtim çêkirina bi dev), Street fashion (modeya kuçeyan) û Producing (aranjorî) wek beşên nu yên Hip-hopê hatin damezirandin.

Ji bilî vê yekê, ferhenga Hip-hopê jî derkete holê û xwediyê gelek gotin û peyvên taybet e, ku ev bi giranî ji aliyê kesên Hip-hopê ve tên bikaranîn.

Herwiha, Hip-hop ji aliyên cûda ve ji ber karaktera xwe ya şîdetparêz û narkotîkparêz û awayê xwe yê seksîst tê rexnekirin.