Humanîzm

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Michelangelo Buonarroti:
Avabûyîna mirov

Humanîzm seredaneke cîhanê ye û digihêje heta felsefeya rojavayê ya antîk. Li gorî humanîzmê ji boy jiyaneke hevpar rêbuwarî (tolerans),bêsiddetî û azadiya wijdanê pir bi qîmet in. Herwiha, humanîzm pirsên wiha dipirse: „Gelo ci ye mirov? Mişwarê/Xuyê mirov ê rastî ci ye? Mirov cawa ji mirovan re kare bibe mirov?" Lewra humanîzm tevgirtina hemî fikir û ramanên mirovahiyê ye û armanca wê bastirkirina hebûyîna mirov e. Gotina humanîzmê ji gotinên latînî humanus (mirovî) û humanitas (mirovahî) pêk tê.