IBM

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Logoya IBM

IBM kurtnav jibo International Business Machines Corporation anko Şerîkeya Navneteweyî ya Makîneyên Karweriyê, şerîkeyeka pirneteweyî ya teknolojî ya kompiyoter û rabêjiyê ye ko binkeyê wê yê serekî li bajarê Armonk li welatê Nû Yorkê li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ye. Ev şerîke yek ji wan şerîkeyên tekolojiya pêzanînan e ko ji sedsala 19ê were berdewam kardikit. IBM hişkalav û nermalavên komputerê difiroşit û xizmetkariyên rabêjiyê û mêhvandarîtiyê pêşkêşdikit.

Di dîroka hevçerix da, IBM wekî mezintirîn şerîkeya komputerê li cîhanê dihêt niyasîn. Şerîkeyê zêdetir ji 350,000 karmendan li seranserî cîhanê hene. IBMê zêdetir ji her şerîkeyeka dî ya Amerîkayî mafên pawankirî yên berheman anko patent hene. Wê li zêdetir ji 170 welatên cîhanê endezyar û rabêj hene. Karmendên IBMê 3 Xelata Nobelê, 4 Xelata Turing, 5 Nîşanên Neteweyî yên Teknolojiyê û 5 Nîşanên Neteweyî yên Zanistî wergirtine.

Di 1ê gulana 2005ê şerîkeya Çînî ya Lenovo pişka komputerên kesanî (PC) ya IBMê kirî.

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Şerîkeya IBMê li sala 1888ê wekî Herman Hollerith and the Tabulating Machine Company anko Şerîkeya Herman Hollerith û Makîneyên Xişteyandinê hat damezirandin. Şerîke li sala 1911ê bû Computing Tabulating Recording Corporation (CTR) Şerîkeya Tomarkirina Xiştandin a berisandinê. Li sala 1916ê ew çû lîsteya Sûka Pişkan ya Nû Yorkê û dema li sala 1924ê bûye yek ji şerîkeyên Fortune 500, navê IBMê ji xwe ra hilbijart.