Ingmar Bergman

Ji Wîkîpediya
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Ingmar Bergman

Ingmar Bergman [ˈbærjman] (1918-2007) derhênerê herî navdar ê Swêdê ye.

Bergman di sala 1918'an de li Uppsalayê hatibû cîhanê û di sala 1944'an de dest bi derhêneriyê kiribû. Bergman derhêneriya 40 filmî û ewqas jî şanoyî kir. Bergman bi filmên xwe yên bi navê Bêdengî û ‘Fanny û Alexander‘ nav da û bi filma Fanny û Alexander di sala 1982'an de Xelata Oscarê wergirt. Bergman di Festîvala fîlman a Cannes'ê ya 50. (1997) de jî wek derhênerê herî mezin ê hemû deman hat hilbijartin. Bergman 10 salên xwe yên dawî li girava Faroyê (Fårö) derbas kir û li wê di sala 2003'an de filma xwe ya dawî ‘Sarabande’ çêkir. Ingmar Bergman girava Faroyê di 89 saliya xwe de wefat kir.

Amûrên kesane
Valahiya nav
Çalakî
Navîgasyon
Beşdarî
Qutiya amûran
Zimanên din