Jacques Prévert
Ji Wîkîpediya
Jacques Prévert helbestvanekî surrealîst yê fransî ye. Di sala 1900'an de li Neuilly-sur-Seineyê çavê xwe ji jiyanê re vekiriye û di sala 1977' de jî li Omonville-la-Petiteyê girtiye.
Di sala 1930'î de berhema wî ya yekem di kovara Bifur dihê weşandin. Di sala 1948'an de helbestên xwe yên ku heyta wê rojê di gelek rojname û kovaran de hatine weşandin li bin navê Paroles berhev dike û diweşîne. Diyalogên fîlmên ku Marcel Carné derhênerîya wan dikir nivîsand.
Gelek helbestên wî ji aliyê Joseph Kosma ve hatin beste kirin.
[biguherîne] Helbestek Ji Prévert
HEZ DİKENE
Dema şêrê biçûk xwarinê dixwe
Şêra mê ciwan dibe
Dema agir para xwe dixwaze
Ax soromoro dibe
Dema mirin qala hezê dike
Jiyan vediceniqe
Dema jiyan qala mirinê dike
Hez dikene
Jacques Prévert Werger: Dûrzan Cîrano