Kanyona Mezin

Kanyona Mezin

Kanyona Mezin an jî Zixura Mezin, navê zixura li federedewleta DYAyê, Arîzona ye. Beşek ji Parka Neteweyî ya Kanyona Mezin e. Kanyona Mezin 446 km dirêj û 29 km fireh e. Berayiya wê 400-2.400 m ye. Kûrahiya zixurê digihê heta 1.600 metreyî. Tê payîn ku çemê Kolorado di nav Kanyona Mezin de 17 milyon sal berê rêya xwe pêk aniye.[1][2] Cara pêşîn di sala 1540an de ji aliyê García López de Cárdenas ê spanî ve hatiye vedîtin.[3] Berî wê demê jixwe niştecihên Amerîka li wir jiyan dikirin û heya wan ji vê zixurê hebû. Herwiha ev cih ji wan re pîroz bû.[4] Cara yekem di sala 1869'an de li kanyonê lêkolînên zanistî hatine kirin. Kanyona Mezin şaxoreke mezin a di nav Platoya Kolorado de ye.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ http://www.nytimes.com/2008/03/07/science/07canyon.html?ref=us
  2. ^ Age and Evolution of the Grand Canyon Revealed by U-Pb Dating of Water Table-Type Speleothems.Science 319 (5868): 1377–1380. 2008-03-07.
  3. ^ =http://www.media.utah.edu/UHE/c/COLORADOPLATEU.html
  4. ^ Ancient Burial Practices in the American Southwest.(isbn=082633461X)
    Herwiha: http://books.google.com/books?id=T7VBVRMFJiAC&pg=PA11&dq=Ongtupqa%7Cpage=11%7Cdate=2004-02-15

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]