Karl-Herbert Scheer

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Karl-Herbert Scheer
Jidayikbûn19 hezîran 1928 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Frankfurt-Harheim Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mirin15 îlon 1991 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Bad Homburg vor der Höhe Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Esil Almanya
HevwelatîAlmanya Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Karl-Herbert Scheer (jdb. 19ê hezîranê 1928 li Harheim, Hessen, Almanya; m. 15ê îlonê 1991 li Bad Homburg, Almanya) nivîskarekî honaka zanistî yê alman bû ku herî zêde bi kurtahî K. H.Scheer dihat nasîn.

Jiyana wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Piştî zayina wî re malbata wî li Frankfurt (am Main) mal bar kirin li ku Karl-Herbert Scheer mezin dibû.[1] Di dawiya salên 1950an ew bi malbata xwe ve li Friedrichsdorf li Taunus mal bar bû li ku ew heta mirina xwe dijiya. Di îlona 1944 Scheer xwe bi dil ji bo hêzên deryayiya şerê (Kriegsmarine) tomar kir, ji bo perwerdeya endezyarê hêzen deryayî destpê bike. Bi gotinên xwe ew li Kielê de kursa perwerdey li cem firqeya keştiya binavê dikir. Dema pêşiya radestiya hêzen parastinê (bi almanî Wehrmacht) wana ewî ji nexweşxaneya hêzên deryayî de berdidan û şandin malê. Scheer lema wisa ne kete dîliya şerê.

Afirandina wêjeyî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Berhema wê ya yekem di sala 1948an li ser sernavê Stern A funkt Hilfe dihat weşandin. Paşê ew di şêweya honaka zanistiyê de kariyereke bêhempa dikir. Di nav bera salên1950an ew cemiyeta balkêşiya honaka zanistiyê bi navê Stellaris damezrand. Di sala 1958 Xelata Hugo dane Scheer. Li ser bernavk Aleksey Turboyev ew romanên honaka zanistî û her wiha çîrokên polisye û çîrokên serpêhatiyên li sera deryayê nivîsand.

Bi tevkariya Walter Ernsting (bi bernavk: Clark Darlton) ew rêzeya girîngtirîna honaka zanistiya almanî Perry Rhodan kefş kir û damezrand. Scheer ji Banda 1 heta Banda 674 ji bo çêkirina naverokê berpirs bû û puxte nivîsand bi wan nivîskaran roman nivîsandin.

Berhem[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • 76 Perry-Rhodan- Romanên lênûskê û sê kurteçîrok.
  • 3 Romanên lênûskê ya rêzeya Atlan
  • ZBV (rêzeroman)
  • 12 Bergên rêzeya Klaus Tannert li ser bernavka bi eyni nav, 1955–1957
  • 9 Bandên rêzeya keleşê Herr der Meere (Efendiyê Deryayan) li ser bernavk Pierre de Chalon, 1956–1958

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Majic, Danijel (16ê çiriya paşîn 2010). [Frankfurt FRANKFURTER RUNDSCHAU » FRANKFURT/RHEIN-MAIN » FRANKFURT 16. NOVEMBER 2010 ÄRGER IN HARHEIMKeine Straße für Rhodans Vater Frankfurt FRANKFURTER RUNDSCHAU » FRANKFURT/RHEIN-MAIN » FRANKFURT 16. NOVEMBER 2010 ÄRGER IN HARHEIMKeine Straße für Rhodans Vater]. {{cite web}}: |title= kêm an vala ye (alîkarî); Nirxa |url= kontrol bike (alîkarî); Nirxên tarîxê kontrol bike: |tarîx= (alîkarî); di |url= de di cihê 10 de line feed character heye (alîkarî)