Almanya
| Bundesrepublik Deutschland | |||||
| Komara Federal a Almanyayê | |||||
|
|||||
| Sirûda netewî: Das Lied der Deutschen | |||||
| Zimanên fermî | Almanî | ||||
| Paytext | Berlîn |
||||
| Bajarê mezin | Berlîn | ||||
| Sîstema siyasî | Demokratiya parlemanî | ||||
| - Serkomar - Şansolye |
Joachim Gauck Angela Merkel |
||||
| Rûerd - Giştî - Av (%) |
357.021 km2 2,4 |
||||
| Gelhe - Giştî (2009) - Berbelavî |
81.820.000 kes 229,2 kes/km2 |
||||
| Serxwebûn | 843 | ||||
| Dirav | Ewro (EUR) | ||||
| Dem | UTC+1 | ||||
| Nîşana înternetê | .de | ||||
| Koda telefonê | +49 | ||||
Almanya (wekî Almanistan, Elmanya, Germanistan û Cermenistan jî tê naskirin, bi almanî: Deutschland) anjî Komara Federal a Almanyayê (bi almanî: Bundesrepublik Deutschland), dewleteke federal e û cihê xwe di navenda Ewropayê de girtiye. Tixûbên wî digihên Danîmarka, Poland, Komara Çek, Awistriya, Swîsre, Fransa, Lûksembûrg, Belgiya û Holand. Li bakurê Almanya Deryaya Bakur û Deryaya Rojhilat digihên Almanyayê.
Paytext û cihê rûniştina hikûmetê Berlîn e, lê berê wezareta federal li Bonnê bû Sîstema polîtîk federalî ye û ev sîstem bi şiklê demokratiya parlemanî hatiye organîzekirin. Li gorî benda 20emîn ya Destûra Bingehîn, Almanya dewleteke federal, demokratîk û sosyal e. Ev dewleta federal ji 16 dewletên federe (dewletên herêmî, federedûgel) pêk tê. Nifûsa Almanyayê nêzî 82 milyon e. Dewleta Federal endamê Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropayê, NATO û G8 e.
Naverok |
Erdnîgarî [biguherîne]
Li Almanya derdora 80 bajarê mezin (hejmara rûniştvanan di ser 100.000) hene. Ji wana 14 bajar hejmara rûniştvanên wan di ser 500.000 hezarî deye.
Pênc bajaren herî mezin evin (dem: berfanbar 2005):
- Berlîn, 3,41 milyon
- Hamburg, 1,76 milyon
- München, 1,34 milyon
- Köln, 991.000
- Frankfurt am Main, 667.000
Berlin bi 3,4 Milyon rûniştvan bajarê almanya yê herî mezine.
Wekîdin der dora van bajaran herêmên avakirî (metrepol) çê bûne, ku bi milyona mirov lê dijîn. Li gor hejmara rûniştvanan herêmen herî mezin evin:
- Herêma Rhein-Ruhr, 11,5 milyon
- Herêma Berlin-Brandenburg, 6,0 milyon
- Herêma Frankfurt-Rhein-Main, 5,3 milyon
- Herêma Stuttgart, 4,7 milyon
- Herêma Hamburg, 4,3 milyon
Herêmên Almanyayê [biguherîne]
16 Herêmên Almanyayê hêne. Ew her herêmê parlementoya bixwe heye û di hundur de gelek aiyan de zagonên xwe hê ne. Ew 16 herêm û paytextê xwe wiha ne:
|
Ol [biguherîne]
Li gelî Almanyayê 60% xwe xiristiyanên ne (30.2% Katolîk û 29.2% Protestanî). 4% en xwe misilman û 34.1% ateîst û agnostîk in. [2]
Çavkanî [biguherîne]
Girêdanên derve [biguherîne]
|
||||||||||
|
|||||||||||