Kela Xoşabê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Kela Xoşabê
Kela Xoşabê (Tirkiye)
Kela Xoşabê

Kela Xoşebê li ser rêya Wan û Colemêrgê li gundê Xoşeba giradayê navçeya Payizavayê ye. 60 km dûrî navenda Wanê ye. Kele li ser girekî tûj hatiye avakirin. Kele ji du beşan pêk tê.

Keleya hundirîn û keleya ji der ve dikeve aliyê bakûrê kela hundirîn . Paşeroja kelehê digihîje Ûrartûyan. Kele pîştre jî ji aliyê Mîrê Kurdan Mehmûdî Silêman’ê zer Beg ve di sala 1643’ an de ku wê demê de girêdayî Osmaniyan bû hate çêkirin. Mirov dikare şopên paşerojê di serşoya kevn, mizgeft, medrese, kanî, sarica avê, zindan û jûrên hundirên keleyê de bibîne.


38°19′02″Bk 43°48′06″Rh / 38.31722°Bk 43.80167°Rh / 38.31722; 43.80167