Colemêrg
Ji Wîkîpediya
| Colemêrg
|
|
|---|---|
| Welat | Kurdistan (Bakur) |
| Dûgel | Tirkiye |
| Parêzgeh | Hekarî (parêzgeh) |
| Serbajar | Colemêrg |
| Rûerd | 9.521 km² |
| Gelhe | 246.469 |
| Berbelavî | 25,88 kes/km² |
|
|
Colemêrg (bi tirkî: Hakkari) navê navçe û bajarekî Botanê, di parêzgeha Hekariyê de ye. Colemêrg di nav sînorên Komara Tirkiyêyê de ye.
Bi Colemêrgê gelek cara Çolemêrg jî yêt gotin. Hem Çolemêrg û hem jî Hekarî navêt gelek dîrokî ne. Çolemêrg navê bajar û navenda Hekarî yê bûye, lê belê Hekarî navê mîrgehê bûye ku li gelek herêma diçêbît. Herêm û bajarêt girêdayê bi wê mîrgehê ra ewene: Şikeftan, Şîwelan, Masero, Siwartan, Kemerburc, Şîno (Colemêrg), Çal, Ertoşî, Teyara Jêr û Teyara Jor, Hemîdiye (Xoşab), Gever (Bajêrgeh-Duz), Oramar, Şemsdînan, Elkê (Beytuşebab), Şatax, Mikis, Wan, Karçîkan, Norduz, Ebaxa, Mehmûdiye (Saray), Xavasor, Arçak, Tîmar û Esporkan Erdîş, Bergîrî, Duzespî, Eleşgirt, Menapert, Selmas (Selemast) û Surmelî. Sînorêt Hekarîyê carcar li wan herêmêt bas lê hatîye kirî kêmtir bûn.
Şerefname dibêjît damezrêner û bav û bapirê mîrên Hekariyê Şemsedîn bûye. Hekarî li bin destê mîrê mezinê Kurda Selahedîn Eyubî da bûye. Paşi Melik Kamilê Eyubî, li sala 1218-a zayînî, Hekarîy yê ketiye bin destê Melik Adili.
Yêkmîn Mîrê wê binemalê ku Şerfname bas lê diket Yezdan Şêre (ku bi ’Erebî Izedîn Şêr yêt gotin), ku kelata Wanê li hember Teymuri Lengî li sala 1387-ê zayînî yê girtin.
Di nawbenda sala 1460 û 1465-ê zayînî da Qere Qoyûnliya Hekarî dagêr kirin û Mîrêt Hekarîyê li hukum êxistên û mîretî dane malbata Kurdêt Donbulî. Bigotina Ensîklopediya îslamê, Dombulîya, bi harîkarîya Aqqoyûnlîya, kelata Bayê li Şemsdîna li gel beşek Hekarîyê girtine bin destê xwe.
Hinek têcirêt Asuriyêt Hekarîyê ciwab dane yek li zelamêt binemala mîrêt Hekarîyê binavê Mîr Esededînê Çengzêrîn, ku hêzek ji Kurdan berhev kiribû û çubû xizmeta hakimê Misrê. Mîr Esededîn vegerîya Hekarîye û mîretî bi şer li Donbulîya wergirt û carek dî mîretîya bav û bapîra bidestîna . Ewê binemalê paşi hingî navê Şembo girte xwe.
Li dewrê Têymur Lengi Diyarbekir girti, ewi kesek bi navê Qere Osman kire mîrê Hekarîyê. Nikitine li wê baverîyê ye ku ewi Qere Osmanî li gel kiçe Kurdekê li binamala mîrêt Hekarîyê dawet kir û bû sebeba serkewta wê binemalê.
Li dewrê Şah Ismaîlê I (yêkê), serokêt Şembo (Mîrê Hekarîyê) li kelata Bayê li Şemsdînan, dijîn û hukum dikirin.
Ewê binemalê heta nîva sedsalêt 19:a zayînî li Hekarî û Elbakê hukum yê kirî. Mîrê herê dawîyê wê binemalê Nûrula Beg bûye, ku paşî zortir basa wi dêhête kirin. Nûrula Beg paşi birayê xwe dibîte Mîrê Hekarîyê û paytextê xwe li Colemêrgê diguherîte Elbakê.
Nûrula Beg yêk li bihêztirîn hevkar û yêkgirtîyêt Mîr Bedirxan Begê Botanê bûye. Bigotina misiyonerêt Emrîkî, li wi dewri, pêşî Mîr Bedirxan Begê Botanê mîrêt Hekarîyê gelek li mîrêt Botanê bi hêztir bûne.
[biguherîne] Erdnîgarî û sînorên bajêr
Bajar di nav parelelên 36° 57´ û 37° 48´ bakûr û merîdyenên 42° 10´ û 44° 50´ rojhilat de ye. Sînorên bajêr li bakûr bi Wanê, li rojava bi Şernex û Sêrtê ve, li başûr bi Dihokê ve û li rojhilat jî bi Wirmê ve tê girêdan.
[biguherîne] Taybetiyên erda bajêr
Pîvana erda herêmê 9.521 km² ye . Piraniya erda herêmê ji çiyayan pêk tê. (87,6%), deşt (2,1%), plato jî (10,3%) ne. Ji ber çiyabûna herêmê çandinî kêm tê çandin. Tene û gûz ên herî pir in ku li herêmê tên çandin. Li geliyên herêmê, birinc, kuncî û fêkî jî tê çandin.
[biguherîne] Avhewa
Li herêmê du cureyên avhewayê hene. Ber bi aliyê çiya ve avhewayeke sar, reşahî û li deverên geliyan jî avhewayeke Behra Spî serdest e. Herêm zivistanan pir sar û dirêj , havînan jî hênik derbas dibe.
[biguherîne]
- Colemêrg (navend) (Hakkari), 73.221(1997)
- Çelê (Çukurca), 15.778(1997)
- Şemzînan (Şemdinli), 38.816(1997)
- Gever (Yüksekova), 91.530(1997)
Tevahiya nifûsa herêmê tevî gundan 212.486 (1997)e. Tevahîya gelhê herêmê 246.469 (2007)
[biguherîne]
| Navê fermî (1928) Qeza: Çolemerk Nahiye: Çolemerk (navend) |
Navê kurdî yê îro | Navê tirkî yê îro |
| Eqwanîsê | ||
| Bajêrê bin Qesirê | ||
| Baxa Jêr | ||
| Bayê Jêr | ||
| Pakan | ||
| Pîrûdan | ||
| Pîrê | ||
| Pîlan | ||
| Derîse | ||
| Dindirkan | ||
| Dîze | Dize | Üzümcü |
| Dizkurmanc | ||
| Xenanisa Jêr | Xenanisa Jêr | Otluca |
| Xorîzan | ||
| Hacî Ulyan | ||
| Se'dînan | ||
| Şimûnis | Şimûnis | Kaymakli |
| Sûrman | ||
| Daxgul | ||
| Qiran | ||
| Qoçanis | Qoçanis | Konak |
| Qotranis | Qotranis | Ördekli |
| Merzana Jêr | ||
| Merzana Jor | ||
| Mendan |
[biguherîne] Çiyayên herêmê
Reşko (Geliyê Şîn 4.135 m), Durek (4.060 m), Maunsel (3.850 m), Gelyano (3.650 m), Garê (3.460 m, Geverokê (3.356 m), Termo (3.275 m), Barêdalo (3.250 m) û Çiyayê Reş (3.630 m).
[biguherîne] Deşt û zozan
Deşta Gewerê (li dora Çemê Nihêlê ye (175 km²), deşt 1.900 m ji behrê bilind e. Geliyê Xabûr (di navbera çiyayê Termo û Tanîn de ye.), Geliyê Avarobaşîn (di navbera çiyayê Cîlo û Sat de ye). Geliyê Zapê li dora çemê Zapê ye. Geliya Şemzînan jî li rojhilata bajêrê Çolemergê ye. Zozana Kanimahan'e li dora gunde Çarqela ye.
[biguherîne] Çem û gol
Li ser çiyayên Cîlo, Sat û Reşko, golên krater hene. Gola Gelyana li çiyayê Reşko, di 2.950 m bilindbûnê de ye. Dirêjbûn û firehbûna golê 300m û 250 m ye. Gola Şîn, Seyidxan û Golan jî li ser çiyayê reş in. Hinek gol jî li ser çiyayên Satê ne.
Ji çemên Avarobaşîn, Şemzdînan û Hacibegê Çemê Zapa mezin pêk tê. Çemê Xabûrê jî şaxek Çemê Dîcleyê ye.
[biguherîne] Serwetên bin erdê
Li heremê madenên bin erdê heta nuha jî peyde nebûne. Tene asbest li hinek deweran hatiye dîtên lê hîn ne hatine bikar anîn.
[biguherîne] Babetên heywanan
Ji ber ku herêm pir bi çiya ye, heywanên ku li ser çiya dijên li herêmê pirtir peyde dibin. Wek bizin û miyên çiya, hirç (li hêla Şemizdîna û Çelê), rûvî, gur, keroşk, kew û werdek yên herî pirin ku li herêmê peyde dibin.
[biguherîne] Ol û civak
Nifûsa herêmê piranî misliman in, ji mezhebên şafî ne. Kêm xiristiyan jî li heremê hene. Tirbên ku ji aliyê gel ve tên ziyaretkirin jî hene. Wek Tirba Gulareş, Ibedullah Nehrî (li Şemizdînan)
[biguherîne] Xwarênên herêmê
- Gulûl: Ji mast, birinc, savar yan jî garis çêdibe. Dew tê kelandin, birinc yan jî bulxur dikeve navê û hinek din jî tê kelandin. Ji ser agir tê girtin ku heta sar û tîr bibe. Rûn sor dibe û bi ser de tê reşandin û serwîs dibe.
- Kêpayî (hûrên dagirtî): Hûr tê perçekirin û wekî kîsên biçûk tên girêdan. Birinca bi qîme û baharat dikeve navê û li ser agir di avê de tê kelandin.
- Mertoxe: Şêraniyek, ji tuxavk, rûnê nivishk û arvan tê çêkirin. Tuxavk û rûn di tawê de tê helandin û arvan bi serde tê reşandin. Hinek av dikevê û sar tê xwarin. Ji şûna avê şerbet jî dikeve navê.
- Keledoş: Ji keşkê tê çêkirin. Dahn, nok, goşt û giyayên ku zivistanê hişk dikin, tevlî hev dikin û dikelînin.
- Doxave: Ev xwarin ji dew çêdibe. Nok tê tevlîkirin. Goştê qîmeyê weke kofteyên piçuk tê çêkirin û tê tevlîkirin.
- Qirîs: Mewîj, kakilê gûzan, goştê hestî, kiftik bi hev re tên kelandin û serwîs tê kirin.
[biguherîne] Kincên herêmê
Zilamên herêmê şal û şapik li xwe dikin. Du babetên şal û şapikan li herêmê hene (diyaryane yan jî şirnexyane). Bi ser û şal şapik de kefiyek li piştê tê girêdan. Êlegek ku jê re dibêjin kerik bi ser de tê li xwe kirin. Di bin şal de derpiyek dirêj kiras derpê tê li xwe kirin. Milên îşlikan bi nexşe û jê re dibêjin lewendî. Li serî bi kefî re desmalekê ku ji re dibêjin cemedanî (çefî) tê pêçandin. Di nigê zilaman de gorên ji hirî û rengîn û pêlavên ku jê re dibêjin reşik hene.
Jinên colemêrgî fîstanên heta nigan dirêj û carna jî çend fîstan bi ser hevde li xwe dikin. Bi ser fîstan de êlegek (bi mil yan jî bê mil) ku jê re dibêjên qutik li xwe dikin. Di serî de şarpeyek hewreşim yan jî kefiyên reş tê pêçandin. Carna çarşefek ku jê re dibêjin xîzar jî ji aliyê jinan ve tê lixwekirin.
[biguherîne]
Navê Hekkarî yê ji gotina " hekkar" ku di sedsala dehan de navê eshîrek bû ku li herêmê dijiyan tê. Navê Colemêrg navê bajarê herêma Hekkarî yê ye û di dema Memlûkiyan de ev nav hatiye gotin. Nav, bi zimanê Ermeniyan "Ilmar" û bi zimanê Suryaniyan jî "Gularmak" e.
[biguherîne] Kronolojî
BZ (Berî zayînê)
- 1000 - 585 Dema Ûrartûyan
- 585 - 550 Dema Medan
- 550 - 331 Dema Persan
- 331 - 323 Dema Mekedoniyan
- 88 - 66 Hukumdariya Tîgran
- 66 dema Romiyan
PZ (Piştî zayînê)
- 297 - 638 Dema Sasaniyan
- 978 Dema Ereban
- 1054 Dema Selçûqiyan
- 1142 Hukumdariya Îmaddîn Zengî
- 1343 Dema Karakoyuniyan
- 1360 Dema Mîrîtiya Hekkariyan
- 1386 Dema Moxolan
- 1405 Dema Mîrîtiya Hekariyan ya duyemîn
- 1534 Dema Osmaniyan
- 1855 Serhildana Îzzedîn Şêr
- 1914 Dema Rûsan
- 1918 Dema Tirkan
- 1924 Serhildana Nastûriyan
[biguherîne] Ciyên turîstîk û gerê
Hekkarî ji alî tabîat û çiyayan ve pir dewlemend e. Loma jî kesên ku hildikshin ser çiya û spora çiyatî yê dikin, her sal tên herêmê û vê sporê dikin. Herêm ji bo nêçira heywanên kovî jî musaîd e.
[biguherîne]
- Mela Hisênê Bateyî (1417, - 1494)
- Ehmedê Xanî ( sedsala 17 an
- Îhsan Colemêrgî
- Ayhan Geverî
- Qahir Bateyî
- Elî Herîrî
[biguherîne] Eşîr
[biguherîne] Lînkên derve
|
|
|
|---|---|
|
Agirî | Akrê | Amed | Amêdî | Amûde | Bane | Bazîd | Bidlîs | Bokan | Cizîr | Colemêrg | Çewlîg | Dêrsim | Dihok | Dîlok | Efrîn | Elezîz | Erzingan | Erzirom | Êlih | Gurgum | Hesîçe | Hewlêr | Îlam | Îdir | Kamyaran | Kerkûk | Kirmaşan | Kobane | Mehabad | Meledî | Mereş | Mêrdîn | Merîwan | Midyad | Musîl | Mûş | Nisêbîn | Pawe | Pîranşar | Qamişlo | Qers | Qoser | Riha | Selehedîn | Semsûr | Serdeşt | Serê Kaniyê | Sêrt | Seqiz | Sêwas | Silêmanî | Sine | Şino | Şirnex | Tirbespî | Urmiye | Wan | Xaneqîn | Xoy | Zaxo |
|
|
|
|
|---|---|
|
Edene | Semsûr | Afyon | Agirî | Amasya | Enqere | Antalya | Artvin | Aydın | Balıkesir | Bilecik | Çewlik | Bidlîs | Bolu | Burdur | Bursa | Çanakkale | Çankırı | Çorum | Denizli | Amed | Edirne | Mezra | Erzingan | Erzirom | Eskişehir | Dîlok | Giresun | Gümüşhane | Colemêrg | Xetay | Isparta | Mersin | Stenbol | İzmir | Qers | Kastamonu | Kayseri | Kırklareli | Kırşehir | Kocaeli | Konya | Kütahya | Meletî | Manisa | Gurgum | Mêrdîn | Muğla | Mûş | Nevşehir | Niğde | Ordu | Rize | Sakarya | Samsun | Sêrt | Sinop | Sêwas | Tekirdağ | Tokat | Trabzon | Dêrsîm | Riha | Uşak | Wan | Yozgat | Zonguldak | Aksaray | Bayburt | Karaman | Kırıkkale | Êlih | Şirnex | Bartın | Erdêxan | Îdir | Yalova | Karabük | Kilîs | Osmaniye | Düzce |
|