Kevin Rudd
Ji Wîkîpediya
Kevin Michael Rudd (* 21'ê rezberê 1957 li Nambour, Queensland, Australiya) yek ji siyasetmedar, dîplomat û ji kewçêra 2007'î virde jî serokwezîrekî Australiya ye.
Ji Partiya Karkeran a Australiya ye û ji kewçêra 2006'î virde serokatiya partiyê dike. Di hilbijartinên 24'ê sermawezê 2007'î de partiya wî bi radeyeka dengdayîna bilind biserket û di 3'ê berfanbarê 2007'î de Rudd bû 26emîn serokwezîrê Australiya.
Rudd di propagandaya hilbijartinê de soz dabû ku heger ew bisebikeve dê ji gelê Aborjîn lêborînê bixwaze û pêşî li assîmîlasyon û zordariya li wan tê kirin bigire. Berê jî carcaran ev yeka han dihate rojevê lê ji aliyê hikûmetan ve nedihate bicihanîn. Rudd piştî damezirandina hikûmeta xwe soza xwe digire û ji gelê Aborjîn lêborînê dixwaze.
Hikûmeta Rudd wekî yekemîn îcraatê, Protokola Kyoto îmze dike.

