Kila ron

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Mascara de pestañas.jpg

Kila ron, rîmel, mesqere, berhemeke kozmetîkê ye, bo nexşandina bijang û kêlîçan e.

Bijangan rep dike, formê dide wê. Dema li bijangan bidin, bijang dirêjtirîn dixuyên, dîtbar dibin.

Di sedsala 19. de ji aliyê damezîrênerê fîrmaya Rimmelê Eugene Rimmel ve hatiye deranderîn. Di gelek zimanan de bi paşnava Rimmel tê binavkirin. Bêjeya mesqere jî ji îtalî ye, tê wateya maskeyê. Mesqereyên îro tên bikaranîn ji aliyê T.L. Williams ve di sala 1913'yê de hatiye çêkirin.

Ji şemayê (şima) ye. Berê toza komirê û vazelîn tevlîhev dikirin, mesqereyên xwe wisa çêdikirin. Fîrmaya Williams a bi navê Maybelline, yekem car firotina mesqereyên îro jî tên bikaranîn kiriye.

Sala 1957'ê de di warê hilberîna rîmelê de şoreşek pêk tê. Helena Rubinstein şivik û tûpa rîmelê ya îro heye derdixe bazarê.

Dikare ziyanê bide[biguherîne]

Heger rîmel bi baldarî û gorî norman neyê bikaranîn dikare ziyanê bide çav, çerm û laşê mirov. Gelek kesan şivika rîmelê di çavên xwe re kirine. Di rewşeke wiha de divê çav bi lezgînî bê şûştin û mirov alîkariya bijîşk bixwaze.

Hin nexweşiyên dibe ku bingeha xwe ji bikaranîna rîmelê bigirin ev in:

  • Madarosis - weşîna bijangan.
  • Trichiasis - di gihana bijangan de pirsgirêk, an pirr mezin dibin û zû digihên, an jî forma gihanê xirab dibe.