Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
United Nations High Commissioner for Refugees (UNHCR), (Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî) yek ji komîseriyên xebatê yên NY ye. Armanc û peywirdariya wê parastin û bipêşdebirina jiyana penaberan e. Bingeha xebata wê li ser hûmanîzmê ava bûye.
Di 14'ê berfanbarê 1950'î de ji aliyê meclîsa NY ve hatiye damezirandin. Heya niha li seranserê cîhanê parastina bi dehan Milyonan penaberan kiriye. Sala 1981'î ev sazî bi Xelata Nobelê ya aştiyê hatiye bişeref kirin. Li 116 welatan 266 bûroyên xwe hene û bi texmînî 6.500 kes li van bûroyan bo mafê penaberan dixebitin.
Heya niha komîsera/ê bilind bûne [biguherîne]
- Gerrit Jan van Heuven Goedhart, 1951 heya 1956
- Auguste R. Lindt, 1956 heya 1960
- Félix Schnyder, 1960 heya 1965
- Sadruddin Aga Khan, 1965 heya 1977
- Poul Hartling, 1978 bis 1985
- Jean-Pierre Hocké, 1986 heya 1989
- Thorvald Stoltenberg, Rêbendan heya Sermaweza 1990
- Sadako Ogata, 1990 bis 2000
- Ruud Lubbers, 1'ê rêbendanê 2001 heya 20'ê reşemiyê 2005
- Wendy Chamberlin, Reşemî heya Pûşper 2005
- António Guterres, ji Pûşper 2005