Komeleya Perwerdeya Demokratîk a Bilind a Enqereyê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Komeleya Perwerdeya Demokratîk a Bilind a Enqereyê komeleyek e ku ji aliyê serokê PKKê Abdullah Öcalan û komek ji xwendekarên marksîst 1975an de hatiye damezirandin[1].

Derbarê wê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Komele, ev komele di 1975an de Abdullah Öcalan û endamên niha di Komeleya Civaka Kurdistan (KCK) birêvebirin, Cemil Bayık, Duran Kalkan, Rıza Altun, Mustafa Karasu û hin kesên şehîd ketine Kemal Pir, Mazlum Doğan, Haki Karer, Hayri Durmuş hatiye damezirandin.[2] Xwendevanen Zanîngeha Enqereyê û gellek xwendevanen dibistanên bilind û zanengeha endamê wê komeleyê bûn. Piştî derbeya 12ê adarê di nava zanîngehan de avakirina rêxistina demokratîk a yekem bû. Sekreteriya wê giştî  Öcalan dikir. Di komeleyê de nîqaşên politîk dihat meşandin û bi dû van nîqaşan de teza ku ''Kurdistan mêtingeh e'' derket holê û biser vê bingeha politîk xebatê avakirina Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) destpêkir. Di wê serdemê de ew kom bınavê apocîya dıhat nasîn.[3][4]

Dû re komele di dema dadgehên rewşên awarte de bi tawana "cudakariyê" hat girtin. Lê piştî nêzîkî 40 salan, hinekan hewl da ku di sala 2014an de dîsa vekin lê nekarî.


Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Eager, Paige Whaley.
  2. ^ Casier, Marlies; Jongerden, Joost.
  3. ^ 40 yıllık ısrarın adı: ADYÖD
  4. ^ Mango, Andrew, Turkey and the War on Terror: For Forty Years We Fought Alone, ISBN 0415350026