Konfusyus

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Konfusyus
Navê rastî
孔子 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Jidayikbûn
孔丘 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre

c. 551 b.z. Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Qufu (Lu) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mirinc. 479 b.z. Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Si River Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Sedema mirinêSedemên sirûştî
Cihê goristanêCemetery of Confucius Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîLu Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
Xebat
  • Analects Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Hevjîn
  • Qiguan Shi Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Zarok
  • Kong Li Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dê û bav
  • Shu-liang He Li ser Wîkîdaneyê biguhêre (bav)
  • Yan Zhengzai Li ser Wîkîdaneyê biguhêre (dê)
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Konfusyus an Konfuşyus fîlozofê çînî di salên 551- 479 berî zayînê de li Shandongê hatiyê ser cîhanê û li wir miriye. Navê wî yê rast Kong-fuzi (孔夫子, anku "Mamoste Kong"). Ew weke mirovekî oldar tê naskirin, li gorî pirrê çavkaniyan ew jî pêxember e.

Ramanên Konfusyus bi sedsalan bandorek mezin li Asyaya rojhilat kirine. Ew di dema şerên mîrekên Çînê de, di dema ku mîrektiyên bi navên bihar û payîzê şer dikirin de jiyaye. Wî dixwest dinyayê sererast bike, lê belê ew ne giha armanca xwe. Ji bona ku vê ramana xwe bi cî bêne ew yek bi yek li cem hikumdarên Çînê geriya. Di dawiyê de wî zanebûna xwe xûrttir kur û bi diravan ders dan. Wateya gotina "Zi" ku li dawiya navê wî ye tê wateya "hosta" û ev yek jî ji mamostetiya wî tê. Ji vê hostayiya xwe ya mîstîk, ji baweriya ku bixwe dianî û ji xwesgotina xwe, ew bûye yek ji mamosteyên herî navdar yê dîrokê.

Fêrmendiya wî bi giranî li ser birêvebirinê ye û di nav gel de berpirsyariyek giran derpêş dike. bingiha felsefa wî li ser çar linga ye; Rewişt (ahlak), Têkiliyên civakî, polîtîka û Dad. Wî felsefeya xwe bi van ramanan aniye ziman ; "Tişta ku ji kurekî tê xwestin, bide bav, tista ku ji mamur tê xwestin bide hikûmdar, tişta ku ji birayê piçûk tê xwestin, bide bêra yê mezin û tişta ku tu ji bo xwe dixwazî bide hevalê xwe. Di van ramanan de hiyerarşiyek xwurt xwuya dike.

Ev felsefe ji nava felsefeyen wek Taoîzmê, û hin felsefeyên din cuda dibe, li herêma Asiya bi gûr bela dibê û heta ku dibê ol. Ev bawerî jî "Konfusiyanîzm" hate bi nav kirin. Hetanî sedsala 20 an jî, ji aliyê dewletên Çînê ve wek ola fermî hate pejirandin.

Konfusyus, ji aliyê E.T.C. Werner ve di pirtuka " Myths & Legends of China" (1922) de hatiye neqişandin û hemî ramanên wî hatinê berhevkirin. Piştî mirina Werner, ev hemû di pirtika bi navê "Bijartinên ji Konfusyus" de hatine berhev kirin. Di van berheman de cî dane hin axaftinên di navbera wî û xwendekarên wî de jî. Di vê berhemêde wiha diyar e ku gelek ji van nivîsan, ne yên Konfusyus in, lê belê bi wextre ev wek ramanên wî hatine pejirandin. Di van berheman de "Zanebûna Mezin" û "Doktirîna navberê" bi zimanekî zelal hatiye dân.

Konfusyus
Peykelekî Konfusyus

Girêdanên Derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Wikiquote-Logoq:
Wikiquote-Logo
Di Wîkîgotin da gotarek li ser Konfusyus heye.