Kongreya Siyonîst

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Kongreya Siyonîst
  • Event sequence
  • congress Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dema avabûnê
  • 1897 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Damezrîner
Serok
  • Theodor Herzl (1897–1904)
  • Max Nordau (1905–)
  • David Wolffsohn (1907–1913) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Malperwww.wzo.org.il/congress/ Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Kongreya Siyonîst di sala 1897an de ji aliyê Theodor Herzl ve wekî organa herî bilind a Rêxistina Siyonîst (RS) û desthilata wê ya qanûnî hatiye damezrandin. Yekem Kongreya Siyonîst di sala 1897an de li bajarê Baselê Swîsreyê hat lidarxistin.[1]

Di sala 1960an de nav wek Kongreya Siyonîst a Cîhanê (bi îbranî: הקונגרס הציוני העולמי HaKongres HaTsioni HaOlami) û Rêxistina Siyonîst a Cîhanê (RSC) hat guhertin. Rêxistina Siyonîst a Cîhanê efseran hildibijêre û li ser siyasetên RSCê û Ajansa Cihûyan[2] biryar dide, di nav de "teyînkirina dabeşkirina fonan."

Her cihûyê ji 18 salî mezintir ku endamê komeleyeke sîyonîst be, mafê dengdanê heye û hejmara nûnerên hilbijartî yên kongreyê 500 e.[3] 38% ji nûneran ji bo Îsraêlê, 29% ji bo Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û 33% ji bo welatên mayî yên dîasporayê ne. Bi ser de jî nêzîkî 100 delege hene ku ji aliyê rêxistinên navdewletî ve yên girêdayî RSCê têne tayîn kirin.

Piştî Yekem Kongreya Siyonîst a di sala 1897an de, Kongreya Sîyonîst her sal heta sala 1901ê dicive, paşê her du sal ji sala 1903an heta 1913an û ji sala 1921an heta 1939an. Heta sala 1946an, kongre her du salan carekê li bajarên cuda yên Ewropayê dihat lidarxistin, ji xeynî astengiyên di dema du Şerên Cîhanê. Armanca wan avakirina binesaziyek ji bo pêşdebirina doza bicihkirina cihûyan li Filistînê bû. Ji şerê cîhanî yê duyem ve, hema hema her çar salan carekê civîn têne lidarxistin. Her wiha ji dema damezrandina Dewleta Îsraêlê, Kongre her çar-pênc salan carekê li Orşelîmê jî dicive.[4]

38emîn Kongreya Siyonîst a Cîhanê di sala 2020an de hat lidarxistin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "World Zionist Organization (WZO)". www.jewishvirtuallibrary.org. Roja gihiştinê 10 çiriya pêşîn 2023.
  2. ^ "Mission Statement". www.wzo.org.il. Roja gihiştinê 10 çiriya pêşîn 2023.
  3. ^ "38th World Zionist Congress Elections – American Zionist Movement". azm.org. Roja gihiştinê 10 çiriya pêşîn 2023.
  4. ^ "Extraordinary World Zionist Congress begins today". The Jerusalem Post | JPost.com (bi îngilîziya amerîkî). 18 nîsan 2023. Roja gihiştinê 10 çiriya pêşîn 2023.