Kosegelî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Kosegelî li Bakurê Kurdistanê

Kosegelî yek ji elementên zargotina kurdî ye. Li hin deveran bi navê "Kalê û Pîrê", "Apo û Etê", "Kalê Gaxan"[çavkanî hewce ye], "Serê salê" hwd jî tê binavkirin.

Cureyekî şanoyê ya civakî ye. Qiloçên kalê hene. Li serê pîrê temeziyeka sor tê dayîn. Divê yek jî "Ereb" be. Ango xulam, xizmetkar. Mal bi mal tê gerandin û cure cure skeç tên leyîstin. Herkes gorî dilê xwe rûn, şekir, ard, dirav hwd dike satila Ereb. Piştî gerê ciwan li cihekî kom dibin ji parsa wan helaw hwd çêdikin û dixwin. Li mal, gom an kadînekê heya sibehê govend tê lidarxistin, pêkenok têne gotin[1].

Mijarên têkildar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "Kosegelî". herema-ararat.blogspot.com. 2012.