Kulîlkên Ciwan (kovar)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Kovara Kulîlka Ciwan di navbera salên 2002-2003yan li Amedê hatiye derxistin. Tenê li Amedê 500 lib dihate belavkirin. Ev kovar destpêkê wekî fanzîn(kovara ku bêdestûra dewletê têne derxistin) dertê. Piştî 4 hejmaran, navê xwe dike Kulîlka Ciwan. Piştî 3 hejmarên wê yên fermî, bi derketina Kovara W're, xebatên xwe dide rawestandin. Ji ber dema ku kovar derket, ew dem kovara Jiyana Rewşen weşana xwe rawestandibû û ji bilî kovara werzî ya bi navê Kevan ku li Mersînê dihate derxistin, tu kovar nedihate derxistin. Kovar ji bona vê valatiyê dabigire, tê derxistin. Kovar, bi piranî nivîsên wêjeyî yê ciwanan esas digirt û li piranî zanîngehên Kurdistanê dihate belavkirin. Edîtorê kovarê Deştî Rewşen bû û wê demê li Zanîngeha Dîclê xwendekar bû. Bi şiklê xwe yê fanzîn yanî îllegal û bi şêweyê fermî, di kovara Kulîlka Ciwan de, bi sedan berhemên hêja yên wêjeyî hatin weşandin. Di dem de arşîva wê hatiye girtin.