Lîberalîzm

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Lîberalîzm aydiyolocîyek, nihêrîneka felsefî û kevneşopeka siyasî ye ko azadiyê wekî bihaya siyasî ya herî pêşîn qebûl dikit.

Peyva lîberalîsm, ji peyva Latînî "liber" ku wata wê 'azad' e, hatiye wergirtin. Di serdema niha de, lîberalîsm wek behweriyek, yan jî tevgerek siyasî û civakî ye. Armanca wê azadkirina mirov e, çi wek tek, çi wek kom, yan civak. Azadkirina wî ji qeydên desthilatdariyê, bi hemî rengên xwe (siyasî, abûrî, yan jî rewşenbîrî).

Kakilê felsefa lîberal, ew e ku "tekemirov" bingeh e, û tiştê herî giring e. Ku mirov dema ji dayk dibe, berî her tiştekî, mafê wî yê jiyanê heye. Ji vî mafî hemî mefên wî yên din şaxdidin.

Em dikarin têgehê lîberalîsm ê, di risteyekê de kurtbibirin: ji mafê tekemirove ku jiyana xwe li gor daxwazî, hez, û behweriyên xwe bije. Dirûşma lîberalan, ev e: "Bihêle karê xwe bike, bihêle derbazbibe".

Wiki letter w cropped.svg Ev gotar şitlek e. Heke tu bixwazî berfireh bikî, biguherîne bitikîne. (Çawan?)