Lûş

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Lûş
Allium ursinum0.jpg
Dabeşandina zanistî
Cîhan: Plantae
(ne eşkere ye) Monocots
Kom: Asparagales
Famîle: Alliaceae
Cins: Allium
Cure: A. ursinum
Navê zanistî yê latînî
Allium ursinum
L.

Lûş, lûşî, lûşe an lîş (bi latînî: Allium ursinum) hem pincar e, hem jî dermanek nestêle (bêhempa) ye. Li cihên 1700 m bilindtir şîn tê. Bejna wê 40 cm e. Bêhna wê wek ya sîrê ye.

Hemi madeyên di nav sîrê de hene di nav lûşî de jî hene. Lê lûş ji sîrê hem bihêztir, hem jî bikêrhatîtir e. Belgên wê pahn û dirêjin. Nêrka nava wê wek ya pîvazê ye. Herweha gopika (paxuxe) wê jî wek ya pîvazê ye. Di nav keskatiyan de yek ji ewên mizgîniya biharê dide Lûş e. Di mehên nîsan û gulanê de belgên (pel) wê tên çinîn.. Tê gotin ku dema hirç ji xewa zivistanê radibe, ji kuna xwe derdikeve, ji bo ku reh (damarên) wê vebin û xwîna dîlê wê baş tevgêrê bike, berê li Lûşê digere û dixut.

Bikêrhatin[biguherîne]

1- Ji bo çermê mirov civan bimîne.

2- Ji bo pirzikan

3- Ji bo hiş (zêhn) vekirinê.

4- Ji bo sîstema givirînê (sîndirm).

5- Ji bo kurm havêtinê û rûvî paqijkirinê.

6- Ji bo nexweşiyên kalemêran, ku ji bêbizavî (bê hereketî) peyda dibin. Wek: hişkbûna damaran, hêdîlêxistina dil, dewqçûn, bêxewî û serêş ê.

7- Ji bo kuxikên kronîk û zehmetiyên danûstandinên bêhnê.

8- ji bo nermkirin û dawîanîna belxema sersingê.

9- Ji bo pişikê.

10- Ji bo gurçik û paqijkirina rêyên destavxweşkirinê.

11- Ji bo navhinavçûyîna (virk) kronîk bisekine.

12- Ji bo baştir xebitîna dil.

13- Ji bo mad.

14- Ji bo îştahvekirinê, ji bo ba (romatîzma) û hwd.


Bikaranîn[biguherîne]

1- Jêçêkirina xwarinan. 2- Tentûr. 3- Şirûb.

1- Bi gezing (gezgezok ) spanak, alo û pincarên mixlê jê çêdibin re çêkirina mixlê.

2- Wek sos: 100 gr lûş 50 gr kakilê gûzan, bindek, an jî fitik, du kevçiyên dohnê zeytê û hinek penîrê qeşer an jî penîrek din. Hemiyan di mîkserê de bihêrin, li ser meqerne, an jî li ber goşt û mirîşkan wek sos û pêxwarin bi kar bînin. Herweha mirov dikare wê sosê li ser nanê nîvişkirî bide.

3- Wek: bexdenozê hûr bike, li seletan û hemi xwerinan werke.

4- Birinc, savar û xwarinên ji dew çêdibin jê çêke. Lê divê ji bo ku mîneralên hidurê wê berze nebin, berî xwarinê bipêje, paşê bêxê nav xwarinê û kelek din bidê.

5- Bêxe nav seleta mast (cacix).


Tentûr - derman: Belgên wê bikin nava şûşên avê, lê nedewisînin. Tûjî ser qanyaxek bi qalîte bikin û derê wê bigirin. 14 rojan danin ber tavê (roj) an jî cihek germ. Car û baran bişilqînin. Pîştî 14 rojan biparzinînin û 10-12 dilopan berdin nav hinek avê, rojê 4 caran vexwin. Ji bo hemi nexweşiyên me li jor nivisîn derman e.

6- Şirûb: Kulmek belgên Lûşê bêxin navberoşekê, du şûşên avê ya şeraba spî berdin ser û bikelînin, paşê bipazinin . Jibo tam xweşkirinê, hinek hingiv an jî rêçalê pê dakin û vexwun.

Parastin[biguherîne]

Mirov dikare lûşê hişk bikin, lê wê demê piraniya mineralên nava xwe winda dike. Hûn dikarin bikin kîsan û bêxin cemedxanê. Herku hûn hewce bin têra xwe jê derxin.

Lûş tevahiya bedenê paqij dike. Madeyên qirêj yên bi inat tavêje der. Xwînek temîz û bi sihet çêdike. Madeyên jehrî dikuje û tavêje der. Li ser rûyê erdê çi giya û pincar wek Lûşê nikarin bandorek erînî li ser mexde (mad ) rûvik û paqijkirina xwînê bikin. Xortên Lûşê bixwin wê wek keprek (çardax) ji gulan geş bibin û wê wek qozek –gûzek dara hevristê (çam) ya li bin tavê zexim bibe.

Çavkanî[biguherîne]

  • Bavê Jîndar, Lotikxane, 2009