Lûleya bayê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Lûleyeke bayê

Lûleya bayê kovikeke ji qûmaşê ye ku ji bo tesbîtkirina alî û leza bayê tê bikaranîn. Carina jî ji bo dekorasyonê tê danîn.

Bikaranîn[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Lûleyên bayê ji bo tesbîtkirina aliyê bayê û leza bayê tê bikaranîn. Ev lûle bi piranî li balafirgehan ji bo ku ji pîlotan re lez û aliyê bayê nîşan bidin tê bikaranîn, û li tesîsên kimyewî yên ku xetera derketina gazê heye tê bikaranîn. Hin caran jî li kinarê riyên biba tê danîn.

Lûleyên bayê, li gelek balafirgehan bi ronavêjan tê dorpêçkirin û an jî darikekî ronak monte dikin nava wê.[1]

Fonksiyon[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Aliyê bayê bayê bi eksa aliyê ku lûleya bayê nîşan dide ye (bi bîr bînin ku lûleyên bayê edeten wek nuqteyeke cihnîş ku cihê ba jê tê nîşan bide hatiye bikaranîn, lewma gava lêleya bayê ber bi bakurê ve ye, tê wê maneyê ku ba ji aliyê başûr ve tê.) Leza bayê jî bi wasiteya dereceya lûleya bayê tê hesabkirin, bi bayên zeîf lûleya bayê ber bi erdê ve nêzîk dibe, lê bi bayên xurt lûleya bayê wek asoyî difire.

Herwiha binêre[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Koinobori (Lûleyên bayê yên japonan ku dekoratîf e)

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "FAA SPECIFICATION FOR WIND CONE ASSEMBLIES" (PDF). US Federal Aviation Administration (bi îngilîzî). Ji orîjînalê (PDF) di 3 çiriya paşîn 2020 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 3 çiriya paşîn 2020. {{cite web}}: |archive-date= / |archive-url= li hev nayê; 11 çiriya pêşîn 2020 tê pêşniyazkirin (alîkarî)