Laura Coleman

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Laura Coleman
Jidayikbûn23ê sibata 1986an (38 salî)
HevwelatîÎnglistan
PîşeModel, Aktrîs
Zarok1
Kariyera modelî
Bejn 1,78 m (5 ft 10 in)
biguhêreBelge

Laura Coleman, (jdb. 23ê sibata 1986an li Melton Mowbray, Înglistan) model, aktrîs û fenomenê medyaya civakî ya îngilîzî ye ku ji aliyê MODELS 1 ve tê temsîlkirin. Coleman di 22 saliya xwe de pêşbirka bedewiyê ya Miss England 2008 qezenc kir û Înglistanê li pêşbirka Miss Worldê temsîl kiriye.

Jînenîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Coleman li Melton Mowbray ji dayik bûye ku ji malbatek model û serkeftiyên pêşbirkên bedewiyê tê. Dapîra wê yî ji aliyê dayikê ve Irene 12e sernav bi dest xist û di salên 1940an de bû Miss Army Pin-Up û Miss Lovely Legs. Dayika wê Dena di 20 saliya xwe de 20 pêşbirkan bi dest xist, tevî Miss East Anglia û di Miss Great Britain de bûye fînalîst.[1]

Coleman di sala 2005an de dema ku li Zanîngeha De Montfort li Leicesterê di beşa qanûna karsazî û kirrûbirrê de dixwend, di sala 2005an de li pêşbirka Miss Leicestershire bû yekem û di vê salê de li pêşbirka Miss England de bû çaremîn.[1]

Coleman di sala 2008an de Miss Derby qezenc kir û di 18ê tîrmeha sala 2008an de, tenê rojek piştî mezûnbûna xwe, di hewildana xwe ya duyem de di Miss England 2008 de bû bedewa yekem a salê. Piştre Coleman di Miss World 2008 de, li Afrîkaya Başûr, Înglistanê temsîl kiriye.

Ew niha li Londonê dijî û ji hêla ajansa modela Models 1 ve tê temsîl kirin.[2] Laura ji bo markayên domdar û moda kevnare ya li ser Instagramê bandorkarekî medyaya civakî ye.

Coleman di gelek fîlmên metrajdirêj de derketiye ku di nav de King Arthur ya Guy Ritchie heye: Excalibur Rising (2017) û The Witches of Dumpling Farm (2018.)

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ a b Mirror.co.uk (21 tîrmeh 2008). "Exclusive: New Miss England Laura Coleman comes from Beauty Queen stock". mirror (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 18 sibat 2023.
  2. ^ "Laura coleman - Models 1 | Europe's Leading Model Agency". www.models1.co.uk. Roja gihiştinê 18 sibat 2023.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]