Le Duc Tho

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Lê Đức Thọ (* 14'ê kewçêrê 1911 li Pich-Le li parêzgeha Hà Nam; † 13'ê kewçêrê 1990 li Hanoy; navê berê Phan Đình Khải) siyasetmedarekî Viyetnamî bû.

Yek ji damezrênerên Partiya Komûnîst a Hindûçîn bû. Li dijî dagirkeriya Fransiyan têkoşiyaye. Ji ber çalakiyên wê zêdetirî 11 salan ji aliyê Fransiyan ve tê zîndanîkirin. Bi destpêkirina dagirkeriya DYAyê ve îcar li dijî wê têkoşiyaye. Di komîteya navendî ya Partiya Komûnîst a Viyetnamê de cihgirtiye û tevlî nûnertiyên dîplomatîk bûye.

Sala 1973'î de bi tevî Henry Kissinger Xelata Nobel a aşitiyê digirin.