Le Trio Joubran

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Le Trio Joubran (2008)

Le Trio Joubran (bi erebî: الثلاثي جبران‎‎, lat. al-Thalatha Jubran, ango bi kurdî: Trîoya Cubran) komeke muzîkê ya gelêrî ya filistînî ye ku ûdê bi awayê trîo (sêmend) bikartînin. Ev sêmend ji brayên Samir, Wissam û Adnan Joubran pêk tê. Birayên Joubran bi binyad ve xelkê Nazarethê ne û niha wextê xwe di navbera bajarên Nazareth, Ramallah û Parîs de diborînin.

Brayên Joubran ji malbateke navdar ku xwedî mîraseke hunera zengîn û dewlemend hatîne. Dayika wan, Ibtisam Hanna Joubran, Muwashahat (helbestên ku bi binyad ve ji Endulusê ne) digotin, bilêv dikir, her wisa bavê wan jî di nav çêkerên enstrûmentên bitêl ên herî navdar de bû li Îsrael û li dinyaya ereban.

Avabûna Le Trio Joubran[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Samir Joubran, brayê herî mezin, dest bi kariyereke baş a muzîkê kiribû li 1996an, nêzîkê deh sal berî avabûna Le Trio Joubran. Samir du albûmên xwe yên jêhatî li 1996an Taqaseem, li dû wê jî li sala 2001ê Sou'fahm belav kir. Ji bo albûma xwe ya sêyem, Samir brayê xwe yê ciwantir vexwend, Wissam, ji bo duoyekê hev bibêjin. Ev albûm, Tamaas, li sala 2003an hatibû belavkirin. Piştî zivirîna ji geryanê, Samir ji bo avakirina trîoyê pêşniyar kir ku brayê wan yên ciwan tevlî bibe. Di tebaxa 2004an de li Baxçeyên Luxembourgê ya Parîsê Le Trio Joubran bi konsereke live muzîka xwe pêşkêş kir.

Xelatên wergirtî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Di 2009an de li Festîvala Navneteweyî ya Fîlm a Dubaî xelata Arab Muhr ji bo dengefîlmê herî baş ê bi navê Adieu Gary, ku ji layê Nassim Amaouche ve hatiye rêvebirin;
  • Di 2001ê de li Festîvala Navneteweyî ya Fîlm a Dubaî xelata Arab Muhr ji bo dengefîlmê herî baş ê bi navê The Last Friday, ku ji layê Yahya al-Abdallah ve hatiye rêvebirin;
  • Di 2013an de xelata Order of Merit and Excellence bi destê serokê Filistînê Mahmud Abbas;
  • Di 2013an de Xelata Navnetewî ya Filistînê[çavkanî hewce ye].

Dîskografî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Albûmên stûdyoyê
  • Tamaas (2002)
  • Randana (2005)
  • Majâz (2007)
  • À l'ombre des mots (2008)
  • Le Dernier VoL, with Chkrrr (2009)
  • AsFâr, featuring Dhafer Youssef (2011)
  • The First Ten Years (2013) Serie of 5 CDs û 1 DVD

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]