Liklikî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Liklikî, liklikkufte navê kufteyeke pêjgeha kurd e. Liklikiya Rihayê jî dibêjin, lewra li Rihayê navdar bûye. Li hin herêmên din ên Kurdistanê jî tê zanîn û xwarin. Tê gotin ji wir 100 sal berê li bajarê Bidlîsê deng vedaye, wê demê wekî xwarineke bidlîsî hatiye binavkirin.

Berkeliya liklikiyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • 100 gr kakilê gûzê
  • 250 gr dûmê mihê (daw, don an jî bezê li ser gurçikê)
  • 1 pîvan têkela kufteyê ya Rihayê (bo kufteyan e)
  • 1 KŞ (kevçiyê şîraniyê) xwê (solin)
  • 1 KÇ (kevçiyê çayê) îsota reş
  • 1 KÇ îsota sor (pûlpelî, tûj)

Çêkirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dûmê hûrik hûrik hûrbikin an li makîneyê bidin. Kakilê gûzê bi kêrê hûrbikin, bi tevî biharbêhn, xwê û dûmê mihê de bistrên. Ji vê têkelê kufteyên hûrik (gilolik) çêbikin û bavêjin sarincê bila sar bibin.

Ji têkela kufteyê ya Rihayê bigirin, di nava destê xwe wekî qalikê hêkê dirûvê bidinê û gilolikên xwe têxin navê. Ango kufteyê ji kufteyê dabigirin.

Vana di nava ava şor de bikelînin, bixaşînin. Bi germî bînin ser destexaneyê (sifre) û servîs bikin.