Kurdistan

Ji Wîkîpediya

Disambig-dark.svg Ev gotar derbarê welatê kurdan e. Ji bo wateyên din ên Kurdistan bibîne: Kurdistan (cudakirin)
Nexşeya Kurdistanê
Wêneyek ji herêma Kêlanê li başûr-rojavayê Sineyê
Çiyayê Agirî li bakure Kurdistanê

Kurdistan tê wateya welatê kurdan.

Welatê Kurdistan di nav dewletên Tirkiye, Sûriye, Îraq û Îranê de hatiye perçe kirin. Li gor vê perçebûnê beşên Kurdistanê wiha tên binavkirin: Bakurê Kurdistanê, Başûrê Kurdistanê, Rojhilatê Kurdistanê û Başûrê Rojavaya Kurdistanê.

Tabloya Naverokê

Navê Kurdistanê

Peyva Kurdistan anjî Kordestan, Kordistan, Koordistan hwd. tê wateya welatê Kurdan û cara yekemîn ji alîye selcûqiyan ve, di sedsala 11. de hatîye karanîn. Selcûqiyan navçêya Bahar, li başûrê Hamedan bi Kurdistan navkiribûne. Gorî Şerefxan Herêma mîrgeha Melkişî, Dêrsim, ji aliyê herkesî ve wek Kurdistan dihat nasîn.

Beşên Kurdistanê

Bakurê Kurdistanê

Gotara mezin: Bakurê Kurdistanê

Bakurê Kurdistanê ji wî beşê Kurdistanê rê tê gotin ku di bin desthilatiya Tirkiyê de ye. Bakurê Kurdistanê ji aliyê cografîk û hejmara kurdan ve beşê herî mezin ê Kurdistanê ye.

Başûrê Kurdistanê

Gotara mezin: Başûrê Kurdistanê

Başûrê Kurdistanê ji wî beşê Kurdistanê rê tê gotin ku di bin desthilatiya Îraqê de ye. Piştî ruxandina rejîma Sedam Huseyîn beşeke mezin ji başûrê Kurdistanê ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê vê tê birêvebirin.

Rojhilatê Kurdistanê

Gotara mezin: Rojhilatê Kurdistan

Rojhilatê Kurdistanê ji wî beşê Kurdistanê rê tê gotin ku di bin desthilatiya Îranê de ye.

Başûrê Rojavaya Kurdistanê

Gotara mezin: Başûrê Rojavaya Kurdistanê

Başûrê Rojavaya Kurdistanê ji wî beşê Kurdistanê rê tê gotin ku di bin desthilatiya Sûrîyê de ye. Başûrê Rojavaya Kurdistanê ji aliyê cografîk û hejmara kurdan ve beşê herî biçûk ê Kurdistanê ye.

Dîrok

Nexşeya Rojhilata Navîn (1883). Kerkûk ji aliyê Osmaniyan weke bajarekî Kurdistanê hatiye destnîşankirin
Gotara mezin: Dîroka Kurdistanê

Kurd yek ji gelên herî kevnare yên Mezopotamya ye. Bi kêmayî ji Împaratoriya Medya û vir ve gelê Kurd, cîhekî girîng di dîroka şaristaniyê de girtiye. şaristaniya ku li ser riyên bazirganiyê yên girîng hatiye avakirin, bi êrîşên Helen, Rom, Bîzans, Ereb, Pers û paşiyê jî Osmanî re rû bi rû maye. Kurdan li hemberî van êrîşan bêwestan ji bo parastina serxwebûn û azadiyê li ber xwe dane; tevî hemû ferman û komkujiyên xwîndar jî, kevneşopiya berxwedanê, mîna yek ji nirxên herî girîng yê çand û toreya xwe dîtine û bi berhemên xwe yên gelî re ew dane jiyandinê.

Gelê Kurdistanê bi sedan sal şêweyê rêxistinî yê civaka komunal, ku girêdana endaman ji nêzîkahiya xwînê pêk tê domand. Ev dirûvê rêxistinî ku mirov dikare wekî civakî-aborî binav bike, bi taybetî ji êl û eşîran pêk dihat û bingeha xwe ji koçertiyê digirt. Ji ber van taybetîyên civakî ye ku Kurdan, ji dêla dewletek yekgirtî ku ji navendekê tê birêvebirin, mîrîtiyên piçûk sazkirine. Berxwedanên van mîrîtiyan li hember êrîşên dijwar yên biyaniyan lawaz mane û ew nikarîne li ser piyan bimînin.

Ol

Li Kurdistanê çawa ku gelek gelên cûda bicihûwarin, gelek olên cuda jî hene. Ji xeynî misilmanan, êzîdî, şebek, elewî, xiristiyanî, cihû û çend olên din hene.

Misilman

Piraniya kurdan misilman in, lê kurdê ne misilman jî hene. Kurdên ku bi hewramanî, kurmancî- û soranî diaxifin bi piraniya xwe sunî ne u ji mezhebe Şafîî ne. Li Başûrê Kurdistanê herêmen Kirmaşan, Luristan û Hamedan kurdên şia hene, kû bi kelhûrî an jî feylî diaxivin.

Elewî

Qasî 4-5 milyon kurdên elewî li Bakûrê Kurdistanê, li herêmen Dêrsim, Mereş, Meledî, Erzingan, Sêwasê hwd. dijîn.

Yarsan

Kurdên yarsan bi piraya xwe lekî û hewramî axifin û li herêmen wek Gûran, Lekistan, Behdînan û Germiyan dijîn.

Şebek

Ola kurdên şebek gelek nêzîke elewîtiyê ye. Şebek li Bahdînanê dijîn.

Êzîdî

Kurdên êzîdî bi piranî li Başûrê Kurdistan, li herêmên Şengal, Şêxan û Mûsilê dijîn. Li Bakurê Kurdistanê, Rojhelatê Kurdistanê û Başûrê Rojavaya Kurdistanê jî hejmareke biçûk ji kurdên êzîdî hene. Herweha hejmareke biçûk li Ermenistan, Gurcistanê û Rûsyayê dijîn.

Xiristiyan

Xiristiyantî di nav kurdan de pir kêm e. Belê gelek ermenî û sûryanî, ên kû xiristiyan in, li Kurdistanê dijîn.

Baha´î

Hinek baha´î li dedore Wirmê dijîn.

Cihûtî

Kurdên cihû li Behdînan, Hamedan, Luristan, Kirmaşanê dijîn.

Civak

Pirraniya etnîkî li Kurdistanê Kurd e. Belê gelên Turkî, Êranî, Ermenî, Samî û Qereçî jî li Kurdistanê bi welatin.

Çand

Mûzîk

Fîlm

Wêje

Al

Ala Kurdistan
Gotara mezin: Alên Kurdistanê

Ala kurdan a ku îro tê bikaranîn sor, sipî, kesk e û di navîna wê de jî rojek zer heye. Ev al di 1920'a de ji alî Teşkîlatî Îctîmaîye Cemîyetî ya Kurdan ve hatiye tesbîtkirin. Ala Kurdistanê ji sê zevîyan pêk tê. Zevîya li jor sor e, navîn spî ye û jêr jî kesk e. Dirêjî ji firehî 3/2 mezintir e. Dirêjî 90 cm bibe, firehî jî 60 cm dibe. Sîmbola ala kurdistanê ji tava rojê (tav) bi rengê zêr û zer pêk tê. Ew di zeviya hundir di navîn da ye. Stêrka tava rojê ji 21 baskan pêk tê. Ev stêrka bi 21 tîrêjan nîşana NEWROZê ye. Newroz cejna netewa kurd e. Carcaran tê gotin ku ew 21 tîrêj nîşana 21 herêmên Kurdistanê ne.


Ramana rengan ji eve:

  • Sor: xwîna canemergên Kurdistanê ye eva hatiye rêjtin.
  • Spî: azadiya li Kurdistanê
  • Kesk: suruşta Kurdistanê

Sirûda netewî

Sirûda netewi ya Kurdistan Ey Reqîb e.

Ey Reqîb helbestek e ku ji aliyê helbestvan Dildar (1918-1948) di sala 1946'a de hat nivîsandin. Ey Reqîb li aliyê Dildar bi zaravayê soranî hatiye nivîsandin, lê paşê bo zaravayê kurmancî hat wergerandin. Ev helbest di sala 1946'a di dema Komara Mehabadê hat nivîsandin, dibe sirûda (marşa) Komara Mehabadê û heta niha jî wek marşa kurdan ya neteweyî tê naskirin û bikaranîn.

Cografîya

Ji bo bajarên Kurdistanê binêre: Listeya bajarên Kurdistanê

Welatê kurdan Kurdistan îro welatekî dagirkirî û parçekirî ye. Bi hezaran gundên kurdan hatine şewitandin û bi milyona kurd ji cih û warên wan hatine derxistin, mecbûrî koçberiya derveyî Kurdistanê hatine kirin. Di van sedsalên dawî de bi armaca bidestxistin û kontrolkirina welat û êlên Kurdan gelek êl ji Kurdistanê hatin durxistin û li deverên dûrî Kurdistanê hatin bicihkirin, weke mînak Kurdên Anatoliya Navîn, Kurdên Xoresanê, Kurdên Kafkasyayê û gelekên din. Di heman demê de bi armaca asîmîlekirina kurdan û dagirkirina cih û warên kurdan gelek êlên ne kurd li Kurdistanê hatin bicihkirin, weke erebkirina başûrê Kurdistanê ji aliyê rejîma Sedam, Kembera erebî li başûrê rojavayê Kurdistanê di van dehsalên dawî de û bicihkirina bi milyonan tirk û tirkoman li bakurê Kurdistanê. Ji ber vê rewşê gelek nexşeyên Kurdistanê jî aliyê gelek kes û rêxistinên ne kurd hatin çêkirin û belavkirin, bêgûman heryek bi armancên xwe ên polîtik û şaşagahdarkirina kurdan û raya giştî. Di gelek ji van nexşeyan da, beşên mezin ji Kurdistanê ji Kurdistanê hatine veqetandin û wiha tê nîşandan kû ne Kurdistanin. Ji aliyê piraniya rêxistinên kurdan nexşeya Kurdistanê ku li jor hatiye bicihkirin weke rasttirîn nexşe, kû piraniya herêmên kurdan di nav xwe de digrê, tê dîtin.


Çend nexşeyên din ên Kurdistanê:

Galeriya wêneyan

Girêdanên derve

Galeriya weneyan. Wêneyên kes, Şeqsiyetên navdar yên kurd û Xwezaya Kurdistanê

Çavkanî

Confusion.svg

Ev gotar bi soranî jî heye:
:ئەم وتارە بە زاراوەی سۆرانی



 
Perçeyên Kurdistanê
Perçeyên Kurdistanê

Bakurê Kurdistanê | Rojhilatê Kurdistanê | Başûrê Kurdistanê | Başûrê Rojavaya Kurdistanê


 
Bajarên Kurdistanê
Ala Kurdistanê

Agirî | Akrê | Amed | Amêdî | Amûde | Bane | Bazîd | Bidlîs | Bokan | Cizîr | Colemêrg | Çewlîg | Dêrsim | Dihok | Dîlok | Efrîn | Elezîz | Erzingan | Erzirom | Êlih | Gurgum | Hesîçe | Hewlêr | Îlam | Îdir | Kamyaran | Kerkûk | Kirmaşan | Kobane | Mehabad | Meledî | Mereş | Mêrdîn | Merîwan | Midyad | Musîl | Mûş | Nisêbîn | Pawe | Pîranşar | Qamişlo | Qers | Qoser | Riha | Selehedîn | Semsûr | Serdeşt | Serê Kaniyê | Sêrt | Seqiz | Sêwas | Silêmanî | Sine | Şino | Şirnex | Tirbespî | Urmiye | Wan | Xaneqîn | Xoy | Zaxo