Luciano Pavarotti

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Luciano Pavarotti
Luciano Pavarotti 15.06.02 cropped.jpg
Luciano Pavarotti, 2002
Agahî
Navê rastî Luciano Pavarotti
Roja jidayikbûnê 12'ê kewçêrê 1935
Modena, Îtalya
Roja mirinê 6'ê rezberê 2007
Modena, Îtalya
Cureyê muzikê Helbestê lîrîk
Tenor
Karûbar Opera
Malper www.lucianopavarotti.com
Şanenav
Luciano Pavarotti Signature.svg

Luciano Pavarotti, (12'ê kewçêrê 1935, Modena - 6'ê rezberê 2007, Modena), tenorê Îtalî û ji yek hunermendên herî girîng yê operaya nûjen bû.

Luciano Pavarotti, di sala 1935 li bajarê Modena bi ser Îtalyayê ji dayik bû. Tecrubeya xwe ya pêşîn ya muzîkê di koroya xwe ya Modenayê bi bavê xwe Fernando re jiya. Di xortaniya xwe de bi bavê xwe re bi koroya Gioachino Rossini çû Gallerê. Di pêşbirka stranbêjiya navneteweyî ya Llangollen ê de bû yekemîn, ev yek wî ji bo ku bibe tenorek hêz da wî. Ya rastî Pavarotti ji bo ku bibe mamosteyek hatibû perwerdekirin. Perwerdeya ku ji Arrgio Pola û Ettore Campogallianni stendibû di sala 1961an xelata bi navê "Concorso İnternazionale" bidestxist û di 29'ê avrêla heman salê de jî bi berhema La bohème di saloneke şanoyê de dest bi operayê kir. Piştre li Emerîkaya Bakûr, Emerîkaya Başûr, Asya, Afrîka, Ewropa û li Avustralyê gelek konsêrtan bidarxist. Dûv re, li Modenayê ji bo stranbêjên ciwan perwerde bike dibistanek saz kir. Di 6'ê rezberê sala 2007'an de ji ber nexweşiya şêrpençeya pankreasê jiyana xwe ji dest da.

Pavarotti pêşkêşvaniya konsertên alîkariyê ya bi navê "Pavarotti û hevalên xwe" ku li Modenayê dihate lidarxistin dikir. Di van konseran de ji her hêla endustriya mûzîkê muzîkjen û stranbêjan ji bo organizasyonên Neteweyên Yekbûyî pereyan kom dikirin û ev pere ji bo kes û malbatên mexdûrên şerên Bosna, Guetemala, Kosowa û Iraqê dihate bikaranîn.

Albumên wî[biguherîne]

  1. Ti adoro (2003)
  2. Various: Pavarotti- Rom.. (2002)
  3. The Pavorotti editiyon (2001)
  4. Pavorotti & Freinds For (1999)
  5. The three great Tenors (1995)
  6. Christmas favorites from...(1995)
  7. Luciano Pavarotti- My F...(1994)
  8. Puccini toska (Highliglts) (1993)
  9. Ti amo: Puccini's Greate (1993)
  10. Luciano Pavarotti İn con (1992)
  11. Pavarotti in concert (1990)
  12. The Theree Tenors in conc.. (1990)
  13. Puccini: Madama Butterfly (1987)

Girêdanên Derve[biguherîne]