Mêrdîn

Ji Wîkîpediya

Mêrdîn


(Mardin)

Welat Kurdistan (Bakur)
Dûgel Tirkiye
Parêzgeh Mêrdîn (parêzgeh)
Serbajar Mêrdîn
Rûerd 8.891 km²
Gelhe 745.778 (2007)
Koordînat 36° 54´ 37° 47´ 39° 55´ 42° 41´
776px-Mardin districts ku 2.PNG


Nexşeya parêzgehê

Mêrdîn.JPG


Nexşeya Parêzgeha Mêrdîn

Merdîn.jpg


Bajarê Mêrdînê

Malpera bajêr


Mêrdîn (bi tirkî: Mardin) bajarekî li bakurê Kurdistanê ye. Bajarê Mêrdînê ji başûrê xwe ve bi başûrê biçûk, ji rojhilatê xwe ve bi Sêrt û Şirnexê, ji bakurê xwe ve bi Amedê û ji rojavayê xwe ve jî bi Rihayê hatiye pêçan. Hejmara niştecihên wê nêzî 850.000 kesan e. Qezayê bi ser ve ev in: Qoser, Nisêbîn, Midyad, Mehsert, Dêrika Çiyayê Mazî, Şemrex, Kerboran, Stewr û Rişmil.

Tabloya Naverokê

[biguherîne] Dîrok

Mêrdînê, Mardon, Mirde an ku Marde yek ji navdartirîn û kevintirîn bajarê Mezopotamyayê ye. Bajar li ser çiyakî ava bûye. Keleha wê ya kevn, hemû rêyên bajêr bi xwe ve girê dide. "Mîrê Kelahan" hatiye gotin ji Keleha Mêrdînê re. Di dîrokê de gelek qralan xwestiye wê têxe destê xwe, lê Keleha Mêrdînê rê nedaye wan. Bajar li başûrê kelehê ava bûye. Xanî li du yên din, bi hevûdu ve hatine girêdan. Kevirên wan yê sipî û zer ji bo avakirinê hatine peyde kirin. Bajar, bi ava xwe ya hênik û xwezaya xwe ya balkêş bi navdar e. Bakurê wê cihê bexçe û bostana ye.

Di dîrokê de ji bo bidestxistina bajêr şerên giran çêbûne. Berî çêbûna Mesîh, asuriyan û farisan şerên giran kirine. Demekê Romê li vir mane. Bi hatina îslamiyetê, di dema Omerê kurê Xettap de, hatine bi ser bajêr ve, bajar kontrol kirine. Kurdan di dema Merwaniyan de bajar bi baştirîn şêwe îdare kiriye. Piştre Artukî li vir bi cî bûne. Bajar, bi aqilmendiya Idrîsê Bedlîsî, di dema Selîmxanê kurê Sultan Beyazit de ketiye kontrola Osmanliyan.

[biguherîne] Ol û civak

Mêrdîn ji alî ol û civakê ve bajarekî mozaîk e. Piraniya gelheyê ji misilmanan pêk tê, lê li herêmê xiristiyan û êzidî jî hene. Misilman ji mezhebên henêfî û şafiyan pêk tê. Civaka herêmê jî ji kurdan, ereban, suryaniyan û ermeniyan pêk tê. Bajarê Mêrdîn bi pirçandîbûna xwe tê nasîn. Li wir ereb, kurd, suryanî û ermenî hene. Dêra Zafaranê di sedsala 11. pêve navendî ji petrikên suryaniyan re kiriye. Ji bilî wê, dêrek din bi navê Şehîde Şimûnî heye. Li başurê bajêr dêra Mar Mîxayêl Nasik, û ya Mar Bitris hatine avakirin. Li taxa Şemsiye, dêra Meryema ji Erdemê, pir bedew hatiye lêkirin. Dêrên din ev in: Mar Banham, Mar Tuma, Meryem, Mar Afram, Mar Osyo, Şehit Hurmiz...

Bajarê ziman û ol û çandên cewaz Mêrdînê, ji bo ku cihê xwe di programa Unescoyê ya Mîrasa Cîhanê de bigire, serî li Unescoyê hatibû dayîn. Unescoyê, piştî lêkolînên xwe serîlêdan pejirand. Mêrdînê wek berendam kete rêza cihên parastinê. Piştî ku berendamtî hate pejirandin, belediya bajêr ji bo rêlêgirtina avahiyên bê plan programek ji xwe re çêkir.

Mêrdîn, ber bi êvarê

[biguherîne] Cihê erdnîgarî û sînorên bajêr

Bajar di nav parelelên 36° 54´ û 37° 47´ bakûr û merîdyenên 39° 55´ û 42° 41´ rojhilat de ye. Sînorên bajêr li bakûr bi Amedê û Êlihê ve, li rojava bi Rihayê ve, li başûr bi Qamişloyê û Amûdê ve û li rojhilat jî bi Culemêrg û Şirnexê ve tê girêdan.

[biguherîne] Taybetiyên erda bajêr

Erda herêmê % 52,6 ji çiyan, % 24,6 ji deştan û % 22,8 jî ji platoyan pêk tê. Erda wê 177.200 metre kare ye. Li herêmê genim, ceh, nîsk, nok, pembo, garis û tirî tên çandin

[biguherîne] Avhewa

Li başûrê herêmê avhewayeke çolî heye, ji lew re jî havînan pir germ û zuha, zivistanan jî sar û li hinek deveran jî hênik derbas dibe. Dîmenek ji Midyadê.

[biguherîne] Gelhe û navçeyên bajêr (2000)

Tevayî nifûsa herêmê (tevî gundan) 705.098 e.

[biguherîne] Gundên navçeya Mêrdînê

Navê fermî (1928)
Qeza: Mardîn (Mêrdîn)
Nahiye: Mardîn (Mêrdîn)
Navê kurdî yê îro Navê tirkî yê îro
Diyarê Dêrê Diyarê Dêrê Acar
Qesra Ehmed ? Ahmetli
Aqres Axreşkê Akbağ
Alûce Alûce Alıçlı
Belalî, Belalê Bilalya Alımlı
Anbar Anbar Ambar
? Zonê Aran
Mûsîkî, Mûsîkê Mûsîka Avcılar
Kurik Çato Kurka Çeto Aytepe
Benabîl ? Bülbül
Cozar, Cewzat Cewzat Cevizlik
? Nehras Cevizpınarı
Çîftlik ? Çiftlikköy
? Şûrî, Şûrê? Dereyanı
Donbeze Domuza Düzlük
Hezerlû Hindiluwa Eroglu
Buhêrkê Bihêrkê Eryeri
? Qesra Ehmedê Xêro Esentepe
Qela Maran ? Eskikale
Kollo Kolîyê Göllü
? Kuçûka Güney
? Dêrdûk Güragaç
Qebale Qubala Kabala
Xirbeqeblo Xirbêqeblo Konaklı
? ? Koyunlu
? ? Kütüklü
Dare Dara Oguz
Tûyrîk ? Ovaköy
Texûb ? Sancar
? Şêxan Sultanköyü
Sêriçkê Sirêçk Tandır
? Gundê Semho Tilkitepe
Qesra Qelenderan Qesra Qelenderan Uzunköy
Mensûrî Minsûryê Yalım
Qordîs Qurdîs Yerdere
? ? Yayla
? Şatih Yaylabaşı
? Kuferdel Yaylacık
Reşmel Rişmil Yeşilli
Qesralceran ? Yolbaşı
? ? Yukarı Yeniköy

[biguherîne] Çiyayên herêmê

Çiyayê bilind yê herêmê Cûdî ye (2.114 m). Alam (1.041 m), Ziyaret (1.160 m) û Dibek(1.231 m), Tûrcel û Pozê Bîra.

[biguherîne] Deşt, zozan û gelî

Deştên Tilermen Qoser, Merdîn û Nisêbînê. Her sê deşt bi hevre girêdayî û di geliya çemê Xabûrê de ne. Dirêjbûna deştan 35 km û firehbûna wan jî 20 km ye.

Deşta Mêrdînê

[biguherîne] Çem û Gol

Çemê herî mezin ku di nav sînorên bajêr de diherike Çemê Dîcle ye. Buxur, Zergan,Ava Spî, Reşan, Çaçan û Gumuş jî çemên din yên herêmê ne. Gol li herêmê tune ne. Tenê li ser çemê Buxurê ji ber bendava Buxurê golek sûnî çêbûye.

[biguherîne] Binerd

Li herêmê fosfat, çîmento û malzemên ji bo tûxla û kiremîdan ji bin erdê dertên.

[biguherîne] Babetên heywanan

Herêm ji alî heywanan ve ne dewlemend e, rovî, kîvroşk û balindeyên kovî kewokê teqle ê Mêrdîn di cîhanêde deng dane.Jî sedî pêncî mirovê Mêrdîn Kewoka xwedi dike.Kewêgozel u kevêsusik cihekî girîng digrin di zinarê Mêrdînde.Her cureyê şahlil û bilbila li ser kelaya Mêrdin hene.Di sala 1998 de keftarik ji alyê neçîrwanên Merdinde hate dîtin û kuştin.Li Dêrka cayêmazî cureyekê teyrêbaz heye ku li cîhanêde tenê li cîyayê Dêrikê turcelê pêde dibi.

[biguherîne] Xwarinên herêmê

Li herêmê savar û xwarinên ji savêr bêhtir tên xwarin, wekî savara bi darçîn û bacanê reş. Zelateya hinaran, şorbeya mast, ecîn û kutilkên dagirtî (basmavat, li herêmê ji yên di nav rûn û hêka de sorkirî re dibêjin "irok"). Rişte û Kibe (hûr û roviyên dagirtî) jî ji alî gel ve tê xwarin. Wekî din mirîşka bi gijnîjê birajtî, sembusek (lehmacunê sergirtî), beloh (xwarineke weke qisirê ye), serûpê û ûrê hîşandî jî di nav xwarinên deverê de ne. Li ber xwarinan dew tê vexwarin. Li herêmê qehva tal (mirra) jî xwedî cihekî taybet e.


[biguherîne] Kincên heremê

Keçên ciwan kefiyên rengîn, yên pîr jî yê spî didin serê xwe. Li hinek deveran wekî li Dêrikê jin kitanên dirêj didin serê xwe. Fîstan herî pir li herêmê tê li xwe kirin. Goreyên ji hirî û lastîkên reş di lingan de hene. Xemilandineke taybetî jî li herêmê "deq" e. Jin deqên şîn li ser rû yan jî destê xwe dikin. Şalwar û entariyên spî û dirêj cilên zilaman yên herêmî ne. Îşlik û êlegên bê yaxe di ser şalwar de tê li xwe kirin. Di serê zilaman de "egal" an jî "çefî" heye. Şewqe jî carinan tê bikaranîn. Qondere di lingan de heye.

[biguherîne] Kronolojiya bajêr

Di dema persan de navê bajêr "Marde" bû. Di dema Bîzansiyan de jî "Mardîa" bû. Ereban jî navê herêmê kirine "Mardîn" . Suryaniyan ji bajêr re gotine "Marde" (kela). Nav bi kurdî Mêrdîn e.

[biguherîne] Berî Zayînê

[biguherîne] Piştî Zayînê

Mêrdîn

[biguherîne] Cihên turîstîk, dîrokî û gerê

Bajar ji ali xwezayê ve ne pir dewlemend e. Tenê şelala çaxçax ji alî gel ve wek ciyêk seyranê tê bikaranîn. Kela Mêrdînê, mizgeftên bajêr, dêr û dêrên herêmê jî ji alî gel û turîstan ve tên serîlêdan kirin.

Germavên Kerboranê, germav (gurmî av) carna 40° germ dibe û ji bo nexweşiyên çerm û romatizma yê baş e.

[biguherîne] Çavkanî

  • Jean-Baptiste TAVERNIER (1692), Les six voyages, I:187
  • Carsten NIEBUHR (1778), Reisebeschreibung, Copenhagen, II:391-8
  • Pietro della VALLE (1843), Viaggi, Brighton, I:515
  • Albert SOCIN (1904), Der Arabische Dialekt von Mōsul und Märdīn, Leipzig.
  • Hugo MAKAS (1926), Kurdische Texte im Kurmanji-Dialekte aus der Gegend von Mardin. Petersburg-Leningrad.
  • Hasan SHUMAYSANI (1987), Madinat Mardin min al-fath al-'arabi ila sanat 1515. Bayrūt: 'Ālam al-kutub.
  • Otto JASTROW (1969), Arabische Textproben aus Mardin und Asex, in "Zeitschrift der Deutschen Morgenländischen Gesellschaft" (ZDMG) 119 : 29-59.
  • Hans-Jürgen SASSE (1971), Linguistische Analyse des Arabischen Dialekts der Mhallamīye in der Provinz Mardin (Südossttürkei), Berlin.
  • V. MINORSKY (1991), Mārdīn, in "The Encyclopaedia of Islam". Leiden: E. J. Brill.
  • Otto JASTROW (1992), Lehrbuch der Turoyo-Sprache in "Semitica Viva – Series Didactica", Wiesbaden : Otto Harrassowitz.
  • Ayliffe, Rosie, et al. (2000) The Rough Guide to Turkey. London: Rough Guides.
  • Michaela WITTICH (2001), Der arabische Dialekt von Azex, Wiesbaden: Harrassowitz.
  • George GRIGORE. L'arabe parlé à Mardin. Monographie d'un parler arabe périphérique. Bucharest: Editura Universitatii din Bucuresti, ISBN (13) 978-973-737-249-9


 
Bajarên Kurdistanê
Ala Kurdistanê

Agirî | Akrê | Amed | Amêdî | Amûde | Bane | Bazîd | Bidlîs | Bokan | Cizîr | Colemêrg | Çewlîg | Dêrsim | Dihok | Dîlok | Efrîn | Elezîz | Erzingan | Erzirom | Êlih | Gurgum | Hesîçe | Hewlêr | Îlam | Îdir | Kamyaran | Kerkûk | Kirmaşan | Kobane | Mehabad | Meledî | Mereş | Mêrdîn | Merîwan | Midyad | Musîl | Mûş | Nisêbîn | Pawe | Pîranşar | Qamişlo | Qers | Qoser | Riha | Selehedîn | Semsûr | Serdeşt | Serê Kaniyê | Sêrt | Seqiz | Sêwas | Silêmanî | Sine | Şino | Şirnex | Tirbespî | Urmiye | Wan | Xaneqîn | Xoy | Zaxo



 
Bajarên Komara Tirkiyê
Nexşeya bajarên Komara Tirkiyê

Edene | Semsûr | Afyon | Agirî | Amasya | Enqere | Antalya | Artvin | Aydın | Balıkesir | Bilecik | Çewlik | Bidlîs | Bolu | Burdur | Bursa | Çanakkale | Çankırı | Çorum | Denizli | Amed | Edirne | Mezra | Erzingan | Erzirom | Eskişehir | Dîlok | Giresun | Gümüşhane | Colemêrg | Xetay | Isparta | Mersin | Stenbol | İzmir | Qers | Kastamonu | Kayseri | Kırklareli | Kırşehir | Kocaeli | Konya | Kütahya | Meletî | Manisa | Gurgum | Mêrdîn | Muğla | Mûş | Nevşehir | Niğde | Ordu | Rize | Sakarya | Samsun | Sêrt | Sinop | Sêwas | Tekirdağ | Tokat | Trabzon | Dêrsîm | Riha | Uşak | Wan | Yozgat | Zonguldak | Aksaray | Bayburt | Karaman | Kırıkkale | Êlih | Şirnex | Bartın | Erdêxan | Îdir | Yalova | Karabük | Kilîs | Osmaniye | Düzce