Mûçirk

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Mûçirk, ji hin masûlkên ku bêhemdî xwediyê xwe, ne bi awayekî aheng (rhythmic), belê bi dubarekirinê û ji nişkave, endam û lebatê laşê mirov têxe tevgerê an jî, ji derxistina denga re tê gotin.

Mînak: Ser hejandin, dubarekirna gotinê nexweş, çepik, çav miçandin, çavkirin, xwe dawşandin, bi movikê xwe derxistina reqîn û teqînê. Bi awaekî obsessîf (fikra pêdandî, raman kilîbûyî) bê fikr tevdigere. Her ku tevgerên bi vî şiklî dubare dibe, çê xwe di bejn û bala mirovan de zexm dike.

  1. Mûçirkên dem kurt (kin); Di hundirê 4–5 hefta de derdikeve holê û li gora rewşa mirova nêzikê sal û sal û nîvkê berdewam dike. Kêm an jî zêde dibe, li gorî bertekan derdikeve holê. Tên û diçin, ji mûçirkên dem dirêj kêmtir tê dîtin. Sedemên wê bi xemgîniyê, bi stressê û bi derûdora mirova re girêdayî.
  1. Mûçirkên dem dirêj; Berdewamîya wan bi kêmanî bi sersalekê ve dikeve. Çar heb şiklê wê hene:
  • Mûçirkên motor ê hêsan: Çav miçandin, qirpik, serhejandin, diran şidandin..
  • Mûçirkên voqal ê hêsan: Xirîn, bêhn kirin, paqij kirina qirêkê, lîk gişandin, derxistina hin dengan.
  • Mûçirkên motor ê giran: Bi destê xwe lê dan, pelandin, bêhn kirin, xwe dawşandin, xwe rast kirin…
  • Mûçirkên voqal ê giran: Dubare kirina peyvan û hevokan, dubare kirina dengê dawî, dubare kirina gotinê nexweş.
  1. Mûçirkên tevlihev an jî nexweşîya tourette; Gellek mûçirk bi pevre derdikevin û carna kêm dibin carna jî zêde dibe. Ji ber ku pirr zêde dubare dibe, dibêjin ev ne mûçirke nexweşîyek norolojîke. Di navbera salên 7 û 10 de tê dîtin, radeya wê ji sedî 0.05 û 0.01 e.

Sendroma Tourette; mîna mûçirkan bêhemdî mirova çêdibe, belê ji mûçirkan zêdetir dubare dibe û ji nişkave û bi lez û bez derdikeve . Sedemên vê nexweşîyê norolojîki an jî rakendî (îrsî) ye.

Taybetiyên Mûçirkan[biguherîne]

  • Bi gelemperî piştî salên 4 û 5 a destpêdike, her çiqes kêm be jî, berî van salan jî bi hin zarokan re tê dîtin. Bi zêdeyî di navbera salê 6 û 14 de tê xuya kirin.
  • Di civakê de radeya wê nêzîkî % 2 û 3 ye. Li gora pîreka bi zilama re nêzî 2-3 qat zêdetire.
  • Bêhemdî mirova çêdibe, bi cî guhertinê û bi kar û xebatê hebkî kêm an jî ji holê radibe.
  • Ger di nav malbatê de bi hinan re mûçirk hebe, dibe ku bi êdin re jî bêdîtin.
  • Hin mûçirk tevlihevin mîna Sîdroma Tourette, ji gellek beşan pêktê (xwe sererast kirin, dubarekirina dengan/peyvan/hevokan/gotinê nexweş, bi lîstina hin lebatê laşê xwe…)
  • Bi zêdeyî di bej û bal û di stû mirovan de tê dîtin. Belê herî zêde çav miçandin, çavkirin, lîk kişandin, devxwar kirin an jî lêv xwar kirin, hereket kirina mijanka Û tevgerên rû.
  • Mûçirkên vokal (paqij kirina qirikê, kuxik, devlêkirina lêva û hin hereketên dest û niga/piya)
  • Dibe ku di zarokekî du-sê mûçirk pevre bê dîtin. Û carna jî yek xelas dibe yeka din destpê dike.
  • Kêm bûn û zêde bûna mûçirkan tê guhertin. Ger xemgînî, stres û hin nexweşiyên derûnî hebe radeya wê zêde dibe.
  • Di xewde nayê xuya kirin.
  • Bi zarokên ku pirsgirêkên wan hene, radeya mûçirka bilind dibe. Mînak; Kêmasiyên baldariyê û nexweşiya hîperaktîvîteyê, neynûk xwarin û tilî mêtin, kesên zû hêrs dibe.
  • Mûçirk dibe ku di kesayetiya/ezîtiya mirovan de hin pirsgirêkan derxe.

Sedemên Mûçirkan[biguherîne]

  • Di rewşa stress û xemgînîyê de.
  • Pirsgirêkên malbatî
  • Zarokên tên çewisandin, ê zordestî li wan têkirin, kesên tên pestandin.
  • Tawanbarî, kêm bûna an jî tune bûna hes kirinê.
  • Hes kirin û eleqeya pirr zêde.
  • Helwesta nediyar ( ji bo eyni rewşê dêûbav hereketê zarokan carna bi kêfxweşî lê binere û carna jî tawanbar bike).
  • Ger her tevgera zarok bê rexne kirin.
  • Ku ji quweta zaroka bêtir kar bi wan bê kirin.
  • Zikreşiya xwuşk û bra
  • Feqîrî û xizanîya malbatê
  • Kêm bûna hiş an jî kêmasiya hin lebatên bejn û balê
  • Mirina dê an jî bav
  • Xwe kêm dîtin, ji hêla şênber û razber ve.
  • Tirsa derûdorê
  • Nexweşiyên derûnî

Çavkanî[biguherîne]