Mahmut Ozçelik

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Mahmut OZÇELÎK di sala 1970’an de li gundê Qelencuxê ku girêdayî navçeya Mûşê, Gimgimê ye hatiye dinyayê. Dibistana seretayî û ya navîn li Gimgimê ya lîsê jî li Bedlîsê li dibistana mamosteyiyê xwend. Piştî lîseyê li bajarê Samsunê, Zanîngeha 19 Mayisê beşa mamostetiya dîrokê qedand. Nêzî bîst salan e ku wekî mamoste dixebite. Endamê Egitim-Sen şaxa Amedê ye. Niha li Amedê di dibistaneke navîn de dixebite. Li ser pirtûkên kurdî yên edebî nivîsên nirxandinê dinivîse. Zewicî ye û bi navê Şevîn keçek û bi navê Firat lawekî wî hene. Bi navê “Beytika Gewrik” pirtûkek wî ya çîrokan ji hêla Weşanên Ava’yê ve hatiye weşandin.

  Dosyaya wî ya bi navê “Zeviya Dilê Min”xebata wî ya yekem e ku wekî pirtûka helbestan hatiye amadekirin û li benda weşanxaneyek xêrxwaz e ku biweşîne.