Malper

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Malper ango bi inglîzî: web site li ser înternetê rûpela şexsî ye. Malper li ser medyaya cîhana nû, ku navê wê înternet e, rûpel an jî paceya mirov e.

Bi derketina înternetê re malper bûye para herî girîng. Zêdebûna malperan li ser înternetê jî bûye xezîneyeke nedîtî ya agahî, zanîn û saloxan.

Wekî tê zanîn înternet her wekî Radyo û Televizyonan medya tê dîtin û wekî bandor ji wan bêhtir jî dîtin. Bi vekirina malperekê mirovek sînorên di navbera xwe û hemû cîhanê de radike û li her dera cîhanê mirov dikarin her gav têkevin wê rûpelê û agahiyên nû bibînin.

Malper li ser înternetê ji aliyê hêzên aborî ve amûreke nedîtî ye. Saziyên aborî bi riya malperan hewl didin ku bêhtir danasîna xwe bikin û hilberînên xwe bifiroşin. Lê saziyên civakî jî bi riya malperan xwe didin nasîn, xurtir dikin, perwerdehiyên xwe li dar dixin, endamên xwe dicivînin û agahdar dikin, her wisa jî çalakiyên xwe birêxistin dikin.