Martin Luther King
Martin Luther King | |
---|---|
Navê rastî | |
Jidayikbûn | 15 kanûna paşîn 1929 |
Mirin | 4 nîsan 1968 Memphis |
Sedema mirinê | Kuştina bi çeka agirberdanê (Mêrkujî) |
Cihê goristanê | Martin Luther King Jr. National Historical Park |
Hevwelatî | Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê |
Perwerde | |
Pîşe |
|
Bandorbar |
|
Hevjîn | |
Zarok | |
Dê û bav | |
Xizm | |
Xelat |
|
Malper | thekingcenter |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Martin Luther King, jr. (jdb. 15ê kanûna paşîn a 1929an li Atlanta, Georgia; m. 4ê nîsana 1968an li Memphis, Tênêsî) keşe û pêşengê tevgera parastina mafê mirovan li DYAyê.
Ew yek ji hemwelatiyên DYAyê yê Efrîqayî bû ku bi riyên bêçek û aştiyane li wekhevî, dadmendî û azadiya mirovan digeriya. Wî ji bo Efrîqayiyên li DYAyê jî ji heman mafan sûdwerbigirin têkoşiya. Ev yeka han dibû sedem ku ji aliyê paşverûyan bibe hedef. Li dijî wî gelek tevgerên kirêt hat lidarxistin. Bombe avêtin wî, bovlat xistin stûyê wî hwd. Lê ew ji doza xwe û riya xwe neqetiya.
Ew ji salên 1955 heya 1968 î ji 30 carî zêdetir hate girtin. Wî ne rêça Marks û ne jî sazûmaniya kapîtalîst diparast. Wî li derûniya û baştirkirina derûniya mirovan digeriya. Di bin bandora riya Gandî û bawermendiya olî de bû.
Wî heya dawiya jiyana xwe têkoşiya. Di sala 1964î de ji ber têkoşîna xwe xelata Nobelê girt. Îro navê wî li gelek cih ê kolanên DYAyê hatiye danîn. Ew di 4ê nîsana 1968an li dora kat 18.01 li balkona Lorraine Motels ji aliyê hêzên tarî yên paşverû ve hate kuştin. Li ser kuştina wî li seranserê DYAyê xwepêşandanên bi xwîn hate lidarxistin. Bi deh hezaran kes hatin zîndanîkirin.
Ew di pêşketina mafê mirovan li DYAyê xwedî ciheke mezin e.
Eger hûn nikarin bifirin, naxwe birevin
Eger hûn nikarin birevin, naxwe bimeşin
Eger hûn nikarin bimeşin, naxwe çelepîko herin
Hûn çi dikin, bikin Lê divê hûn ber bi pêş biherikin
Martin Luther King
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |