Mahatma Gandî
Ji Wîkîpediya
| Mohandas Karamchand Gandhi | |
|---|---|
Mohandas Karamchand Gandhi, di sala 1942'an de |
|
| Dema çêbûyînê | 2'ê cotmeha 1869 Porbandar, Kathiawar Agency, Hindistana Brîtanî |
| Dema mirinê | 30'ê çileya paşîn a 1948 Nûdelhî, Hindistan |
| Hevwelatî | Hindistanî |
| Hevjîn | Kasturba Gandhi |
| Zarok | Harilal Manilal Ramdas Devdas |
| Îmze | |
Mohandas Karamchand Gandhi (bi gujaratî: મોહનદાસ કરમચંદ ગાંધી) (2'ê cotmeha 1869 – 30'ê çileya paşîn 1948) bi navê Mahatma Gandî tê naskirin. Pêşeng û avakirê dewleta Hindistanê ye.
Di sala 1888ê de li Brîtanyayê dest bi perwerdeyiya dadê kir. Di sala 1896ê de bû parêzer. Derbasî Afrîkaya Başûr bû. Gandî li vir de dest bi xebatên siyasi kir. Bi vê xebatê, navê wî li Hindistan û Brîtanya belav bû hat nas kirin.
Di 1914ê de vegeriya Hindistanê Gandî li welatê xwe li dijî kolonyalîzma Brîtanyayê di nav gelê xwe de roleke mezin lîst. Ewqas bandor li gelê xwe kir ku êdî bi navê Mahatma (rihê mezin) dihat nas kirin.
Navekî wî yên din jî Bapû (bavo) bû. Gandî li dijî zordarîyê derket. Ji ber vê yekê dixwest ku bê xwînrijandin Hindistanê ji kolonyalîstan rizgar bike. Di vê xebatê de Gandî bi ser ket û di sala 1947ê dewleta Hindistanê hat damezirandin. Gandî 30ê rêbendana sala 1948ê de ji aliyê olperestekî hîndûyî ve hate kuştin.