Mary Wollstonecraft

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Mary Wollstonecraft

Mary Wollstonecraft (z. 27'ê avrêlê 1759 li Hoxton (îro dikeve Londonê) − m. 10'ê kewçêrê 1797 li London) yek ji nivîskar û parêzvanê mafê jinan a Brîtanî ya bi eslê xwe Îrlandî ye.

Zarokatiyeke dijwar jiyaye. Neçûye dibistanê û xwandin-nivîsandinê bi keda xwe hînbûye. Nexwastiye bizewice û malbata xwe terikandiye. Di gelek karên dijwar de xebitiye. Yekemîn pirtûka wê ya bi navê Mary û pirtûka duyemîn Perwerdeya keçikan bala weşanger Joseph Johnson kişandiye û Johnson ew wekî edîtorê weşanxaneyê girtiye cem xwe. Gelek zimanên Ewropî fêrî wê kiriye û jiyana nivîskariya Wollstonecraft a pisporî ji wisa destpêkiriye.

Bandora şoreşa Frensî ragîhaniye Brîtanyayê û ketiye polemîkên mezin. Têkoşîn bo mafê jinan bûye karê wê yî sereke.

Hin ji pirtûkên wê[biguherîne]

  • Li ser perwerdeya keçikan
  • Parastina mafên jinan
  • Nêrînên dîrokî û sincî li ser şoreşa Frensî